Luqman Guldivê
Pêr li bajarê Elmanyayê Munchenê li ser vexwendina Beşa Zanistên Komunikasyonê yên Rexnegir, atolyeyeke pisporan li ser rojnamevaniya Kurd bi rê ve çû. Li vir ji bo behsa rojnamevaniya Kurd li Ewrûpayê bê kirin, organîzatoran bîr bir ku ji rojnameya me jî, kesekî vexwînin. Axir îşê Xwedê, li dawiya hemû gotaran, gotara min hebû. Ji ber ku ne weke zanyar lê weke rojnamevan min ê behsa xwe û çapemeniya ez di navê de bikira, bi rehetî min da nav. Di dawiyê de du pirsên hişk ku xwe ji pêşhukman xwedî dikin û minaqeşeyeke fikrên dijber balkêş bû, ku ji gotara min bêhtir, li ser hizrên cihê yên beşdaran bû.
Pirsa yekem elaqedarî wê hizra ku rojnameya konvensiyonel weke “serbixwe” dike bazarê ye ku di serdemekê de ku tê de agahî bi xwe hêza siyasî û civakî ye ango “power” bi xwe ye, min îşaret bi pirsgirêkên vê têgehê kirin. Jixwe, min xwe di vî warî de weke serbixwe bi nav nekir. Ne ku ez ne pê re me ku rojnamevan serbixwe bin, lê di konstelasyona hêza siyasî ya heyî ya cihanî de serbixwebûn yan jî îdîaya wê alîgirî ye û heta gelek caran alîgiriya li cem serdestan e. Ev ji bo her rojnamevanê serbixwe lê nebe jî bi pirranî wiha ye. Îstîsnaya vê yekê welatên mîna Başûrê Kurdistanê, Çîn û Rûsya bin jî, di “serbixwebûna” rojnamevanî de alînegirtin di rastiyê de erka rojnamevaniyê ya sereke birîndar dike. Li vir behsa nûçegihandin yan jî negihandina heqîqetê heye. Ji ber ku di peywendeke girêdana malî ya mutleq de, serbixwebûn wê bibe nedîtina beşeke mezin a heqîqetan, ku bi demê re dibe tinekirina heqîqetan. Rojnamevaniya ku divê bûyer û agahiyan ragihîne wê bi neqandina nûçeyan pirraniya heqîqetê nedarîçav bike. Min ev got, lê li holê yên ku argumanên xwe bera hev dan, ne ez bûm, tenê hizrên beramberî hev bûn.
Pirsa duyem rojnamevanî û çalakgerî bû. Jixwe ev çalakgeriya piştî sala 2010´an li dinyayê bi medyaya civakî xwe bêhtir darîçav kir, ne tişteke ku min vedîtî ye. Lê şopandina nûçeyên kes naşopîne, nivîsandina serpêhatiyên kes li wan guhdarî nake, bi serê xwe çalakgeriyeke û ji ber ku rojnamevanî jî tê kirin, bê guman ev çalakgerî ji ber peywendên siyasî yên zextê vediguhere rojnamevaniyeke çalakger ku ne tercîha rojnamevan bi xwe ye. Min dîsa xwe ji minaqeşyê de da alî û li holê guhdarî kir, ka çawa rojnamevanekî rewanbêj ê bi Elmanî dipeyive, wan karakterên rojnamevaniya li gor tarîfa konvensiyonel dide. Min got, ez li vir terîfên ferhengan minaqeşe nakim, lê nizanim çi sedem heye ku asteng be li pêşiya rojnamevanî û çalakgeriya hemdem de. Derket holê ku di nava çapemeniya rûniştî ya bi navê main stream navdar de ew luksa bûna rojnamevan heye. Lê rojnamevanekî ji Ukraynayê ku bi xwe ne çepgir e, bi heraret li ber vê fikirê rabû. Ji kesekî muhafezekar mirov bi rastî ne li bendê ye ku kela canê wî wiha rabe, lê wî got, “Dema tu tercîhên mijarên tu nûçeya wan dikî û di rojnamevaniyê de israr dikî, ango çavkaniyên xwe diparêzî û çîroka xwe dinivîsî, bivênevê tu çalakgerekî”. Paşê ez ê fêrbûma ku tenê ji ber rojnamevaniya li ser xeta şer a di navbera milîsên Rusya û dewleta Ukraynayê de ew ê neçar bimana welatê xwe biterikîne. Du çavkaniyên nûçeyeke wî tên kuştin û gefa kuştinê lê tê xwarin û vê tecrûbeyê nîşanî wî daye ku rojnamevanî di gelek peywendan de bivênevê çalakgerî ye.
Ji bo çapemeniya ku dikare xwe bi firotina nusxeyan fînanse bike, pirsa serbixwebûna edîtoryal dikare talî be, lê di peywenda dinya “lîberal a pêşketî” de bi xwe de jî di mînaka Rupert Murdoch û yekdestdariya wî ya li ser medya Brîtanayayê de derdikeve holê ku ew serxwebûna edîtoryal bi serê xwe pirseke girîng a divê bê minaqeşekirin e. Min jî şahidî ji yekê ji van minaqeşeyan kir ku bi ya min bi her halî du nihêrîn dianîn cem hev.
22.10.2018, Yenî Ozgur Polîtîka