Cemil Oguz
Piştî ku hevpeyvîna Wezîrê Perwerdehiyê Dilşad Ebdurehman di rojnameya "Kurdistanî Nwê" de hat weşandin û li malperên kurdan de belav bû Îboyê Lasirînî û welatên pêşketî hatin bîra min. Min got; Di vê meseleyê de çend gotinên ku ez jî bibêjim hene.
Pêşî Xalê Îbo...
Xalê Îbo ji gundê Lasirînê bû, loma jêre digotin: Îboyê Lasîrînî. Lasirîn gundekî kurmanc e, Xalê Îbo jî. Xalê Îbo li gundên der û dorê bi karê dan û standina heywanan re mijûl dibû. Heywan dikirî û dibir bajêr difirot. Ew kurmanc bû, ji ber ku diçû li gundên zazayan jî sewal dikirîn bi zazakî jî dizanî. Rojekê li wê derdorê ne kurmanciya wî, ne jî zazakiya wî bû pirsgirêk. Dema diçû gundên zaza bi wan re bi zazakî bazar dikir, di gundên kurmancan de jî jixwe kurmancî. (Gelo mimkûn e Wezîrekî kurdan hinek serê xwe biêşîne û bi hemû zaravayên kurdan bizanibe...)
Dema gotina birêz Ebdurehman hate bihîstin ev hate bîra min: Gelo li Dihokê kurmancî bê pêşxistin dê Hikumeta Herêma Kurdistanê parçe bibe? Yan jî li Silêmaniyê kurdên Silêmanî hem bi kurmancî hem bi soranî bizanibin dê Hikumeta Herêma Kurdistanê nikaribe karê xwe bimeşîne?
Ez eşkere bibêjim: Carinan dema ez gotinên hin kurdên me dibihîzim ez şerm dikim. Bi bihîstina vê gotinê re jî min şerm kir.
Heta niha Tirkiyeyê dixwest li Tirkiyeyê yek ziman, yek netewe hebe. Ji ber vê yekê, hê jî kurdî li saziyên fermî nayê qebûlkirin. Ji ber biryara bikaranîna kurdî ya di şaredariyê de Şaredarê Sûrê ya Amedê ji kar hat girtin.
Gelo em biryareke wisa bibihîzin dê çawa be: Ji ber ku Komeleya Yekîtiya Nivîskarên Kurd a li Dihokê bi kurmancî kar dike Hikumeta Herêmê ya Kurdistana Federe biryar girt ku mohr li deriyê komeleyê bide. Hikumetê got; "Ji bo yekîtiya kurdan an hûnê bi soranî kar û barên xwe bikin, yan jî em mohr li deriyê we didin..."
Ger biryareke wisa bê girtin gelo hûnê çi bifikirin?
Hûnê bipirsin: Lê biryareke wisa dibe?
Ger li Başûr biryar bê girtin ku li dibistanan her du zaravayê neyên bikaranîn, kurd nêzî hev nebin dê di dawiyê de biryareke wisa jî neyê girtin?
Li gor gotina birêz Dilşad Ebdurehman, "Hebûna du zaravayan bi awayê niha di qonaxên xwendinê de dê tesîreke xirab li ser netewayetiya kurd bike..."
Li gor gotina tirkan jî, "Li Tirkiyeyê ji bilî bikaranîna tirkî bikaranîna zimanekî din tesîrê li ser zimanê dewletê dike û ji ber vê yekê qedexe ye..."
Me çi fêm kir?
Li Tirkiyeyê dewlet nahêle kurd zimanê xwe di perwerdehiyê de bikar bînin...
Li Başûr birakên me naxwazin kurmanc zaravayê xwe di perwerdehiyê de bikar bînin...(digel ku dizanin sedî dor 70'ê kurd kurmancî bikar tînin jî)
Em mînakeke wisa jî bidin: Dihokî rabin bibêjin 'Na, divê soranî li dibistanan bê rakirin û tenê bi kurmancî perwerdehî çêbe, dibe gelo?
Nizanim fêde dike yan na lê em dîsa vê bibêjin:
- Li dinyaya pêşketî, li gelek welatan du ziman, li hin welatan ji du zimanan zêdetir wekî zimanên fermî têne bikaranîn û tişteke bi wan welatan nayê (Ku kurdî tenê zimaneke, tenê çend zaravayan wê hene. Tu dibêjî qey ev wisa pirsgirêkeke mezin e ku kurd nikarin ji bo kurmancî jî soranî jî butçeyê veqetînin...)
- Li gelek welatan bi du zimanan tabelayên trafîkê li ser rêyan daliqandî ne, li wan deran tu pirsgirêk dernayê.
- Li welatên pêşketî êdî karmendên wan ne tenê bi zimanekî bi çend zimanan dizanin û bi van zimanan xizmetê wan dikin (Nizanim hikumet biryarekê bigire ku wezîrên hikumetê hemû hînê kurmancî û soranî bi hev re bibin dê ji wan re zehmet be? Dibe ku ji birêz Dilşad Evdurehman re zehbet e loma dixwaze tenê Soranî hebe...)
Gelo hewce dike mirov mînakan zêde bike?..
Bi hêviya ku Mamsote Jîr Dilovan baştir bibe, ji ber ku sedî sed bi mijara me ve girêdayî ye û mînakeke baş e, ez dixwazim paragrafekê ji nivîsa wî bigirim: "Îro em li welatên ku bi hezar salan e zimanê wan fermî û rûniştiye binihêrin. Ji ber ku ez li Almanyayê dijîm ez vê derê mînak bidim. Bi dehan zarava û devokên cîgehî hene. Lê qet zaravayek li ser zaravayên din nehatiye ferzkirin. Zimanekî fermî ku ji hemû zaravayan hatiye holê bi navê 'Hoch Deutsch' (Almaniya Bilind) kirine zimanê perwerde û ragihandinê. Wekî din hemû kes zarava û devokên xwe bikartîne û pêş dixe.
Kesek li vir derneketiye holê û negotiye bila devoka Bayern an jî devoka Sachsen bibe zimanê Alman ê fermî.
Çar zarava û bi dehan devokên kurdî dê xwe biparêzin, xwe pêş bêxin û werin bikaranîn. Di pêvajoyeke dirêj de, heger şert û merc jî veguherin, ji çar zaravayan dê kurdiyeke hevgirtî derkeve holê. Lê ne bi zorê û ne bi awayek mekanîk. Kesek jî nikare bibêje bila zaravayê min fermî be..." (09.02.2006, Diyarname)
Nizanim êdî pêdivî bi dirêjkirinê heye...
Bi destûra we ez vê jî lê zêde bikim:
- Parçekirin an yekîtiya kurdan di destê kurdan de ye.
- Pêşxistin û têkbirina zaravayên kurdan jî di destê kurdan de ye.
Êdî hûn bi ya xwe. Lê divê neyê ji bîr kirin: kurmancî, soranî, zazakî, goranî, lorî hemû zaravayên me ne, parçeyeke ji laşê me ne. Nizanim kî dixwaze parçeyên xwe bavêje?
Hûn ji kurdên zaza yên li vir bipirsin ew naxwazin dev ji devoka xwe berdin, kurmancên Mêrdînê û Dihokê jî bi vî awayî... Bi qasî ku ez dizanim soranên li Silêmanî jî naxwazin dev ji devoka xwe berdin. Herhal gotin û mînaka ku mamoste Jîr Dilovan li jor gotiye tam li gorî kurdan e.
Bi hêviya ku de Hikumeta Başûr bikaribe ji bo hemû zaravayan butçeyê veqetîne û perwerdehiyê li ser wan bike...


