Balkêş e, dema meriv rabirdûya ol, bîr, bawerî, heta li ya bîrdoziyên li pey xwe şop hêlane, li ser hizir û jiyana mirovan bandor kirîne dinêre dibîne ku ji wan tu bêyî artêşeke bi rêkûpêk an bi yeka bêpergal-şerkar belav nebûne!..
Di hemû ol, bawerî û bîrdoziyan de cihê artêşê bivê nevê ye! Bêyî artêş ne tu hizir, ne tu bîrdozî û ne jî tu ol di nava mirovahiyê de belav nebûne, ji xwe re alîgir bawermend peyda nekirine…
Yanê di belavbûna ol û bîrdoziyekê de eger artêşeke wê olê yan wê bîrdoziyê ji xwe re neke mertal nebe nikare cihekî feth û talan bike; tu ol û bîrdoziyan bêyî ku artêşekê bişînin şerê xwe yê pîroz, ji alî alîgirên xwe ve wekî oleke pîroz wekî bîrdoziyeke pîroz nehatine dîtin; ango xwe îspat nekirine! Jixwe piştî şerê li ser navê wan bi artêşekê hatiye kirin bûne ola pîroz, bûne bîrdoziya pîroz…
Yanê bi şerekî ku artêşa wan bi serkeftî bi encam kiriye, pê bûne xwediyê pîrozahiyê!
Bi wê pîrozahiyê alîgirên wan, zarok û nevîçirkên alîgirên wan heta mirinê bi wê pîroziyê ve girêdayî mane, li ser wê pîroziyê cîhana xwe ya manewî bi wate kirine.
Ji yên wan şeranda mirine re jî payeyek formîle kirine, şehîd…
Çiku artêş gotin şer gotin e! Artêşek bes dikare bi şerekî mezinahiya xwe hêza xwe nîşan bide; zerdeştiyan dema nekarîn bi Goştasp bibin baweriyeke belav, piştî Zerdeşt 870 salî bi şûn ve ku Sasanî derketin ser dika dîrokê bûn baweriyeke ku haya cîhanê jê çêbûyî û bi destdayîna hêza Sasaniyan a artêşê derfet bi dest ve anîn, ku bi wêrekî baweriya xwe belav bikin.
Helenîzm bi rêya Artêşa Îskender belav bû gihîşt heta Zagrosan; hê jî şopên wê çandê li ber çavan e.
Li hemberî fîrawûnê Misrî şerê rizgarkirina cihûyan ê pêxemberê wan Mûsa ew qas pîroz e, bi efsaneyên wisa tê vegotin ku ava Çemê Nîlê xwe li pêşiya wî û qewmê wî vekişandiye daye alî; dibêjin rê ji Mûsa û nijada wî re vekiriye!
Eger Artêşa Îslamê li Mekeyê bimaya ola îslamê wisa belav nedibû, belavbûna ola îslamê berhema artêşa wan a fetihkar e…
Îsewî piştî li nav nijada xwe cihûyan têk çûn berê xwe dan Romayê, wan li Romayê tola Îsa hilanîn; piştî zayînê di çilî de bi raperînekê Roma di nav agir de hiştin, bûn sedem ku Jul Sezar xwe bikuje; Vatîkan kirin paytexta ola xwe û bi Artêşên Xaçperestan re piştî Îsa hezar salî bi şûn ve dîsa berê xwe dan rojhilat…
Ev têkiliyên bi hev heyîbûnê ya ol û artêşan bû; dibêm eger qewmê Îsraîlî wekî serjimar pirbûna, artêşeke wan a şên û fetihkar hebûya wê baweriya xwe li ser ên din jî ferz bikirana, belkî ola Îsa derneketa holê; pê re dibêjim, eger Manî bi ya Şahpûr bikira baweriya xwe bixista xizmeta Sasaniyan, Manî jî bi Şahpûr re biçûya fetihkirinan, ne ola wî virnî dima ne zerdeştiyên hov û çavsor seriyê wî ji gewde difirandin, çêrmê wî digurandin bi rojan li deriyê bajarê ve daleqnayî nedihiştin; dibêm eger Manî baweriya xwe bigihanda mexsedê dibe îslam derneketa holê; nizam, belkî dibêjim…
Û pê re pê re ol, artêş wiha dibin destbirakên hev, dibin şirîkên hev ên tewanê; loma yên Helebçe bi jehrê fetisandin jî gotin ayeta ola me wiha dixwaze yên li mizgeftan bi bangdana selayê çûn bidestxistin û talan û destdirêjiya Efrînê jî gotin ola me wiha ferman dike; “helal e, caîz e, herin talan kin, birûxînin û destdirêjiyê lê bikin…”
Derewkarê wan im, “digotin ku yezdan jî bi wan re ye…” Berî vê sed salî yên dabûn ser pişta êzdî û ermenan jî wisa gotibûn, piştî wê sed salî yên hetibûn Şingalê jî heman tişt gotibûn!..
Helbet, wekî têkîliya ol û artêşan têkîliyeke bîrdozan û artêşan jî heye;
Wekî Hîtler, Mûsolonî jî pişta xwe dida artêşa xwe, komonîzma Lelîn û Stalîn jî pişta xwe dida artêşa xwe ya helesor…
Loma, çi ol çi bîrdozî bêyî artêşeke har, bêyî şerekî talana pîroz nekarîne xwe îspat bikin û ev yek bes bi artêşekê pêkan e; helbet di wê rêya ‘pîroz’ de bêhejmar bi dayîna şehîdan pêkan e...
Di sala 2014’an de me bi çavên serê xwe dî, (hikumet)a Tirkiyê bi şerê li dijî destbirakên xwe şerê xwe yê pîroz bi rê ve bir, îro pê bûye (desthilat)a Tirkiyê…
Lê û belê, pîrozî her li ser navê çi jî be, şerê pîroz her li ser navê kîjan ol, pêxember, hizirvan û bîrdoziyê jî be, dibêm jê tu ne bo xêra mirovan bûne; bo xêra mirovan bi tenê şerek pîroz e, ew jî şerê xweparastinê ye, yên din hemû bo talanê ne, bo destdirêjiyê ne, bo wêrankirinê ne; heram in.


