logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Rifat Arya/ Mesîla Dil

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Rifat Arya/ Mesîla Dil

Rifat Arya/ Mesîla Dil

Li ber şûşeya şeravê

  • Dîrok: 18/04/2007


Îroniyeke narîn bû zeman, li vî bajarê ku ji çiyê dadirije deştê… Pêjna pişkivîna laleyê bû demsal bi sorahiyek ku li ser hevdu vedibû re evînê ji nû ve xwe sipart ber deriyê me…


Peyvin hene li ser zimanê min; ji rengan, ji dinyayên xayîsketî, ji vê şerava ku di nava me de wekî hincetekê disekine û ji vî bajarê ku bulvarekê wê jî nîn e…
 
“Brîneke kevnare ya vî bajarî heye qey, sêwîtiya we dişibe hevdu loma ?
 
Helbet ku heye… Lê tu nizanî, daristanên min ên birîndar jî hene, ew qas  jî zarokên min ên gerdenxwar… Lê dev jê berde, serê carê peyvê danegerîne ser birînên me yên kevnare. Tu kes nikare bi qasî min ji trajediyê hez bike, tu kes ne bi wê hêzê ye ku wekî min rûyê xwe bide ber bayê wê yî bi soj û şewat. Ez di ser çiyayên wê yên asê, deştên wê yên bêdawî re û bi ser dojehên wê re xwe diqevêzim û dixwazim tiştên sivik û fêmbar vebêjim ji te re…
 
Min ê çi bigota? Li ser zimanê min peyvin hene; ez dibêjim, ku min ji te hez kiribe şîn hatiye hezkirin, esmerî hatiye hezkirin, vê rêyê, vê kolanê, vî bajarî ku te şermezariya wî da rûyê min hatiye  hezkirin…
 
Qey me cihaneke bedew, cesûr û zana divê? An jî em di bêrîkirina robarekî bi qasî te bengî de ne? Pîrozî deryayek xwe heye mesela, şikeftek xwe, çarmixek xwe, şaristanî lez û bezek xwe heye, metalê wê diçirise, tîrêjên wê yên neon pêlên deryayê dialêsin û derbasî kûrahiya çavên varoşan dibin… Li dij vêya, heydedan û kefteleftek heye di cîhana teyran, kêzik û kulîlkan de; şînbûn û vejîneke har û hêzdar êrîş dide ser kokên axê! Xweza, kitêb, muzîk, hezkirineke xwînşêrîn a ji mirovan, qenciyên di destên me de û tazîbûn û kûrbûn, û di nava bêdawîbûnekê de şerê kêfxweşiya rengan… Ez û tu, em xwe didin xeyala erdnîgara evîneke bi vî rengî… Zeman hinek din jî dilovaniyê bibexişîne, tu yê bi min re bimeşî çavkaniya vî çemê ku deştê dike du parçe û diherike…
 
Lê li cîhê ku ez qesta porê te dikim da ku dest bavêjimê, tu gazincên jinebiyan bi ser min de dibarînî:
 “Berî te vê tiştê kiribûn, tu xwînê ji birîna min tînî!”
 
Te dît, tu behsa biratiya xwînê dikî, ji ber ku di jibîrbûnê de ez û tu em dişibin hevdu! A niha jî ez û tu em li hendefekê dimeşin. Em di cehd û xebata xelaskirina kêzikekê de ne ku li kûrahiya kraterekê werbûye…
 
Lê ka bisekine, min ê tiştin bigotana, ku berî min tu kesî negotiye; li ser vê esmeriya bi keser…
 
Min ê çi bigota ?
 
Li ser zimanê min peyvin hene ku kesek nabînim jê re bêjim; pêş-gotinek ji bo hemû evînan, melankoliyek pîroz, bismîllayek drama:
 
“Lê evîna min, min sêwî nehêle ji bêhna wê axa nava min!”
 
Dizanim, te daye ber xwe û tu yê min bi tenê bihêlî û biçî, lê ezê teqez vê bêjim:
 
Tenêbûn tebîetek min ê kevnare ye li vî bajarî. Tenêbûn, ax-rihê min… Min çiqas jê hez dikir, ji ber ku cesaret min jê digirt. Min ew vedişart bi bêdengî. Ne ku min jê şerm dikir, bazarek vî bajarî jî tunebû, ya ji ber vê sedemê. Tu hatî û navê vê tenêbûna min derket. Heta bi yên ku di zikê tenêbûneke herî mezin de dijiyan jî vê nizanibûn. Ji bilî zarokek ku bûbû berdêla hemû kefaretên xelkê dora xwe:
 
(Te dît keçikekê hebû, li ber qeraxê çemê Mûradê, li kêşa gundên Elmaniyan. Te dî dema ku serê xwe danîbû ser balîfê ew kuştibûn, sedem; bi zarok mabû ji hezkiriyê xwe. Te dît, ne edetê dinê ye lê hê jî zilam dijî û heşt jî zarokên wî hene, ji bilî yê di gorê de. Qet ne edetê dinê ye lê ji bo wî zarokî tu kesî lorînekê jî neristiye, ji bilî vê:
         Li gundekî, gorekê
        Di gorê de zarokekî
        Lo, zarokê hestîmircanî
        Bi çi rengî bûn çavên te
       Destên te dilivîn wek perperikan, destên te
       Te zanibû gelo şehwetê
       Rê winda kiribû di kefenê te yî erxewanî de ?)
 
 
Xwedêyo! Tu çawa tenêbûnên min didî rûyê min dema ku ez qesta porê te dikim ku dest lê bipelînim, tu dîroka min wekî kêrekî diçikilînî di qolinca min de… Û reng e ku tu yê bidî rê biçî û tu yê tenêbûna min a nîvcûmayî bi yeke din biqedînî.
 
Lo, zemanê ku te taca zêrîn daye serê vê tenêbûna min, lo, bajarê ji xan û manên kêfxweşiyê bêpar, ma min ê tiştekê bigota? Min ê destê xwe di kê derê re bibira ser rûyê demsalê? Çi tewşî ye ev, ku dihele û di nav xumamê dikeve, geh xûya dike û geh tune dibe wate!
 
Ey qîza dûvpişkan, serdara qewmê qehpik, ku derkevim sefera ser wargehên te û bi pirjimariya destên xwe bikim saxtiya gir û mesar û mesîlên te, ezê çi hîs bikim û çi bibihîsim? Anatomiyek, erdnîgarek an jî tenêbûnek ku hestiyê evîndarên xwe dikoje li ser kavilên te?:
    “Tu dizanî, em di têgihan de dixafilin, têgih jî di neqeba ziman û mejiyê me de!”    
 
Xwedêyo! Serî li min digere, serê min tune dibe… zanebûna min diêşe, agir dibeze di damarên min de… wê deştê ji bin lingên min bikişînin, çiya wê bi ser min de wergere:
 
“Ji kêleka dilê min ve dest pê neke û neşidîne evîna min; eseh giyanê min wê tevlî jahriya şeravê bibe!”   
 
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Pê şabûm

  • 16 Gulan 2007

Min bi tirs dest jê re hejand, bi didulî, bi şikebarî... Di bin siya sipîndarekê de bûm wê awirên xwe yên ku ez hînê bendewariyê kiribûm, raserî...

Xîreta Nivîsandinê

  • 09 Sibat 2009

Wextek gelek dirêj di navê re çû ku ez ji bo Diyarnamê nanivîsim loma jî edîtorê wê yî pir hêja, Cemîl, ez bi cangiraniyê “tewanbar”...

Dizê we ji malê ye!

  • 24 Gulan 2007

Hin nav û gotin û çîrok hene qet ji bîr nabin, hetan  ku hûn rihê şêrîn bi xwe re bigerînin ew wekî morîkên şîn di nava...

Hemû Nivîsen Rifat Arya/ Mesîla Dil

Rifat Arya/ Mesîla Dil kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

‘Kurdan berî ereban çîrok nivîsîne’

ad

'Berf jî diêşe' hat lîstin

ad

Leşker jî strana "Canê Canê" distrên

ad

Bila kes netirse, Xwedê jî gotiye ''Min Dît''!

ad

Fransa jî, Mbappe jî ketin nava dîrokê

ad

'Bi Zekî Ozmen Re Almanya' hat

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname