Efrîn
Li bajarê Efrînê di bin duruşmeya "Zimanê me hebûna me ye" de Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bawername li 200 xwendekarên zimanê kurdî, yên ku wê mamostetiyê bikin belav kirin.
Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ku ji bo amedekirina mamosteyan xebatên xwe berdewam dike, serdemeke din ku ji bo mamosteyan hatibû despêkirin bi dawî kir. Bawername li 200 xwendevanên ku êdî dikarin mamostetiya zimanê kurdî bikin û wê di dibistanên fermî de mamostetiyê bikin, bi merasîmekî li wan belav kir.
Merasima bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û paşê bawername li mamosteyên nû hatin belavkirin. Piştî ku mamosteyên nû bawernameyên xwe wergirtin, Endama Saziya Zimanê Kurdî Jîn Efrînî ji bo mamosteyên nû axivî û got: "We bawernameyên zimanê kurdî wergirtin, gere hûn ji bo parastina zimanê kurdî kar û xebatên xwe zêde bikin û bermahiyên şovenîst yên ku rêjima Baas li ser zimanê kurdî kiriye hûn hewl bidin bi dawî bikin."
REKLAM
.jpg)
Hejmara duyem a kovara DÎWAR derket
Ji bo xwestin, abonetî û pirsên we yên din, têkilî:
Ji bo xwendina nûçeya li ser DÎWAR bergê bitikînin.