Şengul Ogur
Ji bo çi me mîtîngên li zimên xwedîderketinê li dar xistin? Ku em li bersiva vê pirsê bigerin bi giştî emê bigihîjin van sê encaman:
1) Da ku em daxwaza li zimanê xwe xwedî derketinê bi dewleta ku em tê de dijîn, dewleta desthilatdar a ku ji roja ava bûya hetanî niha bi awayekî sîstematîk hewl da ye ku vî zimanî tune bike, bidin bihîstin û wê ber bi mafdayîna perwerdehiyê ya bi zimanê zikmakî ya di dibistanan de, dahf bidin, zorê lê bikin.
2) Da ku em heman daxwazê têxin rojeve welatên rojava- ku qaşo demokrat in- û bi dinyayê bidin bihîstin ku di sedsala 21'ê de li devereke dinyayê civakek heye ku mafê herî xwezayî, mafê herî mirovane; mafê bi zimanê xwe perwerde dîtinê lê hatiyê qedexekirin û ev gel ji bo bi destxisitina vî mafî derdikeve kolanan û vê daxwaza xwe bilind dike. Bi vê ve girêdayî da ku em piştgiriyê ji dinyaya kor bistînin em di mîtîngan de mafê perwerdehiyê bi zimanê zikmakî bilind dikin.
3) Da ku em bala gelê xwe yê ku roj bi roj bi ber bi tunekirina zimanê xwe ve diçe bikşînin ser zimên û bikin ku hay ji zimanê xwe hebin,lê xwedî derkeve, pê biaxive, bixwine û binivîsine.
Bi giştî wekî sedemên bi mîtîngan li zimên xwedî derketinê mirov dikare van xalan diyar bike.
Ku em hewl bidin van xalan bikolin emê bigihijin van encaman:
Lêkolîna xala yekem: Em baş dizanin ku ev dewlet netew-dewlet e û li ser bingeha yek-zimanî, yek-al, yek-milet ava bûye. Bo vê sedemê jî hetanî ev dewlet ji bingehê xwe neguherî, yanî hetanî ku ji xisletê xwe yê netew-dewletî bi dûr nekeve, ne pêkan e ku guh bide wî gelê bindest ê ku daxwaza bi zimanê xwe şê zikmakî mafê perwerdehiyê dike. Û bi van çalakiyan emê tu caran nikaribin dewletê ber bi şênberkirina vê daxwaza xwe ve dahf bidin.
Naxwe yek ji sedemên lidarxistina mîtîngên me ba bil hewa dibe.
Lêkolîna xala duyem: Me got yek ji sedemên lidarxistina mîtîngên me ya bi zimanê zikmakî mafê perdewehiyê bilinkirinê ew e ku em bala dewletên rojava bikşînin ser vê daxwaza xwe, da ku dewletên rojava zextan li ser dewleta serdest bikin û wê ber bi dayîna van mafan ve dahf bide.
Gelo ku ev îhtîmal pêk bê dê dewleta serdest çi bertekê bide?
Çawa bersiva xwe bide?
Bi gumana min xetereya herî mezin di vê bersiva dewleta serdest de ye ku dikare vê daxwaza me pûç bike.
Bersivên ku dê dewleta serdest bide welatên rojava dê bi vî rengî bin: Li welatê min rojnameya ku bi zimanê kurdî weşan dike serbest e, ger hûn li tîraja vê rojnameya ku bi kurdî weşan dike binêrin hûnê baş bibînin ku tu daxwaza gelê kurd a bi zimanê xwe perwerde dîtinê nîn e. Lewma tîraja vê rojnameyê derdora 5-6 hezaran de ye. Ev reqema îstatîskî jî baş nîşanî me dide ku gelekî ku bi zimanê xwe perwerdehiyê dixwaze nîn e û ev mîtingên ku têne li darxistin di eslê xwe de armancên xwe yên cuda hene.
Hûn jî baş dizanin ku berî niha bi çend salan daxwaza wan a vekirina qursan a bi zimanê kurdî hebû. Me rê da wan û qursên xwe vekirin lê ji ber kes neçû yeko yeko derî li wan hate girtin.
Ku hûn bala xwe baş bidin mîtîngan,ji hejmara hindik a kesên ku tevî mîtîngan bûne jî baş tê xuyakirin ku tu daxwaza gel a bi vî rengî nîn e.
Ger hûn dixwazin di cih de rewşê bibînin, fermo werin hûn bi xwe lêkolînê bikin ka bê hejmara pirtûk û kovarên ku bi kurdî derdikevin di çi astê de ye.
Bersivên bi vî rengî dê dewleta serdest mafdar derxe û me bixe xefkê. Ji bo pêşî lê girtina rîskên bi vî awayî, berî ku em bi mîtîngan daxwaza zimanê xwe bikin, diviya bû me binê vê daxwazê bi awayekî şênber dagirti ba. Çawa? Diviya bû me tîraja tekane rojnameya kurdî bigihandana reqemên 100 hezaran. Diviyabû hejmara firotina pirtûk û kovarên bi kurdî bihata zêdekirin. Diviyabû bi sedhazaran kes di hêla hişmendiyê de bihatana birêxisitinkirin û dûre ev mîting bihata lidarxistin.
Ku em bala xwe bidin xala sisêyan: ezê di vir de, ji ciyê ku ez lê dijîm mînakek bidim û pê re pirs bikim ka bê me çiqas bala gelê xwe kişandiye ser, li ziman xwedî derketinê.
Hejmara gelê Nisêbînê der dora 100 hezarî ye. Di 08.09.2008'an de li Nisêbînê bi minasebeta li zimanê xwe xwedî derketinê, bi şiyara, Êdî Bes e em bi zimanê xwe perwerdehiyê dixwazin, daxwiyaniyek çapemeniyê hate lidarxistin. Hejmara tevlîbûna gel a vê çalakiyê derdora 100-150 kesî bû.
Gelo, me çiqas bala gelê xwe kişand ser zimên? Gelo rîska daxwaza zimanê gelekî ku hejmara wê wekî 20-25 mîlyon kes tê gotin, li milê deh hezar kesî barkirin, ne rîskeke pir bi xetere ye? Gelo nabe ku em vî zimanê xwe bi daxwaza xwe bin erd bikin û fatihayê lê bixwînin?
Daxwazkirina zimanê xwe ya bi riya çalakiyan piştî demekê, nabê ku ji hêla gel ve wekî çalakiyên ji rêzê bê dîtin û eleqe neyê nîşandan?
Ketina rewşa tiştekî ji rêzê ya daxwaza zimên, rîskeke çawa di xwe de dihewîne?
***
Nivîsên Şengul Ogur ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Ji Konferansa TZPKurdî "Bang" derket
- Feqiyê ku bi Cizîrî re hevaltî kir kîjan Feqiyê Teyran e?
- Gelo jidayikbûna Cizîrî ne sed sal berê be?!


