Diyarname
7'emîn Festîvala Belgefîlman Fîlmamed bi nîşandayîna fîlmê "Ez şoreş im" dest pê kir.
Festîvala ku ji aliyê Akademiya Hunerê ya Rojhilata Navîn tê organîzekirin heta 12'yê mehê dê bidome. Ji bo detpêkirina festîvalê li Salona Çandamed a TMMOB'a Amedê merasimek li dar ket. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Mebûsa HDP'ê Saliha Aydenîz û gelek endamên saziyên sivîl lê amade bûn. Li kesên hatine salonê melhef hatin belavkirin û vê yekê dîmenek balkêş derxist holê.
Axaftina destpêkirina festîvalê ji aliyê endama Dayikên Aştiyê Nezahat Teke kir û bal kişand ser grevên birçîbûnê. Li salonê diruşma "Bijî berxwedana zindanan"bilind bû.
Endama Komeleya Akademiya Hunerê ya Rojhilata Navîn Serap Ergin jî silav li mêvanan kir û diyar kir ku îsal di festîvalê de herî zêde çîrokên jinê û çîrokên koçê derdikevin pêş.
Festîval heta 12'yê mehê didome û di vê çarçoveyê de 44 belgefîlm dê bêne nîşandayîn.