Diyarname
Bi hevkarîya Egîtîm-Sena Batmanê, ARÎ-DER, Yenî Sahne û BKM'yê li Salona Baroya Batmanê çalakiyek bi navê "Bûyer û çîrokên hêrema Xerzanê" li dar ket. Di çalakiya ku 10'ê mehê li dar ket de Erkmen çîrok vegotin, dengbêj Salihê Qubînî jî klam gotin.
Erkmen bi navê "Çîrokên Serhedê" pirtûkek belav kiribûn ku têde gelek çîrok hebûn. Di vê çarçoveyê de li gelek bajaran çalakî hat lidarxistin û ya dawî jî li Batmanê bû.