logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Bersivek ji bo Amîdakurd

  • Dîrok: 20/01/2009


A rast ez ji polemîkan aciz im û dema min nîn e ku ez ew qas li dû tiştên wisa bigerim. Ji ber nebûna demê jî ez vê nivîsê bi derengî dinivîsim; Lê mecbûrî dinivîsim; divê ez hin tiştan bibêjim.

Mesele ev e: Bi sernavê "Amîdakurd nûçeya min bikar aniye lê..." (1) min nivîseke nivîsî. Ji ber ku nûçeya min di Amîdakurd de hatibû weşandin lê navê min bikar neanîbûn, tenê navê ajansê û navê wergerê xwe bikaranîbûn. (Ji bo agahiyên li ser nûçeyê li çavkanî 1'ê binêrin)

Hin malperên me ev nivîs bikar anîn. Li ser vê Amîdakurdê dîsa bêyî navê min, bêyî navê malperê bide (ne xema min e navê min bê dayîn yan na, ez li ser kedê disekinim) bersiveke dabû di malpera xwe de.

Amîdakurd di bersiva xwe de wisa dibêje: "Mîna agahî: Dema mirov nûçeyek ji ciyek û bi taybet ji ajansekê bigire, mirov ne mecbûr e navê nûçegihan jî bide, diyarkirina çavkaniyê têre dike!. Eger nerazîbûneke nûçegihan hebe jî, dikare ji ajansa ku jê re kar dike re bêje, lewra êdî muxatab ajans e. Dema nûçe gihîşt ajansekê û tê de hat weşandin, êdî malê ajansê ye!.."

Belê wisa dibêje Amîdakurd.
Carinan mirov bi tiştan nizane, mimkûn e mirov nizanibe jî. Bi ya min ev ne şerm e. Lê mirov îdîayên mezin bike, bêyî lêkolîneke bike, dev ji çapemeniya biyanî jî berde, bêyî li malpera xwe binêre û tiştinan bibêje tam li wê derê nezanî dest pê dike.

Emê çend mînakan bidin li ser gotina Amîdakurd û emê biryarê ji we re bihêlin:
A- Pirtûka "Medya Etik ve Hukuk" (2) wisa dibêje di rûpel 88, beşa "Rêgez û peywirên bingehîn ên rojnameger" (xala 5'an) de: "Ajanslardan alinan ozel haberler kullanilirken kaynak belirtilmesine ozen gosteririlir" (Nûçeyên taybet ku ji ajansan hatine girtin, di nîşandayîna çavkaniyê de xesasiyet tê nîşandayîn).
Di heman pirtûkê rûpela 96'an de jî li gor "Rêgezên Pîşeyî yên Çapemeniyê" yên Konseya Çapemeniyê (xala 8'an) heman tişt bi awayeke din hatiye gotin.
B- Ji bo gotina Amîdakurd "mirov ne mecbûr e navê nûçegihan jî bide" mînakek din: Rojnameya Milliyetê hem di malpera xwe de (ku li Tirkiyeyê malpera ku herî zêde serîlêdan ji bo wê çêdibe ye) hem jî di rojnameyê bi xwe de dema ji ajansê nûçeyê digire hem navê ajansê hem jî navê nûçegiyan bikar tîne. (3)
C- Rojnameya Radîkalê jî di nûçeyen taybet de hem navê nûçegihan hem jî yê ajansê bikar tîne. (4)
D- Mînakek jî ji kurdan: Rojnameya Gundemê dema nûçeyeke DÎHA'yê yan jî ya ANF'ê bikar tîne hem navê nûçegîhan hem jî yê ajansê bikar tîne. (5)
Di vir de divê em noteke lê zêde bikin, rojnameyên mezin ji ber ku bi têra xwe nûçegîhanên wan hene û nûçegîhanên wan bi têra xwe nûçeyan çêdikin îmzeya nûçegîhanên taybet ên ajansan kêm di rojnameyan de dixuyin.

Em mînakên çapemeniya din deynin aliyekê û bi mînakên ji Amîdakurd bixwe bersiva Amîdakurd bidin. Ka li ser vê bersivê dê çi bibêjin:
Ji Amîdakurd çend mînak:
- "Xebatên çêkirina rê zirarê dide Medreseya Feqiyê Teyran"    
09.10.2007, ŞIRNEX (DÎHA)
VEDAT YILDIZ / MEHMET CEVÎZCÎ

- Sohbetek bi Havîn Funda Saç re  (25.11.2008) 
Havin: Îdealên Nifşa Me Nînin
Zelal GULE –ANF
Werger: Mahabad F. ARDA

- Zayîn: Serok û Dîrok
Ferhat Aslan - Riha
DÎHA, Azadiya Welat

Belê mînak ev in. Digel ku ev mînak niha di malpera Amîdakurd de hene jî ew bersivê didin û wisa dibêjin: "Mîna agahî: Dema mirov nûçeyek ji ciyek û bi taybet ji ajansekê bigire, mirov ne mecbûr e navê nûçegihan jî bide."

Digel ku me mînak ji çapameniyên din dan ku wan navê nûçegihan bikar anîne jî, em bibêjin hûn ne mecbûr in navê nûçegîhan bidin. Em bibêjin ev gotina we rast e. Wê çaxê we çima navê van her du nûçegîhanan da?
Yan divê hûn navê tu nûçegîhanî/ê nedin, yan jî divê hûn yê hemûyan bidin.
Ger hûn yê hinan bidin, yê hinan nedin ev yek jî tê vê wateyê: Hûn ji kesên ku jê hez dikin navê didin, yên ku jê hez nakin navê nadin. Ger wisa be, kesek ku hûn jê hez nekin hûn çima ji nûçeya wî/ê hez dikin?
Ger mesele "hezkirin an nehezkirin be", wê çaxê bi vê kiryara xwe hûn vê nîşan didin: Di malpera we de tu rêgez nîn e. Dilê we bixwaze hûn navê nûçegîhanan lê dikin, dilê xwe nexwaze hûn navên wan lê nakin.


Bi hêviya ku min karî bidim fêmkirin.


Çavkanî:
1- Amîdakurd nûçeya min bikar aniye lê...,Diyarname
2- Medya, Etik ve Hukuk, Amadekar: Suleyman Îrvan, Ragip Duran, Fîkret Îlkîz, Weşanên BîA
3- Ji Milliyetê du mînak:
-Ahmet Haşim MUHTAROĞLU/TUZHURMATU, (DHA): Kürt Bölgesel Hükümeti'nden 4 parti çekildi
- Hakan AYDIN/ ARTVİN,(DHA): Yanlış manşet ortalığı karıştırdı 
4- Ji Radikalê mînakek:
- Onur Ozkan (DHA): Horoz dövüştürürken göz çıkardılar
5- Ji Gundemê mînakek:
- Sami Yılmaz, HAKKÂRİ (DİHA): Sıfır noktasındaki Rubarok'ta su ihtiyacı 2 kilometre uzaklıktan karşılanıyor


Notek ji bo xwendevanên Diyarê Me: Ez naxwazim bi meseleyên xwe yên şexsî dema we bigirim, lê biborin ku ez mecbûr bûm bi vê nivîsê vî quncikî dagir bikim. Dema mesele dibe meseleya ked û rêgezan ez xwe mecbûr dibînim ku bersivê bidim.

cemilo@diyarname.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

EMÎNE DEMÎR

  • 25 Tebax 2011

Nizanim hûn Emîne Demîr nas dikin an na. Emê îro qala çîroka wê bikin. Emîne Demîr di 10.04.1985'an de li Qosera Mêrdînê tê dinê. Dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Qoserê, li Zanîngeha Gaziyê jî Beşa...

Kurdên AKP'ê, Kurdên HDP'ê

  • 20 Pûşper 2023

Li ser rûyê dinê çend heb rêgez/bîrdozî/bawerî hene. Em ji van çend tiştan bibîr bixin:- Sosyalîzma rastîn "Mafê diyarkirina...

Tirkên Iraqê, Kurdên Sûrî

  • 18 Tebax 2012

Ji bo Tirkên Iraqê gaveke nû dest pê kir, lê ji bo Kurdên Sûrî?... Vane Tirkên Iraqê û Kurdên Sûrî...Pêşî ez bibêjim, peyva...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Abramovich kulûbey Chelsea roşeno

ad

Şanoya Bajêr 9 lîstikan dê pêşkêş bike

ad

Wêjegeh Amedê de di çalakiyê bi kurdî

ad

Bi we dilê zarokek hêjayî çend welatan e?

ad

Fîlmên vê hefteyê

ad

Nûbiharê li ser “Jina Kurd” dosye amade kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname