Li dû dîroka elewiyên winda
Ji notên xwendinê yên dîrokê- VI)
Divê destpêkê armanca vê nivîsê bi zêlalî bêjim. Di nivîsa xwe ya berê de jî min nivîsîbû ku hin kes dixwazin bawerî an jî ola elewiyan mîna “îslama tirkan”, “şîrovêya îslamê ya alî tirkan” an jî kesên mîna Erdogan Çinar di pirtûka xwe ya bi navê “Dîroka Elewiyan a Veşartî” (Alevilerin Gizli Tarihi) de elewîtiyê wekî terîqetek xirisyanan an jî olek ji wan veqatî nîşan bidin. Ji xwendin, jiyîn û dîtina min ev şaşiyeke zanistî nîn e berevajkî bi zanîn tevlihev kirineke bi armanc e.
Armanc çi ye? Êdî nikarin ber li nasnameya kurdan û netewabûyîna wan bigirin; ji bo vê yek e, dixwazin wan parçe bikin û ber li yekîtiya wan bigirin. Wan ji kok û rêçikên xwe biqetînin û dûr bixin. Belkî kok nîn e lê rêçikeke dîrokî ya çanda kurdan elewîtî ye û vê rêcika dîrokî ya çand û filozofî ji kok veqatînin. Ji bo vê, dixwazim li ser çend niqteyan bisekinim û wan bikolînim.
Berê her tiştî, dixwazim bi kurtasî li ser peyva “elewî” bisekinim. Ev peyv ji ku tê?
Piraniyên bawermendên elewî peyva elewî bi navê Hz. Elî girê didin. Hz. Elî di baweriya elewîtiya îro de cihek girîng digire. Ji bo vê yek e, dibêjin ku elewî tê wateya “alîgirên Hz. Elî”. Dibe..lê ev ne agahiyek zanistî ye, agahiyek bawerî ye. Hin lêkolîner mînak Etem Xemgîn peyva elewî bi alava agir ve girê dide û dibêjin elewî ji zerdeştiyan tên û di ola Zerdeşt de alav an jî agîr cihek gelek girîng digire. Mehmet Bayrak jî dibêje ku navê elewî yan jî kumsor ji dema jina Mazdek ê ku hate kuştin mayiye. Piştî Mazdek hat kuştin jina wî Xurrem ramanên Mazdek ji nû ve berhev û berfireh kir; di nav gelê heremê de bi hêz bû. Qest pênc sed sal ev raman di bin navê Mazdekî yan jî Xuremî de jiya. Alîgirên Xuremê bi ala sor û kumên sor xwe nîşan didabûn. Mehmet Bayrak dibêje, bawermendên Mazdekî-Xuremî re heta demek dirêj kumsor tê digotin. Lê dawiya dawî dema ku me li peyva elewî (bi tirkî alevi) nêrî û tê dîtin ku ev peyv, peyvek kurdî ye. Koka xwe ji alava agir an alîgirê Mezdek –Xurem an jî aligirê Hz. Elî bê qertafa peyva elewî “î” qertafa kurdî ya ku tê wateya jêbûyînê, xwedîbûyînê.
Min di nivîsa xwe ya berê de jî vegotibû: Ahmet Cevdet Paşa yê osmaniyan, di nivîsek xwe de bi nefret qala elewiyan dike û destpêka elewiyan bi Mazdek ve girê dide. Dibêje, Mazdek “zindiq e”;ji bo ku dibêjie “her mirov wekhev hatiye dinyayê û çi li dinyeyê heye divê ku bê parvekirin.” Cevdet Paşa dîroka mazdekiyan bir kurtasî wisa vedibêje: “Mazdek baweriya xwe bi qralê sasaniyan Kawayê I’emîn aniye ser baweriya xwe bi vî awayî bi hêz bûye. Lê qiral ji vê hêzê ne razî bûye û xwestiye pêşî lê bibire, encax mazdekîyan ji qral leztir lez kirine û desthilatî bi destê xwe xistine û Kawa avêtine zindanê. Bi awayekî qiral ji zindanê reviye û xwe avêtiye hembeza Akhunan. Ji wan leşker û alîkarî standiye. Ser mazdekan de çûyiye û desthilatdariya xwe ji nû ve bi dest xistiye. “Hemû mazdekî daye qirkirin.” A. Cevdet Paşa li vir peyva dijminiya xwe ya elewiyan tîne ziman û dibêje ku “Dema ola îslamê di heremê de belav bû mazdekiyên mayîn di nav misilmanan de xwe veşartin û xwe bi navê elewî bi nav kirin. Yên ku di paş navî Alî vedişêrin û xwe elewî bi nav dikin ew ji mazdekiyan mayî ne. Û ayinên xwe yên mazdekî her dem berdewamkirine.”
Ji vê nivîsa A. Cevdet Paşa û gelek ferman û belgenivîsên osmaniyan ên ku ji alî lêkolîner Mehmet Bayrak ve hatine wêşandin de em dikarin bibînin heta dawiya dewleta Osmanî û destpêka Komara Tirkiyeyê elewî di nav ola îslamê de nayên dîtin. Heta dema dawiya osmaniyan bi tirsa zorê xwestine elewiyan bînin ser çokan yên ku nehatin ser çokan xwestine bi qirkirinê tune bikin. Desthilatdaran baş zanibûn ku ew zerdeştî yên mazdekî ne û bi fîgûrên îslamê yên mixalîf mîna Hz. Elî û 12 îmaman xwe diparastin. Bi rastî, ev takiye bû; lê ji bo jiyanê de bimînin ev takiyê divê. Zerdeştî yên Mazdekî çima ev fîgûrên mixalîf hibijartibûn? Ji bo ku şertên îslamê neyên cih. Mehmet Bayrak jî dibêje, di demek dirêj a qirkirin û asîmîlekirina kumsoran ên ku dixwazin xwe biparêzin xwe aligirên Hz. Eli nîşan dan. Li wir divê em ji dîroka îslamê aligirên Hz. Elî bînin ber çavan: Di nav misilmanan de aligirên Hz. Elî ne bi elewî, berevajkî ew şîa tê navkirin.
Lêkolînar Mehmet Bayrak di nivîsek xwe de hevokek ji filozofê fransiz ê demsala 17’an Volney digihîne me: Volney di berhema xwe ya bi navî “Kalintilar” (Yên Mayî) de “Cudî, Xiristiyan û Muhamedîno, hûn hemû yên ku ji rêya Zerdeşt derketine” dinivîse. Bi vê gotina Volney nîşan dide ku hemû olên bi pirtûk ji fîlosofî û ola Zerdeşt sûd girtine û hatine ava kirin. Ji vê yekê, em dikarin dîroka elewiyan ji Zerdeşt dest pê bikin; lê ev ne hewce ye. Ya xuya ew e ku ji Mazdek destpêkirin rastir e. Ji bo vê yekê, divê em bi pirsa “Mazdek kî ye û mazdekî çi ye?” dest bi dîroka elewiyan bikin û li ser rawestin.
Mazdek, qest ku tê zanîn xwe pêxember îlan nekiriye û ew fîlozof û rêberek bûye. Wî filozofî û ramanên xwe nenivîsandiye; ramanên xwe devkî aniye zimên. Ev rasthatinek e, an ne. Îro em dizanin ku di edetên elewiyan de jî raman û fîlozofiya wan ne bi nivîskî berevajkî bi devkî ye. Di der heqê jiyana wî çavkanî gelek kêm im. Yên ku hene bi tenê nivîskar ên lêkolînar ên dema îslamê yên Rojhilata Navîn di derheqa wî agahî kêm, çewt û bi dijminahî şîrova kirinê gihandine. Dema ronesansa ewropayê ramangêr û filozofan ji wan agahiyan qîma raman û filozofîya Mazdek dîtine.
Ji çavkaniyê hayin ji Bîrûnî tê derxistin ku Mazdek ji herêma Hemedan ya Kurdistanê ye. Ew di çavkaniya biyanî de bi taybetî yên ewropî de mîna Zerdeşt faris tê hesibandin. Lê em vê rastiyê êdî dizanin ku di dîrokê de, ji bo ku me kurdan dîroka xwe nenivîsandiye, her tiştên me yên hêja di nav desthilatdaran de hatiye parvekirin. Dema ku me bi xwe lêkolîn, em dibînin ku Mazdek jî bi texmînek giranbuha fîlozof û rêberek kurd e.
Mazdek bi xwe zerdestî ye; lê bi rexne û nêrînên li hemberî zerdestiya wê demê, ya ku bi pergela dewleta wê demê va yek bûyî û ji rastiya zerdeştiyê dûrketî, rêyek giranbuha li ber wî vekiriye. “Mazdek bavê ramana komûnîzmê ye. Di cîhanê de yekem car ramana komînîzimê bi Mazdek destpê kiriye.” Di dîrokê de wekheviya mirovan û hevpariya mal û milk yekem car ji alî Mazdek ve hatiye bi lêv kirin û ji bo hatiye têkoşînek hatiye domanin. “Li gorî Mazdek wekî avê, axê û hewayê divê mal û milk, dirav jî hevpar biya di nava mirovan de. Dîsa li gorî Mazdek divê malê kesî ji kesî ne zêtir be. Divê malê her kesî hebûna her kesî wekî hev be. Divê desthilatdariya mirovan li ser mirovan tune be. Tev wekhev û hevpar bin. Ji bo vê yekê jî divê mirov ji dewlemendan bigire û li hejaran belav bike.”
Li dû mirina Mazdek raman û felsefeya wî ji alî jina wî Xuremê ve, bi dizîkî an aşkere hate belavkirin. Li dû mirina Xuremê navê Mazdekîzmê wekî Xuremiye hat binavkirin. Baweriya Xuremiyeyê di dema îslamê de bandoreke mezin li ser Rojhilata Navîn kiriye. Ev bandor ew bû ku kesên mîna Xelacî Mansûr, Bavê Tahirê Uryan derxist. Ev kes di bin sîqanê misilmantiyê raman û fîlozofiya Mazdek û Xuremê dihanîn ziman. Îslamê tu car ew ne pejirand û bi qirkirinê xwest bîne ser çokan. Bi vî awayi mezdekî-xuremî bi veşartî jiyana xwe domandin. Mazdekî yan jî mazdekî-xuremî bi fîlozofî, awaya jiyan û rituêlên oliyên xwe di bin sê navan de parastin. Ji tevgera Xurremê sê baş bawerî derketin. Hemû gorê şartên xwe ava bûn û bi rastî hemû yek bûn. Ev ol an jî bawêriyên ku ji mazdekî-xuremiyê gor şartên xwe ava bûyîn: Elewiyetî, êzîdiyetî û yarîsanî an jî Ehlî Heq bûn. Dema em bikolin binyata awaya olî, û felsefêya her sêyan wekhev e û mazdekî-xuremî ye. Elewetî li bakur, yarîsanî li başûr û êzîdiyetî jî li navîna Kurdistanê de ji aliyê ku mazdekî-xuremiyê mayin hatine ava kir.
Yên ku li dîroka elewiyan digerin û dixwazin rastirîn bibînin divê qet nabe ji dîroka mazekî û xuremiyan dest pê bikin û Xelacê Mansûr û Bavê Tahirê Uryan bikole, binivîsine û heta îro bê. Dîroka elewiyan a winda di vir de veşartiye.


