Çendekê berê Yeqîn H. geriya. Got: "Tu nikarî çend heb xêzefîlmên bi kurdî peyda bikî û bişînî."
Min got: "Tuyê xêzefîlman çi biki?"
Got: "Du sê heb li cem min hene, piriya xwarziyê te lê temaşe kiriye ji wan aciz bûye. Wekî din yên nû nin in tu bişînî bila jixwe re lê temaşe bike. Te dît, ez naxwazim li xêzefîlmên bi tirkî temaşe bike."
Belê kêm zêde axaftineke wisa di navbera me de çêbû. Xwarziyê min navê wî Biyan Êvar e. Hema hema dê bikeve sala xwe ya pêncan. Li Mêrsînê rûdine û bi tirkî nizane.
Ji bo zarokekî wisa divê mirov xêzefîlman peyda bike ne? Lê çi bikim di piyaseya kurdî de xêzefîlmên ku ez peyda bikim û ji kurik re bişînim nîn in. Du sêyên ku hene jî li ber destê wî ne, piriya lê temaşe kiriye jê aciz bûye.
Û di nav vê aciziyê de li rewşa wî kurikî bifikirin...
Piştî vê kêliyê miheqeq dê berê xwe bide xêzefîlmên din, yanê yên ne bi kurdî.
Ger li mal nehêlin li yên zimanên bêyî kurdî temaşe bike dê aciz bibe, ger bihêlin li yên tirkî temaşe bike dê zimanê zarok biguhere û di dawiyê de yên bi kurdî jî nîn in.
Hin cih hene gotin êdî pere nakin.
Ev der jî wisa ye.
Tu çi bibêjî pere nake.
Tu bibêjî îmkanên me kurdan nîn in em nikarin xêzefîlman çêbikin pere nake.
Tu bibêjî wele xêzkarên me nîn in dîsa pere nake.
Di dawiyê de daxwazeke li vê derê heye, daxwazeke mehsûm û li hemberî vê jî ji bo zimanekî tiştên muhîm nîn e.
Yê xelkê bi hezaran dibe ku bi deh hezaran xêzefîlmên wan hebin.
Yê xelkê lehengên wan ên xêzefîlman hene.
Yê xelkê li ser mirovên xwe yên dîrokî, nivîskar û rewşenbîrên xwe xêzefîlm çêkirine, bi wan xêzefîlman hem mirovên xwe yên dîrokî bi zarokên xwe didin nasîn, hem zimanê xwe bi van xebatan pêş dixin.
Yê xelkê televîzyonên wan her roj bi saetan ji bo zarokan xêzefîlman diweşînin.
Yê xelkê televîzyonên wan ên ku tene ji bo zarokan weşanê dikin hene.
Lê yê me?..
Yê me xêzefîlm nîn in bi hezaran û bi mîlyonan Biyan Êvarên me ji xwe re lê temaşe bikin.
Yê me, kes ranabe xwe nade ber ku xêzefîlman çê bikin ku Biyan Êvar lê temaşe bikin.
Yê me kes ranabe ku Mîrze Mihemed bike xêzefîlm; li ser Rovî û Dîk xêzefîlman saz bike...
Û di rewşeke wisa de Biyan Êvar niha dê ji mecbûrî rabe êdî dest bi temaşekirina xêzefîlmên bi zimanên biyanî bike.
Tam di wê kêliyê de Biyan Êvarên ku heta çarsaliya xwe bi zimanê biyanî nizanin, dê mecbûr bimînin dev ji zimanê xwe berdin û zimanên din hîn bibin. Rojekê dibe ku zimanê xwe bi temamî jî ji bîr bikin.
Ma êdî pêdivî pê heye ez tiştinên din bibêjim?..
***
Nivîsên Cemil Oguz ên li ser meseleya zarokan:
- Bi vî awayî dê çawa zarokên me bixwînin?
- Ka em ji bo zimanê zarokên xwe çi dikin?
-


