AMED
Şaredar û rêveberên Rojava ji bo beşdarbûna Konferansa “Ji bo Avakirina Aştiyê Hevdîtina Şaredariyan” ya ji aliyê GABB’ê ve hat organîze kirin, hatin Amedê. Şaredar û rêveber îro çûn serdana Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr.
Di nav heyetê de Hevşaredarên Qamişlo Sema Bektaş û Muaz Abdulkerîm, berpirsa aboriyê Helepçe Xelîl, Hevşaredara Amûdê Bêrîvan Tunis, rêveberê şaredariya Bulbula bi ser Efrînê ve Salih Seydo, rêveberê navçeya Cendereyê Behmend Hesen, rêvebera Şaredariya Şiyê Nurşan Huseyîn hebûn.
Serokê Şaxa Tum Bel-Senê Medenî Alpkaya û Midûrê Beşa Çand û Turîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin Muharrem Cebe di serdanê de hevaltiya mêvanên Rojava kir.
Rayedarên Rojavayî got ku wan ji Rojava ji bo Amedê silav anîne. Rayedarên Rojavayê Kurdistanê diyar kirin ku, ew bi dilxweşî Amedê dişopînin û bal kişandin ku karmendên şaredariyê yên rejîma berê çav li saetên xwe yên kar bûn, lê niha karê şaredariyê gel girtiye ser milên xwe. Rayedarên Rojava dan zanîn ku ew dixwazin ji ezmûna Amedê sûdê wergirin.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr destnîşan kir ku bila her şaredarî di nav xwe de delegasyoneke xebatên xwe pêk bîne û bînin Amedê, ew ê jî di çarçoveya bernameyekê de xebatên xwe ragihînin delegasyonê. Baydemîr diyar kir ku ligel vê yekê ew dikarin ezmûnên xwe digel wan parve bikin û bi hev re têkiliyên dualî ava bikin.
Pişt re Baydemîr, tabloyeke Çînî diyarî şaredarên Rojava kir.