Amed
Li Amedê piştî nîqaşa du rojan biryar hat girtin ku çalakiyên pîrozbahiyên Newrozê bêne betalkirin.
Nûnerên KCD, TJA, DBP, HDP, Partiya Azadî, DDKD, PİA, KKP û KDP-Bakur li Amedê li avahiya KCD'ê daxuyanî dan çapemeriyê û eşkere kirin ku ew çalakiyên girseyî yên Newroza îsal betal dikin
Daxuyaniya bi tirkî Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk ya kurdî jî Serokê Giştî yê PÎA'yê Mehmet Kamaç xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku roja 11'yê mehê bi daxuyaniyeke hevbeş eşkere kiribûn ku cejna Newrozê bi coş û bi girseyî bê pîrozkirin lê ji ber vîrusa koronayê ev du roj in ligel partiyên siyasî û saziyên sivîl ew nîqaşê dikin. Wisa hat gotin: "Dê di qada navneteweyî de beşdarî ji bo Newrozê çêba û vê yekê jî dê bi xwe re talûke bianiya. Ji bo tenduristiya gelê me û civaka navneteweyî ji bo em tevdîrê bigirin me çalakiyên girseyî yên pîrozbahiya cejna Newroza 2020'an betal kirin."


