MORÎKÊN WENDAYÎ
Eşqiyayên zemanê berê
Di nav morîkên bejnên pîrekan de
Li helbesta digeriyan
Û bi her çarînê
Çiyayên wan asê
Serê wan bilintir dibû
Heyhat û heyçû!
Eşqiyayên zemanê berê mirin
Morîkên wan pîrekan winda bûn
Û nema bêhna tu çarînê
Ji bejna tu pîrekê tê…


