Diyarname
ÎKSV di nîveka yekemîn a salê de 4 festîvalên cuda li dar xistin û di van festîvalan de îsal bi giştî 222 hezar kesî mêvanî kir.
Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (İKSV) wekî salên borî îsal jî di nîveka yekemîn a salê de Festîvala Fîlman, Şano, Muzîk û Cazê lidar xist. Îsal jî bi sed hezaran kes bûn mêvanan van festîvalan, eleqeyeke baş nîşan dan û li hunerên di festîvalan de temaşe kirin.
Festîvala fîlman: 135 hezar
Festîvala Fîlman a Stenbolê îsal 33'yemîn car di meha avrêlê de deriyên xwe vekirin. Ji 50 welatan, di bin 25 beşan de bi giştî 357 fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlmên 245 derhênerî hatin nîşandayîn. Salonên sînemayê sedî 84 tije bûn û di 2 hefteyên festîvalê de bi giştî 135 hezar kes çûn li fîlman temaşe kirin.
Her wiha di çarçoveya festîvalê de 7 gotûbêj, 3 dersên sînemayê, 2 atolye li dar ketin.
17 hezar kes bûn mêvanên Festîvala Şanoyê
Festîvala Şanoyê îsal 19'emîn car li dar ket. Festîvala ku 9'ê gulanê dest pê kir, 5'ê pûşperê bi dawî bû. 7 jê ji derveyî Tirkiyeyê 31 komên şano, dans û performansê nêzî 100 lîstik pêşkêş kirin. Bi giştî bi ser 17 hezar kesî re li şanoyan temaşe kirin.
Festîvala muzîkê
Festîvala Muzîkê ya Stenbolê ku îsal 42'yemîn car li dar ket, di navbera 1-27'ê pûşperê de deriyên xwe vekirin. Orkestrayên ode û senfonî, konserên vokal, resîtal, "Klasîkên Yekşemê" ku bê pere hatin pêşkêş kirin, bi giştî 26 konser di vê çarçoveyê de li dar ketin. Di gotûbêjîn "Ber bi konserê ve" de jî berî konseran sohbet hatin kirin. Fazil Say ji bo 60'emîn sala mirina Sait Faik ji bo wî berhemeke nû pêşkêş amade kir û pêşkêş kir. Îsal 22 hezar kes çûn xwe dan ber dengê muzîkê.
Cazhez jî ne hindik bûn!
Festîvala Cazê ku ev 21 sal in li dar dikeve îsal di navbera 1-16'ê tîrmehê de li dar ket. Li 13 cihên cuda li dor 40 konserî hatin pêşkêş kirin. Li dor 200 hunermendên ji Tirkiye û derveyî Tirkiyeyê hunera xwe pêşkêş kirin û li dor 25 hezar cazhez bûn mêvanên festîvalê.
Xebatên din ên ÎKSV'ê jî didomin. Bîenala Venedîkê ku ÎKSV mêvan e heta 23'yê sermawezê didome, dîsa muzîkala ku dansgerên arjantînî ku mêvan bû di 30'yê gulanê de li dar ket. Her wiha hin konserên mezin ên din jî bi xebata ÎKSV'ê li dar ketin.
Salona ÎKSV'ê ku ji bo hunermendan û xebatên wêjeyî amade ye jî her bi çalakiyan tije dibe û vala dibe.
Xebatên payîzê
Xebatên çandî yên ÎKSV'yê di nîveka duyemîn a salê de jî bidomin. Festîvala payîzê ya fîlman "Fîlmekîmî" di meha kewçêrê (11-17'ê mehê) de li dar dikeve û îsal li dor 40 fîlmî dê bêne nîşandayîn.
2'yemîn Bîenala Dîzaynê ya Stenbolê îsal dê di navbera 1'ê sermawezê û 14'ê berfanbara 2014'an de li dar bikeve. Dîzaynhez dê bikaribin bê pere li bîenalê bigerin.