Diyarname
Duyemîn romana Bextiyar Elî bi kurmancî bi navê “Apê min Cemşîd Xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir” ji Weşanên Avestayê derket. Yekem romana Elî ya bi kurmancî “Êvara Perwaneyê” di destpêka sala 2012’yan de ji heman weşanxaneyê derketibû elaqeyek baş dîtibû.
“Ez Cemşîd xan kurê Hisam xan kurê Zulfeqar xan kurê Emîn xan im, ku koka min vedigere ser mîr û şahên Zend, di filan roj û mehê de, min ji ezmanan ev tiştên li jêr dîtin…”
Cemşîd xanê tevî ku komunîstek e jî hez dike xwe bi van peyvan bide naskirin, di sala 1979’an de ji aliyê BEES’iyan ve hatiye hepskirin. Şertên xirab ê zindanên BEES’ê bêhnê lê diçikînin, ew qas lawaz û zeîf bûye dema ku ji hepsekê ber bi ya din ve dibin, ber bê dikeve û diçe. Piştî firariyeke kurt dixwaze ji efûyê istîfade bike. Şerê Iraq û Îranê germ bûye. Doktor û îstîxbarata artêşê dixwaze vê qabîliyeta wî di şer de bi kar bînin. Lê her firîn ketineke wê jî heye...
Cemşîd xan piştî ku ji ezmên dikeve xwarê, ji xeynî zimanê xwe yê kurdî, her tiştî ji bîr dike. Her carekê bi munasebetekê di ser welatekî re difire, bi vî awayî li hemû dinyayê digere, nas dike, lê dawî dîsa li welatê xwe, Kurdistanê vedigere.
Bextiyar Elî ku li bajarê Silêmaniyê li başûrê Kurdistanê di sala 1960’an de ji dayik bûye. Li Silêmaniyê xwendina seretayî li dibistana Şêx Selam qedandiye, dû re li dibistana navendî ya Ezmir xwendiye, qonaxa amadeyî jî li dibistana amadeyî ya Helkewt xilas kiriye. Li zanîngeha Silêmaniyê û pişt re Hewlêrê, di fakulteya zanistî ya zanîngeha Selahedîn di beşê zevînasî Jeolojî de xwendekar bû, lê xwendina xwe ya zanîngehê xilas nekir.
Piştî derketina şerê navxweyî di rezbera 1994’an de, ji Kurdistanê bar dike û berê xwe dide Sûriyê, piştî neh mehan ji jiyana li Şamê diçe Almanyayê û heya sala 1999’an li bajarê Frankfurtê bicî dibe. Di sala 1998’an de romana Êvara Perwaneyê dinivîse. Ji sala 1999’an ve li bajarê Kolnê rûdine.
Berhemên wî:
- Guneh û Karneval (Helbest, 1992)
- Mirina Tekanê Duyem (Roman, 1997)
- Êvara Perwaneyê (Roman, 1998)
- Tevahiya Berhemên Helbestan 1983-1998
- Dawîtirîn Hinara Dinyayê (Roman, 2002)
- Bohemî û Stêrk (Helbest)
- Karkirin di Daristanên Firdewsê de (Helbest)
- Bersiv di serdema windabûna pirsiyarê de (13 hevpeyvîn bi Bextiyar Elî re)
- Îman û şervanên wê-hizra fîlozofî û derketinên wê yên nû di çanda kurdî de)
- Xwênerê kujer (Gotar)
- Bajarê Muzîkvanên Spî (Roman, 2006)
- Heya şîniya gulan... heya xwîna firîşteyan (Tvahiya berhemên helbestan 1983-2004)
- Xezelnivîs û Baxên Xeyal (Roman, 2008)
- Koşka Balindeyên Xemgîn (Roman, 2009)
- Apê min Cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir (Roman, 2010)
Apê min Cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir / Bextiyar Elî / Ji soranî bo kurmancî: Besam Mistefa / Roman / 128 rûpel
“Kurdên Stenbola Kevn” çapa nû kir
Pirtûka nivîskar û lêkolînvan Rohat Alakom a bi navê “Kurdên Stenbola Kevn“ (Eski İstanbul Kurtleri) di nav weşanên Avesta de derket. Pirtûk cara pêşî di sala 1998’an de ji Avestayê derketibû rastî eleqeyeke baş hatibû niha pirtûkê çapa xwe ya nû kirb. Di vê çapa nû de Rohat Alakom xebata xwe nû kir, gelek agahiyên nû lê zêde kirin, û kitêb tevî albûmeke dewlemend ji nû ve çap bû.