logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  3. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

Helîm YÛSIV

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV

Li Amûdê tiştên ku min nedixwest ez wan bibînim

  • Dîrok: 05/02/2016
-Rewşa siyasî û civakî ya Amûdê-

Xelek-5
Roja yekem ez gihîştim Amûdê û piştî serdana mezel, min xwest ez bi tenê lê bigerim û bibînim bê çi guhertin lê çêbûne. Yekem tiştê bala min kişand ew bû, ku di van pazdeh salan de pir ava bûye û ji cem mala me li ser riya Qamişlo û heta navenda bajêr valayî nemaye. Xemilandina kolanan bi rengên kurdî û bi wêneyên şehîdan hestiyariyeke mezin bi  min re çêkiribû û nizanim çima ji hemû şehîdan bêhtir hevalê min ê zarotiyê û ciwaniyê Melek Şêx Bekir dihat bîra min. Min dixwest wan kêlîkan ew jî bi min re ba. Ne tenê guhertin, lê belê tevlihevî jî gelek di kolanên bajêr de hebû. Cihên dezgeh û saziyên girêdayî rejîmê, ji cihên îstîxbaratan bigre, hetanî bi cihê rêveberê navçê – mudîrê nahiyê – yê ku herdem efserekî artêşa rêjîmê bû, hetanî bi cîgehê partiya Baas hemû bibûn cihên dezgehên girêdayî rêveberiya xweser ku li “Navenda Çanda Erebî” bi temamî bi cih bibû. Amûdê wekî paytext û navenda birêveberiyê jî li wir hatibû bicihkirin. Li kolanan ez li çend kesên ku hevtemenên min in rast hatim. Li gor pêla koçberiyê ya ku hemû Rojava dabû ber xwe, dîsa jî gelek dost, heval û hevtemenên min li wê derê mabûn û bi dîtina wan kêfxweş bûm. Ev aliyekî meselê bû, lê li aliyê din jî ez dixwazim behsa hin aliyên neyênî bikim, behsa wan tiştan bikim ewên ku min nedixwest wan bibînim û min ew dîtin. Ji wan vane çend têbînî û rexneyên min:
• Ala kurdî
Dilê min hebû ku ez ala kurdî ya ku niha bi şaşîtî wekî “Ala PDK’ê” tê binavkirin li kêleka alên kurdî yên din bilind bibînim. Wisa jî birêveberiya Rojava ew al wekî ala xwe ya neteweyî bibîne, ji ber ku ev rastiyeke dîroka me ye û rê li ber van nakokiyên ku di navbera partî û aliyan de derdikevin bihata girtin. Ji bo ev têbîniya min baş bê fêmkirin, yê ku bixwaze dikare vegere gotara min a ku bi taybetî min li ser vê mijarê nivîsandiye. (Linka wê ev e: http://diyarname.com/article.php?Idx=931 )
• Tunebûna ciwanan li kolanan
Tiştekî gelekî berbiçav bû, ku li her deverê yan jin yan jî mêrên navsalî û di ser çilî re dihatin dîtin. Ne tenê li dezgeh û kargehan, wisa li sikak û kolanan jî. Li her devera ku me pirsa rewşa wan dikir û bi taybetî ji hêla keç û jinan ve dihat gotin, ku êdî xort di nav civata me de nemane. Beşekî mezin ji wan koçber bûye û ber bi Ewropayê ve çûye. Beşek jî di nav refên YPG’ê de cih girtine û yên mayî jî bi zorê ji bo leşkeriya neçarî –tecnîd icbarî- tên şandin. Ez li mala hin dostan li xortinan rast hatim ku nedixwestin derkevin Ewropayê û terka welatê xwe bikin, lê di heman demê de nedixwestin herin leşkeriya neçarî jî. Bi vî awayî neçar diman ku li malê bimînin, da ku li ser haciz an nuqteyên kontrolê yên asayîşan neyên girtin û ji bo leşkeriyê neyên şandin. Ji ber vê, diyar bû ku qanûna leşkeriya neçarî hem bûbû sedema pêkanîna vê rewşê û hem jî bûbû sedema ku hin malbat zarokên xwe li şûna leşkeriyê bişînin Ewropayê. Ev ne cara yekê ye ku dibêjim, êdî ev qanûn divê bi vî rengê xwe di bin çavan re bê derbaskirin û bê sererastkirin.
• Li Amûdê hîn jî birînên roja reş nehatine dermankirin
Mebesta min bi roja reş roja 27.06.2013 ye. Di vê rojê de û di encama bûyerên ku li Amûdê qewimîn de, ji xelkên Amûdê şeş kes (Arasê Bengo, Eliyê Rindê, Seed Seyda, Berzanî Qerno, Nadir Xelo, Şêxmûs Hesen) bi guleyên asayîşan an yên bi ser YPG’ê ve şehîd ketin û ji aliyê din Sebrî Gulo şehîd ketibû. Vê bûyerê birînên mezin di gewdeyê bajarê Amûdê de vekiribû. Wisa jî ji ber ku xelkên Amûdê hemû hev nas dike vê bûyerê siya xwe ya giran avêtibû ser têkiliyên civakî û siyasî di navbera hemû xelkên bajêr de. Vaye zêdeyî du salan di ser bûyerê re derbas bûye, lê hîna jî ev alozî nehatiye çareserkirin. Di êvareke xemgîn de ji êvarên ku min li Amûdê qedandin, ez çûm serxweşiya “xwarziyê” xwe yê dilzîz û mamosteyê min ê “dinyayê” yê demekê Ebdulbaqî Seyda, bavê şehîdê Seed. Bavê wî Seydayê Saduddîn jî ku îmamê mizgefta mezin ya Amûdê bû li wir amade bû. Rûyê Seyda hîn geş bû û di nav cihê xwe de bi rûyekî geş em pêşwazî kirin. Behsa hewildanên çareseriyê kir, ku heta niha bê encam mane. Ji bo Amûda “biçûçik” ew bûyer birîneke “mezin” bû û her û her li benda dermankirinê ye. Min nedixwest ez vê birînê, piştî derbasbûna zêdeyî du salan, hîna vekirî bibînim. Min dixwest ku rêveberiya xweser, nexasim ku navenda wê Amûdê ye, bi çi awayî be riyeke çareseriyê ji vê aloziya civakî û siyasî re bibîne û rê li ber jiholêrakirina kîn û dijminahiya di navbera xelkên yekbajarî de, veke. Ez vê yekê wekî erkeke bilez ya birêveberên xweseriyê dibînim û her ku vê meselê di ser guhên xwe re bavêjin û çareseriyê li paş bixînin, ewqasî birîn jî kûrtir û firehtir dibe û pêre jî rewşa bajêr aloztir dibe.
Ev jî yek ji ezmûnên bajarekî ne, lê gelek ezmûnên giran hîna li pêşiya birêveberiya rojavayê Kurdistanê hene. Careke din emê behsa hinekan ji wan ezmûnan bikin.
(wê bidome)

 **

Beşên din ên vê xelekê:

- Serdana dibistanên perwerdeya bi kurdî li Amûdê 

- Dara di navbera serê dê û bavê min de 

- Rê ji bo erebeyên Amûdê vekiriye 

- Yekem car ez sînorê navbera du dewletan derbas dikim; her du alî jî kurd in  


Ekrem Sity ev wêne çêkiriye
Hin Nivîsen Nivîskar

Ez û Weşanxaneya Avesta - 1

  • 01 Adar 2008

Sal 1990 bû.Min ji Amûdê rê girt û ji bo weşandina pirtûka xwe ya yekem ya bi navê Mêrê Avis min berê xwe da Şamê. Rê şazdeh saet bû. Hem ji bo...

Sê roj bi Exil-PEN'ê re

  • 09 Berfanbar 2013

Di rojên 15 heta 17.11.2013'yan, di bin sernavê "Cîhan û derbiderî" de, li bajarê Solingen li Almanyayê, Exil-PEN'a nivîskarên derbider yên ku li welatên...

Çima wêjeya kurdî li cîhanê nayê naskirin?

  • 24 Sibat 2020

Hetanî ku wêjeya zimanekî sînorê xwe yê herêmî yê welatê xwe derbas bike, divê ew wêje ji bo zimanên din bê wergerandin. Ji ber vê mirov...

Hemû Nivîsen Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV kî ye?

Nivîskar Helîm Yûsiv di sala 1967'an de li Amûdê hatiye dinê. Li Zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûqê qedandiye û ji sala 2000'î ve li Almanyayê dijî. Malpera me Diyarname jî têde bi dehan gotarên wî di malper, kovar û rojnameyên kurdî û erebî de hatine weşandin. Ew qunciknivîskariya xwe ya di Diyarnameyê de didomîne. Her wisa Yûsiv dor 20 salan ji bo televîzyonên kurdî bernameya wêjeyî bi navê "Gava Sêyemîn" û "Deriyê Din" amade kir.
Pirtûkên Helîm Yûsiv heta niha li zimanên tirkî, erebî, farisî, îngilîzî û almanî hatine wergerandin. Dîsa heta niha ji çîrokên wî lîstikên şanoyên yên wekî "Komara Dînan", "Bidarvekirina Pozekî" û "Sol û Serî" hatine amadekirin û lîstin.
Li aliyê din li Başûr di sala 2015'an de Weşanxaneya Endîşe Xelata Romanê, li Bakur di sala 2020'an de Egîtîm-Senê Xelata Kedê da wî.
Pirtûkên wî yên çapkirî ev in:
- Mêrê Avis (çîrok. 1991)
- Jinên Qatên Bilind (çîrok, 1995)
- Mirî Ranazin (çîrok, 1996)
- Sobarto (roman, 1999)
- Memê bê Zîn (çîrok, 2003)
- Tirsa Bê diran (roman, 2006)
- Gava ku Masî tî Dibin (roman, 2008)
- Romana Kurdî (lêkolîn, 2011)
- Auslander Beg (çîrok, 2011)
- 99 Morîkên Belavbûyî (roman, 2015)
- Wehşê Di Hundirê Min De (roman, 2018)
- Firîna Bi Baskên Şikestî (Roman, 2019)
- Serdema Qazîmazî (Çîrok, 2021)
- Agirê ku bi mala me ketiye (Gotar, 2023)
- Ez lawê duhezar û şeşsed sal ji tozê me (Hemû Hevpeyvîn, 2023)

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Ji Sengawî hişyarî: Ji ber Barzaniyan û PDK'ê Hewlêr jî wekî Mûsilê ji dest diçe

ad

Fenerbahçe û Shakhtar Donetsk ji bo aştiyê dilîzin

ad

8 sal ceza dan xebatkara Azadiya Welat

ad

Wêneyê rojê: Bi melhefê li meclisê bû

ad

Soranî jî di nav de Googleê 24 ziman/zarava li wergerê zêde kirin

ad

Gava peyv têwerdibin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname