logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Demîrtaş dondirmeyek deyndarê Delalê ye

  • Dîrok: 08/06/2015
1-
Du keçên min hene, Delal 4 sal û 2 mehî, Narîn 2 salî ye. Par mîtînga Selahattin Demirtaş ji bo hilbijartina Serokomariya Tirkiyeyê hebû.  Min Delal girt, em çûn. Em li Kadikoyê ji keştiyê daketin, qelebalix e û Delal ji qelebalixê ditirse, dest bi giriyê kir. Min got were ez dondirmeyek ji bo te bistînim. Em çûn, dondirmeyê xwe girt, dest bi  alastinê kir, sekinî. Em ketin nav qelebalixê, mîtîngê dest pê kir, lê ew hê biliyê dondirmeyê ye. Di vê navberê de Demîrtaş dest bi axaftinê kir. Piştî kêliyek dondirme xilas û Delalê vê carê xwe avêt erdê ku "em herin". Min got: "Babacan, bise dê apo niha qala dondirmeyê bike." Em sekinîn, sekinîn apo, yanê Demirtaş qet qala dondirmeyê nekir.
Û îro. Em çûn cem sindoqê. Ji peywirdaran min pûsûla û zerfê xwe girt, ez û Delal em çûn pişt perdeyê. Her tiştî em bi hev re dikin. Min mohr danî ser gilovera HDP'ê û min got; "Pêl lê bike". Delalê pêl lê kir û me deng da.
Min ew pûsûla xweşik xist nava zerfê û em hatin cem sindoqê. Min ji rayedaran re got ez dixwazim keça min zerfê biavêje sindoqê, ezê wêneyê wê bikişînim. Wan qebûl kir, û karê me temam bû. (Ev wêneyê jêr ji encama wê ye)
Û xalek din, di vê dema hilibjartinê de her dengek erebeyên hilbijartinê dihat, Delalê digot; "Apo dê dondirme bîne?"
Belê, niha Serok Selahattin Demîrtaş dondirmeyek deyndarê keça min Delalê ye. Em qet bernadin, rojek miheqeq emê jê bigirin.
**
2- 
Heta niha ez her bi navçeya me Licê serbilind bûm, di her hilbijartinê de bi dengên ku dida vê tevgerê dibû yekemîn. Her bi Geverê re qayiş dikişand. Lê vê carê piştî Elbak, Qereyazî bûye sêyemîn.* Erê xemgîn bûm lê piştî parçekirina bendavê tu dixwazî bila Licê bibe 5'emîn.
3-
Ez wekî amediyekî bi Amedê careke din serbilind bûm ku reqora xwe şikand. Licê min çiqas ber bi paş ve çûbe, Amed ew qas ber bi pêş ve çûye.
4-
Li Stenbolê gelek hevalên min ên nêz hene. Hema bibêje hemû hevalên min ên nêz li cem sindoqan bûn û muşahid bûn. Bi qasî hemû kesên ku dengên xwe dan, keda van muşahidên me jî heye. Ez li ser navê xwe sipasdarê her destê ku deng dane HDP'ê.
5-
Û çend tiştên giştî:
Berê partiyên wekî Dogruyol, ANAP, CHP û yên din kurdan şandibûn ser sergoyê, piştî vê encamê partiyeke din li Bakur çû ser sergoyê.
Ew kurdên me yên ku dengên xwe nedan kujerên Roboskiyê, ew kurdên me yên ku dengên xwe nedan Hudapariyan ew kurdên serbilind in, enîpaqij, şîrhelal in. Yên mezin ez diçim destên wan, yên biçûk diçim çavên wan.
Vê encamê daxwaza Xweseriya Demokratîk a kurdên Bakur erê kir. Êdî ji wê daketin dê çênebe.
Ev encam bandora wê li ser Rojava, Başûr û Rojhilat jî dê çêbe. Ji niha de bi awayekî moral, paşê bi tevgera xwe.
Li Bakur, ji niha û pêde kesên ku dixwazin muxalifeta tevgera bakur bikin serbest in, yên dixwazin rexne bikin jî. Lê her rexneyên we bila zêdetir dehf bide vê tevgerê ku zêdetir xizmetê bike.
Ev encam nîşan dide ku kurd divê zêdetir nêzî hev bibin. Sipasiyek ji bo Goran û YNK'ê jî ku heyet şandin, piştgirî dan û hwd.
Gelek kêfa kurdên metropolê hatiye ku HDP'ê bendav derbas kiriye. Bi vê dê hinekî din xwe di nav ewlehiyê de hîs bikin. Kurdên Bakur jî divê zedetir zor li DBP'ê bikin ku bersiva ev dengên ku hatine dayîn bidin.
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Çi eleqeya ‘xwê’ bi dewletê re heye?

  • 28 Kewçêr 2019

Erê pirs ev e, çi eleqeya xwê û dewletê bi hev re heye? Ka em bi hev re hinekî serê xwe biêşînin...Xwê nebe goşt bêhn dide û tê avêtin. Bi...

Qey weşanxaneyên kurd nikarin du gotinan bibêjin?

  • 25 Sermawez 2009

Hinek bi derengî be jî min dem dît ku li ser Fûara Pirtûkan a Stenbolê, TUYAP'ê tiştinan binivîsim. Vane notên min ên li ser fûarê:- Mijara bingehîn a...

Ji bo weşanên kurdan çend gotin

  • 17 Avrêl 2023

Di vê nivîsê de emê berê xwe bidin çand weşanên kurdî/an. Min zûde nivîsîbû, erdhej ket navberê min dest jê berda. Lê wê rojê...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji 15 hezar mamosteyan tenê 6 bo kurdî ne

ad

Serîlêdana kurtefîlman dest pê kir

ad

Weşana ÎMC TV rawestandin

ad

Telebanî û Kiliçdaroglu hevdîniteke pêk anî

ad

Nûbihara 168’an derket

ad

Tora civakî ciwanan dixe nav depresyonê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname