Endamê fraksyona Kurdistanî li Parlemana Êraqê Dr. Mehmûd Osman ragihand ku ew nermbûna Tirkiyê li hemberî Herêma Kurdistanê daye xuyakirin, wê piştî bi dawîbûna dema hilbijartina serokomariyê ji ber hev bikeve.
Her wiha di wê barê de, Osman ji IMN'ê re ragihand ku ew nermbûna hikumeta Erdogan li hemberî Herêma Kurdistanê dide nîşan kirin, ji ber hilbijartina Serokomariya Tirkiyeyê ye û pêwîstiya Erdogan bi dengdanê heye ji ber wê yekê xwe nêzîkî kurdan dike.
Mehmûd Osman eşkire kir ku piştî ku Erdogan di hilbijartinana de bi serkeve, wê nermbûna xwe li hemberî Herêma Kurdistanê biguhure û ber bi tund bûnê ve biçe.
Osman dibêje ku Tirkiye naxwaze Herêma Kurdistanê bibe dewleteke serbixwe û mezin, lê ew dixwaze Herêma Kurdistanê, mîna welatekî biçûk û ne serbixwe bimîne tako herdem sûd jê wergire.
PUKMEDİA