Diyarname
Hevserokên HDP'ê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag ku her du jî girtî ne ji bo Xelata Azadiya Ramanê Saharov wekî berendam nîşan dan.
Parlemena Ewropayê (PE) li ser navê zanyarê Sovyetê Adrey Saharov her sal vê xelatê dide. Saharov di sala 1975'an de Xelata Nobelê ya Aştiyê girtibû. PE ji sala 1988'an ve vê xelatê dide kesên di warê mafên mirovan û azadiyan de xebat kirine. Par ev xelat dabûn parêzvana mafên mirovan a êzîdî Nadîa Mûrad û Lamiya Başar. Di salên 90'î de dema Leyla Zana girtîbû bi vê xelatê hatibû xelatkirin, Zana piştî ku derket çû xelata xwe girt.
Parlemena Ewropayê di malpera xwe de berendam eşkere kirin. Îsal ligel Demirtaş û Yuksekdag ji Pakistanê Asia Bibi, ji Guetemalayê Aura Lolita Chavez Ixcaquic, ji Swêdê nivîskar û rojnameger Dawit Isaak, ji Burundian parêzvanê mafên mirovan Pierre Claver Mbonimpa û Muxalefeta Demokratîk a li Venezuellayê ji bo xelatê wekî berendam hatine nîşandayîn.
Kesên bi ser bikevin dê 26'ê meha kewçêrê de bêne eşkere kirin û roja 13'yê berfanbarê bi merasimek dê xelat bêne belavkirin.