Diyarname
Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha avrêlê eşkere kir. Bername 1’ê mehê bi lîstika “Don Kîxot”ê dest pê dike û 30’ê mehê bi “Dek û Dolabên Scapen” bi dawî dibe.
Di nav bernameyê de ji bilî lîstikên Şanoya Bajêr a Amedê hin komên mêvan ên wekî Şermola Performans, Koma Hemhal, Serhal Kural, Komeleya Mezopotamya jî bi lîstikên xwe dibin mêvan.
Va ye bernameya meha avrêlê:
- 1 Avrêl: Don Kîxot / Ji Romana Cervantes, derhêner Ferhad Feqî
- 2 Avrêl: N’olcak Bu Yusuf Umut’un Hali / Koma mêvan, Şanoya Hemhal
- 3 Avrêl: Sevgili Arsiz Olum Dirmit / Koma mêvan, Şanoya Hemhal
- 5 Avrêl: Tayo, Datdat ve Onceki Bazi Hayatlari / Koma m”evan, Kumpanyamed
- 7 Avrêl: Bûka Lekî / Koma mêvan, Şerpola Performans
- 8 Avrêl: Mem û Zîn / Kopsept û derhêner: Mîrza Metîn / Koma mêvan, Şermola Performans
- 9 Avrêl: Primis / Koma mêvan, Projeya Reqshe ya Serhat Kural
- 10 Avrêl: Xal û Xwarzê / Metin: Sedat Bariş, Derhêner Mehmet Erbey / Koma mêvan, Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê.
- 16, 17, 22, 23 Avrêl: Hinek Henek / Derhêner Nazim Karaman, Yavuz Akkuzu
- 27 Avrêl: Tu Ne Gara Yî / Ji metra Azîz Nesîn, Derhêne Rewşan Apaydin / Koma mêvan, Teatra Sî
- 29, 30 Avrêl: Dek û Dolabên Scapen / Ji metna Moliere, Derhêner Ozcan Ateş