Ayfer Duzdaþ: Di muzîka kurdî de xitimînek heye
Îsmaîl YILDIZ
Yekemîn albûma solo ya muzîsyena kurd Ayfer Duztaþ ku salên dirêj di komên cuda yên muzîkê ku di bin banê Navendên Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de xebat dikin de cih girtiye, di demeke nêzîk de derdikeve piyaseya muzîkê.
Ayfer Duztaþ di sala 1996’an de li NÇM’ê dest bi perwerdehiya muzîkê û baxlemayê kir. Di sala 1998’an de li Lîseya Hunerên Bedew a Perayê dest bi perwerdehiya þan û kemanê kir. Piþtî perwerdehiya du salan di Koma Venge Sodirî ku bi zaravayê zazakî muzîkê dike û di Koma Asmîn ya ji 11 jinan pêk hatibû de cih girtiye. Di albûma Þahiya Stranan 1-2 de cih girt. Her wiha di albûmeke ‘Wayir’ ku bi zaravayê zazakî ye de cih girtiye. Ayfer Duztaþ dê bi albûmeke ku çîrok, êþ û hestên kurdên ku li her çar parçeyên Kurdistanê dijîn, hene. Duztaþ, çîroka xwe ya muzîkê û albûmê ji DÎHA’yê re vegot.
- We berî vê jî di komên mûzîkê yên NÇM’ê de cih girt û gelek xebatên baþ kirine. Hûn dikarin serpêhatiya xwe ya bi van koman re bi kurtasî ji me re bêjin?
Min di sala 1996’an de serî li kursa sazê ya ku NÇM’ê vekiribû da û min salekê li vir li ser bikaranîna sazê û notayan ders girtin. Piþtî salekê Koma Vengê Sodirî hate avakirin û min jî tê de cih girt. Piþtre jî min di Koma Asmîn a di bin banê NÇM’ê de hate avakirin de cih girt. Her wiha ez beþdarî gelek þahiyên li hundir û derveyî welat bûm. Piþtî wê projeya bi navê Þahiya Staranan 1, 2 hate çêkirin û min jî dîsa tê de cih girt. Me bi van projeyan zêdetirîn stranên ku eslê xwe kurdî ne, lê ji aliyê TRT’ê ve bi tirkî hatine bikaranîn, ji nû ve bi kurdî gotin.
- Ger ku em bên ser albûma we ya solo, we bi gelek komên baþ re xebat kir, lê hûn niha xebateke serbixwe dimeþînin û hûn albûma solo amade dikin. Em dikarin hewcehiya we ya bi albûma solo hîn bibin?
Bi rastî dema min nû dest bi xebatên li NÇM’ê kir jî di hiþê min de albûma solo hebû û kom jî ji vê re bûn wesîle. Ji bo min xebata bi koman re tecrûbeyek bû. Dikarim bêjim wekî dibistanekê bû.
- Li gorî we xebata bi koman re an jî xebata bi tenê xweþtir e, yanî hûn ji kîjanê encamê digirin?
Li gorî min herdu þiklê xebatan jî bi keyf e û ez dikarim bêjim herdu jî bi encam in. Lê di xebata bi koman re de hewceye ku mirov hiþên xwe bike pênc alî. Çimkî kom ji aliyê çend kesan ve têne avakirin û wê çaxê mirov neçar e ku bi hevalên di komê de re yekbûnekê pêk bîne. Lê di xebata soloyê de ev hêsantir e. Wê çaxe tu ne neçarî ku enerjiya xwe parçe bikî. Ev jî di warê muzîkê de serkeftineke þexsî pêk tîne.
- We di albûma xwe ya solo de zêdetirîn cih daye stranên kîjan herêman? Em ê bikarin çîroka ku derê di albûma we de bibihîzin?
Bi rastî di repertûara albûmê de me çîrok, êþ û hestên kurdên ku li her çar parçeyên Kurdistanê dijîn, hene. Mirov dikare bêje ku ev albûm kombûna êþên kurdên çar parçeyan e. Ji erdnîgariya Tirkiyeyê zêdetir stranên Çewlik, Amed, Varto û yên Dêrsim di albûmê de cih girtine. Di albûmê de 13 stran hene û ji van 5 dimilkî ne. Dîroka derketina albûmê ne diyar e, lê ez dixwazim bigihînim Newrozê.
- Her wiha hûn muzîka alternatîf bi kar tînin. Kesên ku mûzîka alternatîf pêk tînin bi pirsgirêken çawa re têdikoþin? Hûn di warê aborî û teknîkî de bi kîjan pirsgirêkan re rû bi rû dimînin?
Weleh, nêzî 4 salan e ku li ser vê albûmê dixebitim. Ew keda xebata 4 salan e. Ji NÇM’e gelek hevalên ku bi vî avayî dixebitin hene. Di vî warî de bi taybetî jî hevalên jin piþtgiriyê nabînin. Xwediyên þîrketan bi avayekî germ nêz nabin. Sponsorî pêþ neketiye. Ji bo vê jî di warê aborî de em bi gelek pirsgirêkên fireh re têdikoþin.
- Di warê sansurê de rewþ çi ye? Demeke dirêj bi taybetî li ser muzîka kurdî sansur hebû. Dema we bi koman re xebat dikirin an jî niha sansurê di ku dera jiyana we de cih girt?
Beriya 10 salan rewþa sansurê rastiya jiyana me bû. Konser û albûmên me dihatin qedexekirin. Lê mirov niha nikare bêje ku sansur bi awayekî fîzîkî heye.
- Di salên dawî de li piyaseya muzîka kurdî bereketek çêbûye. Gelek hunermend û albûm derketin holê. Ev bereket çawa di qalîteya muzîkê de cih digire?
Bi rastî ez vê rewþê wekî bereketekê bi nav nakim. Li gorî min muzîka kurdî, bi taybetî jî çend salên dawî, di nav xitimînekê de ye û rewþeke arabeskî li ser muzîka kurdî didome. Heke wiha bidome, dê ji bo pêþeroja kurdî bibe mirin. Ev çi hale ez nizanim, kesên ku vê rewþê dimeþînin ji aliye çapemenî, sazî û xwediyên þîrketan ve piþtgiriyê dibînin.
- Ger ku mirov di navbera muzîka kurdî ya kevneþopî û muzîka niha de muqayeseyekê bike, mirov dikare bibêje ku ji muzîka kurdî niha êþ û trajedî radibe?
Ez nafikirim ku êþ û trajediya li ser gelê kurd ji aliyê muzîkê ve rabûye. Piþtî zagonên di ahengiya Yekitiya Ewropayê de zordariya li ser nasnameyên cuda rabû û ev jî bû sedema piyasebûna trajediya kurdan. Deverên ku armanca wan tenê kar e, bi piþtgiriya çapemeniyê dibin sedema dezenformasyona muzîka kurdî.
- Di dema çêkirina albûman de di warê teknîkî û teorî de tecrûbeyek ku têrî dike heye? Muzîka kurdî di vî warî de di çi rewþê de ye? We paþerojeke çawa derbas kir?
Kesê ku aranjeya albûma min dike ne kurd e, ermen e. Ermen e, lê di mijara muzîkê de xebatên girîng bi kar anîne. Di aliyê muzîka kurdî de jî xebatên girîng û cidî dimeþine. Gelek navên ku tecrubeyeke baþ di destê wan de ye jî li ser muzîka kurdî xebat dikin.
- We bi derxistina albûma soloyê riyeke nû ji xwe re vekir. Êdî hûn dê bi tenê riya xwe bidomînin, an xebata bi koman re jî heye di pêþerojê de?
Di hiþê min de xebata bi koman re tune ye. Ez êdî di koman de cih nagirim. Lê ku projeyên taybet derkevin dibe ku ez cih bigirim. Lê ez alîgira xebatên serbixwe me.
DÎHA/Azadiya Welat