Amed
Siyasetmedarê kurd Hatip Dicle ku ji "Doza KCK'ê" li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtibû îro hat berdan.
2'yemîn Cezayê Giran a Amedê daxwaza berdana siyasetmedarên kurd nirxandû di dawiyê de biryara berdana Dicle û Huseyîn Çîçek da.
Piştî vê biryarê bi çand saetan Dîcle ji girtîgehê derket. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Mebûsê HDP'ê Faysal Sariyildiz, rêveberên BDP û HDP'ê li ber girtîgehê pêşwazî li Dîcle kirin. Dîcle li vir ji bo çapemeniyê wisa got: "Ji bo bernada min qet kêfa min nehat. Ez gelek ji dil vê dibêjim. Bi dehan hevalên xwe min li hundir hiştin û ez derketim. Ciwanên me yên 20 sal in girtîne hene, min ew li dû xwe hiştin û ez derketim."
Odeya Tabîbên Amedê Xelata Aştî û Demokrasiyê dabûn Hatip Dîcle lê ji ber ku ew girtîbû ligel ku diyar kiribûn jî nedabûn. Bi derketinê de li ber deriyê girtîgehê xelata Dîcle dan wî. Li ser navê Odeyê Şaredar Anli xelat pêşkêşî Dîcle kir.