Diyarname
Pirtûka rêzimana kurdî ya Sadiq Bahaeddînê Amêdî ku wekî yek ji rêzimanên kurdî yê bingehîn tê hesibandin ji nû ve hat çapkirin. Pirtûk ji Weşanên Dîwan derket.
"Rêzimana Kurdî" (Danberheva Kurmancî-Soranî) ya kurmanciya jorîn û jêrîn ya hevberkarirî ji Weşanên Dîwan derket. Pirtûk ji aliyê Sadiq Bahaeddînê Amêdî hatiye nivîsandin ku ev xebat ji bo zimanzanên kurdî û zimanhezan wekî berhemeke sereke û bingehîn tê hesibandin.
Pirtûka ku heta niha gelek zimanzanên kurdî sûde jê girtiye, niha li Stenbolê çapa wê ya nû hate kirin.