Di Diyarê Me bi nivîsa xwe ya diduyan ez beşdarî EM HILBIJARTINÊ NÎQAŞ DIKIN dibim.
Vê carê dê mijara me ji çend aliyan ve hilbijartin be:
HEQ Û NEHEQ; Û DIZÎ
Em wisa bibêjin:
Em bibêjin me qebûl kir ku YSK'ê mebûsiya Dicle betal kir, çawa mebûsa AKP'ê Oya Eronat ku dengên Amedê negirtiye dê bibe mebûsa Amedê? Kîjan amedî vê yekê qebûl dike?
Hê nîqaşa li ser mebûsiya Dicle didomin Eronata AKP'yî diçe mazbatayê digire jî.
Mirov hinek şerm dike, qet nebe çend rojek disekine...
Bêyî ku heq bike dê bibe mebûs, meaşê bigire... Ma ev heq e?!
YSK çawa mazbatayê dide Eronata ku nehatiye hilbijartin? Di kîjan xuleka hiqûqê de ev heye?
Emê mînakek pêşkêş bikin:
Sal tîrmeha 2007'an. Hilbijartin pêk hatiye. YSK'ê mebûs bi vî awayî belav kirine: AK Parti: 341, CHP: 112, MHP 71, serbixwe: 26. Bi giştî 550.
DANBERHEVA 2007'AN û 2011'AN
Roj, 26 tîrmeh 2007. Mebûsê MHP'ê Mehmet Cihat Ozonder (li Stenbolê hatiye hilbijartin) ku ji bo mazbataya xwe bigire diçe Enqereyê, lê di rê de, berî ku bigihîje mazbataya xwe, berî ku here meclisê û sondê bixwe qeza derbas dike û dimire. YSK biryarê dide, meclis bi yek kêm mebûsî, yanê bi 449 mebûsî vedibe.* Yanê YSK'ê, mebûsê kêm nade yekî din ji MHP'ê, yan jî li wî bajarî nade partiyeke din.
Em vegerin serî: Erê em bibêjin her tiştê we temam û we mebûsiya Hatip Dicle qebûl nekir, hûn çawa mebûsek din tayîn dikin?
Ya ku diçe mazbatayê digire çawa diçe?
Partiya wê çawa mebûsek ku heq nekiriye digire?
Ev heq e? Peyva 'Edalet'ê ya di navê partiya we de li ku ma?
YSK ku 2007'an de biryareke daye û mebûsek kêm şandiye meclisê çawa vê carê biryareke li gor berjewendiyên desthilatdariyê dide?
Çawa ku di 2007'an de mebûs nexistin cihê Ozonderê rehmetî, heman YSK'ê divê heman biryar bida, mebûsiya Dicleyê ku qebûl nekiriye jî (ku ev jixwe şaş e) divê neda kesek din.
Jixwe hem mebûsên BDP'ê, her wiha karsazên li Amedê jî li dijî Eronat gotina xwe gotin, xwestin ew îstîfa bike.**
Bi gotina mebûsê Amedê Altan Tan em vê xalê temam bikin:
"Ez bang li Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan dikim, ger bi te re bi qasî misqaleke îman û ehlaq hebe yekemîn karê ku tu bikî, divê tu vê malê diziyê bi paş ve teslîmê xwediyê wê bikî." Tan ji bo amediyan jî wisa dibêje: "We mebûsên AKP'ê dîtin silav nedinê. Ew, wekî ku tu tiştek nebûbe, bêyî şerm bikin divê li van kuçeyan negerin. Helwqesta me zelal e."
BOYKOT BIRYAREKE DI CİH DE YE
Boykota mebûsên Blokê biryareke di cih de ye. Ev boykot dê tesîreke çawa li mebûsên hatine hilbijartin ên girtî bike di rojên pêş de emê bibînin, lê vê boykotê kir ku kurd di nav siyaseta Tirkiyeyê de êdî xwedî gotin in. Êdî partiyên desthilatdarî bêyî guh bidin mebûsên kurdan dê bi rehetî nikarin hepsê xwe biajon. Helbet dibe ku guh nedin mebûsên kurdan û hespên xwe pîj bikin lê ev kirina wan her dê bi nemeşrûbûnê bê dîtin û nirxandin.
Berî her tiştî gel bi xwe vê boykotê dixwaze. Herin li kuçeyên Amedê bigerin û bipirsin hûnê vê yekê bi rehetî bibînin.
**
'ÇIMA ne 100, lê 36?'
Di nîqaşê de hevalê me Şengul Ogur pirsa "Çima ne 100, lê 36?"*** kiribû. Pirsek di cih de. Bi 36 mebûsî kurdan karî bi awayekî hêza xwe nîşan bidin. Helbet ev yek di heman demê de bi aktîfbûna hemû kurdan ku dikarin di saetekê de dakevin kolanan, dibe. Wekî Ogur jî balê dikişîne ser, ger 100 mebûsên kurdan hebana? Wê çaxê herhal dê Tirkiyeyê bihejanda. Û ev yek derdikeve holê: BDP, partiyên din ên kurdan û partiyên din ên di Blokê de, bi gotineke din Blok, divê ji bo hilbijartina pêşiya me 100 mebûsî ji xwe re bikeve hedef. Bi ya we ev hedefeke zor e?
Bi min na.
Gotineke din: Hemû mebûsên ku hatine hilbijartin (ji bilî Dicle ku mebûsiya wî hat betalkirin) neçin meclisê jî dê miaşê xwe bigirin, dê xala destnedana wan bidome heta ku meclis bixwaze wan ji meclisê bavêje (jixwe vê yekê nikare bike, bike dê hilbijartin dîsa pêk bê).
Bi gotineke din: Bila mebûsên me kurdan jî meaşê xwe bigirin (jixwe hemû bi bacên me têne dayîn), her roja sêşemê (ku roja civîna Meclisa Koman e) li Amedê koma xwe bîne ba hev, axaftinê bike û dêre vegere nav gel, li nav gel xebatê bike. Tiştên ku bike tune ne? Gelek in. Wekî nûnerên gelê xwe, li cem gelê xwe kar bikin...
Bi ya min ev wekî fikreke xweş dixuye.
**
NOTÊN HEM JI BO KOÇER, HEM JÎ FIKRÊN MIN
Hevalê me Evdile Koçer di nivîsa xwe ya "Bloka Kurdî çima bi ser ket?"**** de hin tişt gotibû. Min jî di nivîsa xwe ya berê vê de gotibû ku Koçer şaş difikire. Koçer dîsa bersiv daye. Bi kurtahî di wê nivîsa xwe de Koçer wisa gotibû: "Partiyeke ku tu tiştê wî tunebe meriv nikare pê re hevkariyê bike, lê helbet meriv dikare piştgiriyê bidiyê." (min bersiv dabû, ezê dîsa tiştinan bibêjim)
Jixwe mesela min jî ev bû: Partiyên ku di nav blokê de bûn (çi ê kurdan, çi jî ê tirkan) yê yekê jî tiştek wan tune bû. Partiyên ku tiştekî wan tune be tu dikarî pêre 'piştgirî' jî 'hevkavrî' jî bikî. Partiyên di nav Blokê de bûn bi hev re hem 'hevkarî' hem jî 'piştgirî' kiribun.
Dema min rexne li Koçer girt, armanca min ne ew bû çima bi van partiyan re (ha ê kurdan, ha ê tirkan) 'piştgirî' û 'hevkarî' kiriye. Berevajî vê ez 'piştgirî' û 'hevkarî'ya bi her du aliyan re jî diparêzim.
Ez naxwazim gotinê dirêj bikim: Tenê rexneya min li gotina Koçer a "yên ku tiştek wan tunebe" bû. Ji ber ku yê her du aliyan jî tiştek wan tune ye. Wê çaxê BDP divê bi tena serê xwe bikeve hilbijartinê?
Bi ya min rewşa Blokê rewşeke stratejîk e.
Tam di vir de gotinên min hene.
Bi ya min BDP'ê "di hilbijartinên giştî de" divê bi vê BLOK'ê re hevkariyê jî, piştgiriyê jî bike.
Ez wisa bibêjim: Her partiyeke ku bê avakirin divê desthilatdarî ji xwe re bikeve hedef, desthilatdariya heyî têk bibe, ew bibe desthilatdar. BDP jî wisa. Ez eşkere bibêjim: Ger BDP ne xwedî armancek ku 'ezê bêm desthilatdariyê û ezê vê derê bi rê ve bibim' be, ezê dengê xwe nedim.
Divê hedefa wê desthilatdarî be.
Îcar, mesela dema dibe BDP û dibe Tirkiye, rewş diguhere. Ez wisa difikirim: BDP li Bakur divê hedef bi tena serê xwe desthilatdarî be, ku niha hinek wisa ye, lê divê xurtir bike; li Tirkiyeyê jî divê desthilatdarî be hedefa wê lê dikare bi hinên din re, yan di îtîfaqê de...
Ji bo li temamê Tirkiyeyê bibe desthilatdar pêdiviya wê bi hêzên derveyî kurdan jî heye. Bi partî, rêxistin û şexsiyetan jî heye. Di vê Blokê de jî ev yek hatiye kirin, encam jî hatiye bidestxistin. Bi "Partiyên ku tiştek wan tune" re jî hevkarî hatiye kirin û vê hevkariyê encam daye.
Çend encamên ji vê derketine jî ev in:
- Di hemû hilbijartinên heta niha hatine li darxistin de herî zêde vê carê BDP'ê (Blokê) di çapemeniya Tirkiyeyê de cih dîtiye. Hema bibêje her êvar kesek ji Blokê di nav nîqaşeke televîzyona tirkan de cih girtiye. Çapemeniya nivîskî jî bi têra xwe cih veqetandiye. Digel hêza BDP'ê, tesîra Sirri Sureyya Onder jî, yê Ertugrul Kurkçu jî, hinek tesîra Tuzel jî, her wiha tesîra Altan Tan jî yê Şerafettin Elçî jî di vir de heye.
Bi kurtahî gavên Blokê avêtine gavên baş bûne, divê ev gavên baştir bidomin.
Wê rojê endamekî Meclisa Partiyê yê BDP'ê ji min re wisa dibêje: "Heta niha partî bi pere jî pêşnûmaya zagoneke bingehîn bida nivîsandin kesî nedinivîsand; niha yên me nikaribin binivîsin jî dikarin bi hinan bidin nivîsandin, ji ber ku meşrûbûnek pêk hat bi vê hilbijartinê re."
Ev meşrûbûn gelek muhîm e.
Erê di nav kurdan de pirsgirêka BDP'ê û siyaseta kurdan a meşrûbûnê nîn e, lê ger BDP jixwe re bike hedef ku ewê were desthilatdariyê û Tirkiyeyê bi rê ve bibe jêre meşrûbûna ji aliyê rojavayê Tirkiyeyê jî lazim e. Bi Blokê ev yek jî hinek tê cih.
Ji bo Koçer jî (helbet dizane, wekî gotin bê cih min wisa got) û ji bo hinên din ku nizanin jî em bibîr bixin: Nîvê kurdên Bakur li rojavayê Tirkiyeyê dijîn. Rola BDP'ê li Amed, Wan, Qers û Agirî cihê ye, li Manisa, Stenbol, Konya cihê ye. Divê ev neyê ji bîr kirin.
Li bajarên pêşîn me got dibe ku zêde cîranên kurdan ên tirk tune bin, lê li bajarên din kurd cîranên gelên din in.
Bi gotina dawî: Li Bakur hevakireyek xurt bi hemû rêxistin û partiyên kurdan re divê, li rojhilata Tirkiyeyê bi hêz û rêxistinên din re hevkariyeke din divê. Partiyek desthilatdarî bide pêşiya xwe ev yek jêre divê.
Lê ger em bibêjin 'BDP bila tenê li Kurdistanê serdest be' (ku ez wisa nafikirim, min li jor jî qal kir) wê çaxe pêdivî bi 'hevkarî' û 'piştgirî'ya blokê nîn e.
**
STENBOL MUHÎM E
Ji bo NÎQAŞA Diyarnameyê ez çend tiştên din jî lê zêde bikim: Ji bo kurd, bi gotineke din BDP li Tirkiyeyê bibe desthilatdar divê pêşî li Stenbolê ber bi desthilatdarî ve here.
Pêşî îstatîstîk:
Li Stenbolê di hilbijartina 2011'an de 8.151.143 deng hatine bikaranîn. Ji van dengan Blokê tenê 346.617 deng girtine.
Yanê ji 8 mîlyonî tenê 346 hezar û 617 deng. De bifikirin ji bo BDP bibe desthilatdar pêdivî bi çend dengî heye?
Ez mînakek bidim: Yê AKP'ê tenê li Stenbolê bi ser mîlyonekî (1 mîlyon) re endamên wê yên fermî (yanê yên qeydkirî) hene. AKP'ê li Stenbolê 3.929.599 heb deng girtine. (yanê 4 mîlyon. Yanê nîvê hemû dengên li Stenbolê)
Em dibêjin li Stenbolê 5 mîlyon kurd hene (dibe rast be jî, ku rast be parçeyeke Kurdistanê ê mezin li vir e) çima em 350 hezar dengî digirin, çima nikarin mîlyonekî dengî bigirin?
Bi gotina dawî: Ger BDP dikare bi tena serê xwe (bi ya min hinek zor e), yan jî bi şirîkên xwe re, divê li Stenbolê bi ser mîlyonekî re dengan bigire. Nexwe bi vî awayî ne bendava sedî 10 (ku di hilbijartina pêşiya me de herhal dê dakeve) derbas bike, ne jî dikare bibe desthilatdar.
Wekî gotina dawî: Divê ev BDP bibe desthilatdar, bi tena serê xwe, yan jî bi partî û rêxistinên ku wekî wê, yan jî nêzî wê difikirin re... Ne bi hevkariya bi AKP'ê re (ku Koçer "Lê heke mesele hevkariya bi tirkan re be, weke di "Pêvajoya Xabûrê" de bila ev hevkarî jî bi AKP/CHPê re be." pêşkêş dike).
Herhal tê zanîn ku bi partiyeke re ku raste rast li kurdan binêre û bibêje "yek ziman", hevkarî çênabe.
*Sandalye Dagilim:
**Karsazên Amedê jî Eronata AKP'yî naxwazin
***Çima ne 100 lê 36 parlementer?
****Evdile Koçer, Nûkurd
*****Here ji Erdogan re bibêje 'Ez Siltanê Kurdistanê...'


