Min bi tirs dest jê re hejand, bi didulî, bi şikebarî... Di bin siya sipîndarekê de bûm wê awirên xwe yên ku ez hînê bendewariyê kiribûm, raserî ser min kir.
Ew her du çavên reş, ez çawa wan xweşik nas dikim, çawa min ji naskirina wan mû zayî nekiriye ! Û wê rûyê ku min di rojên xwe yên xişîm de dişiband hîva çardeşevî û niha dibînim ku xişîmiya min ji zanebûna min re sermiyan e!
Bêpaxav pêrgî min bû, kenek çiminjê li ser rûyê wê lîst, tirsê ji bin pêsîra min a çepê xwe berda nava deziyên çokên min! Loma jî rêya revê li ber min neket, min sîngê xwe da ber tîrên awirên wê û ez jî kakijîm ber bi wê ve!.. Destê xwe dirêjî min kir û merheba li min hilanî, bi nazdarî, bi kûbarî, bi tevger û toreyek ku di rojên xwe yên xişîm de ez li ber dibûm mirîdek dilsoz û min rast û çep jê re serî ditewand! Û niha ez dibînim ku ez mirîdek qenc û kedkar im û li ser rêyek heq û kamil meşiyame !
Destê xwe dirêjî min kir û ez li zivistanek panzdeh sal berê vegerandim ku bextê evînê di binê berfek çîlsipî de reş girêdabû, min dikaribû li ber çavê xelkê qalikê porteqalekê ji ser sergoyek gemarî hilda û bi rengê sêwiyek çavbirçî ew bixwara, lê min cesaret nedibir xwe ku ez lêvên xwe nêzîkê guhên wê bikim û bêjim “min ji te hezkiriye”! Nebxêrî ew bû ku bihar bi ser me de nedihat, em ji demsalek berfê dîsa diketin demsalek din a berfê. Tirsa min jî ew bû ku şopa hezkirina min mîna şopa gurê birçî li ser wê berfa kambax xûya bike û ez bi erzanî bikevim dafika wan nêçîrvanên hesûd! Loma jî min timî ji xwe re digot “nexafile!” û min eniya xwe dida şewqa hîvê û êşek biharkuj mîna kêra jehrê bênavber li bin pêsîra min a çepê diket û jê vedikişiya! Kederek heftserî dev dixist canê min û hestiyê min dikeritand. Qeşayê gulî û gulîçikên daran diqerisand û ez jî ji hundir ve diqerisîm. Wisa ez dimam xwar û şikestî û wê dilgawirê yek carekê jî nalîna ku rihê min dida cercerê nedibihîst û lê hay nedibû! Zeman ew qas bêhavil û awirên mirovan ew qas biqisûr bûn ku evînê keys nedidît ku xwe li ser barê rastiyê biedilîne û xweşiya xwe bi ser bedenên nîvmirî de bifûrîne! Gava ku wê qesta çûyênê ji cem min dikir xwîn li min dicemidî, ken li rûyê min sist dibû, ez diqutifîm. Lê mixabin, berê hemû tiştî li çûyînê bû, tiştek ku li min vegeriya û qesta paşila min a sar bikira tunebû. Wê mîna keybanûyek ku ji razanê dereng mabe heyfa xwe bi dema ku li cem min derbas kiribû dianî û xatir ji civatê dixwest. Ber bi derî ve dimeşiya min lê dinêrî, wê dest davêt çepilê derî min lê dinêrî, wê derî vedikir min lê dinêrî, wê gava xwe bi ser şêmûgê ve diqeliband min lê dinêrî, wê derî bi ser dilê min de digirt, ziringînî jê dianî û lêdixist diçû, min li valahiya ku wê ji min re dihişt û diçû dinêrî! Min tilî dikuta cênêka xwe û ez li ber kilamên wê pîra delal disincirîm û bi ser xwe de diponijîm: “Min nizanibû dil î waye/Min digot qey serê salek bi çend sala ye/Lê min nizanibû dawiya emrê min pê ra ye!...”!
Di wan rojan de ez bûm mazûvanê xem û xeyalên kûr û bêbinî! Min didît ku her wesleyek min êşek cihêreng li gewdeyê min dihêwirîne, min didît toza ku ez li ser dimeşim dibe êş û bi gewdeyê min ve radipelike! Min didît ku êş bûye agir û rahiştiye canê min û bi dilbijokî goştê min dixwe! Û min didît ku ez ji êşa xwe hez dikim ji her tiştî bêhtir, ji her kesî bêhtir! Ji ber ku ji xeynî wê hemû tiştî poz ji min bada û bi tenê wê himêz ji min re vekir û ta xwe berda nîvê sêva dilê min! A di wan rojan de ez têgihîştim ku têkçûn ne derdekî bêderman e, ji ber ku helbest dikare ji bin parsûya wê ya çepê bê afirandin. Wê çaxê min lêvên xwe nêzîkê guhên xwe kir û min ji xwe re got: “Ey Mîrê êşê, te qesr û qonaxên bextewariyê tevde ji dest berdan, lê ji bîr neke, te ji yarek bedew hezkiriye ku navê wê HELBEST e, dest ji şixul neke û li bendê be...”
Destê xwe dirêjî min kir, bi nazdarî bi kubarî, min dem di ser re derbas nekir û min jê re behsa hesreta xwe ya kevnare kir. Min newêribû demê di ser re derbas bikim çimkî zivistanek xedar wê dîsa xwe dirêjî ber deriyê min bikira û evîna min a ku ji singê demsalek mirî û jibîrkirî ji nû ve zîl dabû wê li ber talana seqemê biçûya. Min pêçiyên wê di nava destên xwe yên lerzokî de firikandin û min vê gotina ku bi emrekî dereng mabû jê re beyan kir: “Min ji te hez kiribû.” Li ser eniya gewr û girover serê her du birûyên wê bi xezeb qerçimîn û xwe gihandin hev, ew her du birûyên ku min tirs û xweşiyê bi hev re jê hilanîbûn. Bi dengek mişt gazin û lome li min vegerand: “Na, heger te ji min hez kiriba ezê ji derekî pê bihesiyama!” Min her du çavên xwe bi nermî şikandin û min peyva xwe dubare kir: “Belê, min pir ji te hez kiribû.” Nîskên çavên wê lîstin, kenekî sivik ricfên dilovaniyê li ser lêvên wê belav kir. Destên wê hişk bi destên min girtin û nema berdan... em siwarbûn û me ajot. Çemekî delodîn, ji rojhilat ve bi ser me de diherikî. Min piyê xwe ji ser hesinê tirimbêlê hilanî, rê li me sist bû, wext pê re sist bû û sipîndarên delal liv li xwe giran kirin û bi ahenga dengê kemanek êşbaz re li çar aliyên me vehejiyan. Xwezayê xeftanê xwe yê reş û tarî li me pêçabû. Di navbera dest û lep û dev û lêvan de şerê kêfxweşiyê dest pê kir. Ji nişke ve de min dît ku paçek li ber bayê şevê li ba dibe û li porê wê diqewime. Bi kurepistek şêrîn û dilbijok ji min re got: “Ez bêjim mekene, em di binê darek ziyaretê de ne!”
Min her deh pêçiyên xwe di nava porê nerm ê hevirmêşî re derbas kir û min ew da ber hemêza xwe û hetan ji min hat min ew bi xwe ve şidand!


