logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Kazim Polat

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Kazim Polat

Kazim Polat

Li Ser Pirsgireka Wergera Berhemên Cihanê

  • Dîrok: 13/08/2012

Van salên dawî berhemên bi zimanî kurdi yên zaravayê kurmancî her diçe zêdêtir dibin. Roman, çîrok, helbest tên wesandin. Ji van yên ku ji zimanên din hatina wergerandin dilê min geş û xweş dike; ji bo ku pirtûkxana me ya zimanî kurdî dewlemendtir dibe. Dema ku haya min ji pirtûkek nû ya bi kurdî hate wesandin bû, bêdudilî distînim. Niha dikarim bêjim di pirtûkxaneya min de ji pirtûkên tirkî zêdetir pirtûkên kurdî hane. Ez ji vê gelek dilşad im. Xwendina van pirtûkan, her ku dema min bû li gor kêf û pêwîstiyên xwe dixwînim.
Min gotibû ji van pirtûkên ku bi kurmancî tên weşandin yên min distand bêtir dilê min xweş dikin yên ji behemên cihanê hatine wergerandin bûn. Dilê min geş û xweş dibû, ji bo ku bi wergeran ziman dewlemedtir dibe. Bi her berhemên cihanê yên mezin gelek têgîn û vegotinên nû xwe di kurdî de diafirînin û bi vê raman û xewn û xeyalên me yên bi kurdî hên bi hêz û berfirehtir bibin.
Her ronahîbûna neteweyan bi berhemên wergerê dest pê dike. Pirtûkxaneya netewek ne tenê bi berhemên neteweyî, bi wergerên navneteweyî dewlemedtir dibin.
Sersala îsal min nêrî ku di nav pirtûkên refan de gelek pirtûkên wergerê çêbûne. Ji Shekespeare “Romeo û Juliet” (Wegêr A.Gernas, ji zimanî swêdî û bi alîkariya wergera tirkî), “Bazirganê Vêrîsaya” (Wergêr Cankurd  qest ku min fam kir ji tirkî bi berhevdana almanî û erebî), ji Hemingway “Bi Xatirê Çekan” (Weger Azad Avci, nîşan nede ji kîjan zimanî ye), ji Cerventes “Don Kisot” (Wergêr Serdar Rosan ji tirkî ), “Cihana Sofî” ya Jostein Gaarder (Wegêr Ahmet Gegez, nîşan nede ji kîjan zimanî ye), “Biyanî” ya Albert Camus û “Mirzayê Piçûk” a Antoine de Sant-Exupèry (Werger Fawaz Husên ji fransî), û hwd.
Ev hemû berhemên hatine wergerandin, ku piraniya wan bi salan berê min ji tirkî xwendibûn, min niha dan dû hev, dest bi xwendinê kir. Ji van berhemên wergerê ên ku min xwend ji çendekan bêtir bi kurdiyek nexweş û bi wergerek bi ne berpirsiyarî hatine wergerandin. Halbûkî wergerandina berhemên wiha, ji afirandina berhemek nû ya di zimanekî de bêtir berpirsyarî divê. Werger ji zimanî berhemê yê resen, ji zimanê li tê wergerandin, ji navaroka berhemê berpirsyar e. Bi wî avayî werger berhemek heyî ji zimanekî digire û di zimanek din de diafirîne.
Ez dixwazim ji van wergerên ku min xwendin bi kurtasî çend mînak bidim.
Berê wergerek xirab: “Bi Xatirê Çekan” ji hêla Azad Avci ji Hemingway hatiye wergerandin. Ev berhem sê meh zêdetir di destê min de bû; min nikaribû xelas bikim. Kurdiyeke pir xirab, naverokeke ji hev dû qetiyayî, vegotinên bê wate… Halbûkî ez dizanim zimanê Heningway zimanek pir hêsan e. Werger çima, ji bo çi wisa xirab bûye? Bi ya min a yekem wergêr Azad Avci hakimê navaroka romanê nebûye, ji bo vê peyv bi peyv wergerandiye ku ev pergela werger berhemê qot dike. A duyem ne hatiye nivîsandin berhem ji kîjan zimanî hatiye wergerandin. Bi ya min ji tirkî hatiye wergerandin ku ev jî qotiyan hê bêtir dike. Bi min ji van her du sedeman wergerek qotbûyî û xirab derketiye holê. Bi vê, wergêr zimanî kurdî çi qas bas dizane bila bizane bi vê berhemê ziman pêş ve nebiriye, berevajî fetisandiye û xera kiriye  Di dawî de bi berxwedana sê mehan ez fetisiyam û min ev pirtûk di nîvî de berda.

Mînaka duyemîn a ji wergerek baş ji hêla Fawaz Husên ve ji Albert Camus “Biyanî” ye. Biyanî romanek felsefîk e, ziman zor e. Bi salan berê bi tirkî xwendina mina “Biyanî” gelek bi zehmet bû; ez baş tênegihîstibûm, min jê hez nekiribû. Niha Fawaz Husên bi kurdiyek gelek xweşik û herikbar ev berhem wergerandiye kurdî. Bi kêfxwesî di du rojan de min xwend û qedand û ji vê berhemê hez kir. Ez dixwazim wergerek Fawaz Husên a din mînak bidim. Ew jî klasîkek zarokan e ji nivîskarê fransî Antoine de Saint-Exupèry “Mirzayê Picûk” e. Ez panzdeh salî bûm min bi zimanî tirkî xwendibû û niha ez çi salî me, bi kêf û ços wekî zarokek, ciwanek lê bi zimanî xwe xwend. Bi rastî bi qasî ku tê bîra min wergera tirkî û ya niha bi kurdî min xwend da berhev a kurdî hê serkeftiye. Mîna ku  di “Biyanî” ya Camus de ziman gelek delal û zelal diherike. Ev her du berhemên werger ên ji hêla Fawaz Husên ve hatin wergerandin çima, ji bo çi serketî ne ? Bi ya min, Fawaz Husên a yekem hakimê berhemên ku wergerandine ye; ji navaroka berhemê tevgeriye û wergerandiye. A ya duyem di pirtûkan de jî hatiye eşkere kirin ku werger ji zimanî berheman a resen hatiye wergerandin.
Ji berhemên ku min xwedin a serkefti “Romeo û Juliet” a Shekespeare ji zimanî swêdî ji hêla A. Gernas ve hatiye wergerandin. Ji zimanê resen ê berhemê ne hatiye wergerandin; dîsa jî wergerek bas bûye. Ev jî A. Gernas bi xwe nivîsandiye ku ji zimanî swêdî wergerandiye lê bi wergerên berhemên ê zimanî tirkî dayiye ber hev û kontol kiriye. Jivê ye “Romeo û Juliet”  wergerek serkeftî bûye.
Ji van mînakan eşkere ye ku wergerek baş û serkeftî:
- Divê  ji zimanê resen ê bernemê bê wergerandin.
- Divê wergêr li ser her du zinanan yê resen ê berhemê û yê kurdî serkeftî bibe.
- Ji bo berhemek wêjeyî divê wergêr di vegotina kurdî ya wêjeyî de serkeftî be.
- Wergêr ên ku ji zimanî duyemîn werdigerin divê wergerê bi wergerek ji zimanek sêyemîn bide berhev û kontrol bike.
- Divê wergêr hakimê navaroka berhemê be.

Pirtûkxaneya kurdî ya zaravê kurmancî nû ava dibe. Werger bandorek gelek mezin li pêşvebirina ziman dike. Ji bo vê yekê divê yên ku berhemên cihanê werdigerin zimanî kurdî, berpirsyariya xwe bizanibin. Têgîn ên ramanî an jî vegotinên wêjeyî dema hatin wergerandin ji bo kurdî, di kurdî de tê afirandin. Eger carek şaş hate afirandin dê wisa bimîne û ziman birîndar dibe. Ev şaşîtî dê bimîne û her fikir û hestên me dê ser vê şaîtiyê bê avakirin. Bi van têgîn û vegotinên şaş em ê bifikirin û hestên xwe nîsan bidin, ew jî ê şaş bibin.

kazimpolat@hotmail.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Çîroka Min û Zimanê Zikmakî: Bi tirkekî re bi kurdi axaftin

  • 25 Kewçêr 2010

Di bîra min de bi tirkekî re bi kurdî axifîn tune bû. Lê rojek  bi dostekî min ê nivîskar ê kal ê demek di têkoşîna hezarnehsed û...

Dîroka zimanê kurdî zêdetirî deh hezar sal e

  • 15 Rezber 2020

Pir sal berê di nivîsekê de min xwendibû ku peyvek bi hemwetayî di gelek zimanan de hebe ya herî kurt ya orjînal e, yan jî kok e. We demê peyvên “bira”...

“Dengê Bavê Min”, dengê devoka min e

  • 06 Sibat 2013

Filmê derhêner Zeynel Dogan ê bi navî “Dengê Bavê Min” ê xelatgirtî, min nû temaşe kir. Zeynel Dogan filmê xwe bi butçeyeke biçûk...

Hemû Nivîsen Kazim Polat

Kazim Polat kî ye?

Nivîskar Kazim Polat ji kurdên Mereşê ye. Ew heta sala 1992'yan di nav çapemeniya tirkî de bi salan xebitiye. Lê di sala 1992'yan de dev jê berdaye. Tam wê demê gotiye: "Heta ku ez bi zimanî kurdî, an jî bi zimanê kal û pîrên xwe nikaribim binivîsînim ez dê tirkî nenivîsînim."
Piştî vê yekê bi temamî dest ji tirkî ber dide û bi kurdî dide distîne, dinivîse.
Ji destpêka salên 90'î ve li Swîsreyê dijî. Van salên dawî hem li wir, hem li Elbistanê ye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
"Êşa Zimanê Min" (Ceribandin, Weşanên Şemal, 2015)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hunermend Dilovan li Batmanê konser da

ad

Arjen Arî rakirin nexweşxaneyê

ad

Çapemeniya tirk û erdheja Wanê

ad

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

ad

Keçika Sembola Wîetnamê piştî 50 salan bi lazerê hat dermankirin

ad

Wezareta Karên Hundir şaredarek din ji peywirê girt

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname