logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Leven Tuzel, Hikumeta Hilbijartinê, vane gotinên min

  • Dîrok: 28/08/2015
Pêşî em wisa bibêjin: Tu armanceke HDP û EMEP'ê heye ku ji Tirkiyeyê veqetin, tu biryar, zagon, hikumetên Tirkiyeyê qebûl nekin, di nav siyaseta Tirkiyeyê de cih negirin?
Bersiva van pirsan NA ye. Wê çaxê divê siyasetê jî bikin, di nav hikumetê de jî cih bigirin, heta bikaribin para dijberên xwe ji wan bigirin û bikin a xwe.
Mesele ev e: Ji ber ku partiyan nekarî hikumeta koalîsyonê çêbikin li gor Zagona Bingehîn a Tirkiyeyê "Hikumeta Hilbijartinê" çêdibe, li gor dengên ku girtine wezîr li wan partiyên di nav meclisê de tê parvekirin. Ji van ji bo HDP'ê jî 3 mebûs dikevin. Ew mafê HDP'ê ye, wekî şîrê helal e.
Em mînakek wisa bidin: Li holê maseyek heye, li ser maseyê xwarinek heye, ji wê xwarinê beşek para te dikeve, tu wê xwarinê nexwazî ew ji te diçe, dibe para kesek din; her ew xwarin tê xwarin. Wê çaxê tuyê çima wê xwarinê nexwî, yan jî bi hevalên xwe nedî xwarin? Em xwarinê di wateya "rayeyê" de wekî mînak didin, ne ku di wateya xirab de. Bi gotinek din ew raye her li wir e, gere kes wê bikar bînin, çima ji dêvla me de hinên din wê rayeyê bikar bînin? Ma em dê heta kengî ji desthilatdarî dûr bin, nebin desthilatdar, yan şîrikê desthilatdarî.
Em dîsa vegerin xwarinê: Heta niha li dor wê maseyê, li ser wê xwarinê gelek tişt hatin axivîn, carinan biryar hatin girtin lê tu demê me nizanî çi hat axivîn, der barê qedera me de çi biryar hat girtin... Lê niha dema ji te jî 3 kes hebin,
A- Em dê bizanibin li wir çi tê axivîn, ew sê kesên te çawa ji wir derkevin dê me agahdar bikin ku tiştek baş hatine axivîn, yan na. B- Dema biryarek bê girtin biryar baş e ew 3 kesên te jî dê piştgirî bidin, baş nebin dê dij derên heta ji wan hat.
Niha bi cihnegirtina di nav Hikumetek wisa de, cihnegirtina li dor wê maseyê tê wateya ku em para xwe naxwazin û em dixwazin para me jî ew bixwin.
Têkoşîn wisa nabe. Ger em ji AKP'ê hez nakin, em dijî AKP'ê ne em çima hemû biryaran bidin destê wê, em çima parek jê negirin, ku ew par çiqas dibe bila bibe... Gelo bêsebeb Burhan Kuzu yê AKP'yî dibêje "HDP di nav hikumetê de cih negirta dê baş ba." Yalçin Akdoganê neyarê HDP'ê jî wisa dibêje, "Ketina HDP'ê ya di nav hikumetê de sûcê MHP'ê ye, guneh di stûyê MHP'ê de ye. Me got werin em hikumetek ji bo pêşhilbijartinê çêbikin jî MHP nehat."
Bi kurtahî tê dîtin ku ji bo HDP di nav Hikumeta Hilbjartinê de cih negire çi ji AKP'ê hat kir. Û bi ser de jî EMEP'a me naxwaze di nav hikumetê de cih bigire, bi awayekî ber bi polîtîkaya AKP'ê ve diçe.
Em balê bikişînin ser hin xalên din jî:
Dema diyar bû ku dê Hikumeta Hilbjartinê çêbibe û 3 wezîr ji bo HDP'ê dikevin, HDP li hev civiya. Biryara cihgirtina di nav hikumetê de tirs xist dilê AKP'ê. Di nav civîna ku çêbû de Leven Tuzel jî hebû, pêkhateyên din jî. Wisa diyar e ku li wir, an li cihek din Tuzel û partiya wî EMEP'ê negotiye "Em di nav hikumetê de cih nagirin" ku bigota dê Demîrtaş negota "78 hevalên me jî hemû yek in, pêşniyar ji bo kîjanê bînin dê bi awayekî baş bikaribin me temsîl bikin." Jixwe dema navê Tuzel diyar bû, Tuzel bixwe got, "Biryara partiya me heye, emê têde cih bigirin û bi awayê herî baş temsûl bikin." Û rojek din zivirî.
Pirs ev e: Ger hûn berê de fikra xwe diyar nakin, dema biryar tê ser we hûn çima bi paş ve gav diavêjin? Çima ji dêvla 3 kesên HDP'yî dê 2 kes cih bigirin? Gunehê wê ne di stûyê EMEP'ê de ye? Mînak ji herêma ku Tuzel jê hatiye hilbijartin gel rabe bibêje "Ji bo tu min li her derê temsîl bikî min deng da te, tu çima mafê min bi ser AKP'ê ve dişînî?" dê çi bibêje?
Ha, gotinek din jî wisa dibêjin, "Hikumeta di karaktera hikumetek êrîşa gel dike de ji bo demekê be jî cihgirtinê em rast nabînin."
Yanê? Yanê HDP di nav hikumetek êrîşê gel dike de cih digire, lê em rast nabînin û cih nagirin. Berevajî vê Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen wisa got; "Em ji bo şer bidin rawestandin, tam jî ji bo berpirsiyarî bigirin û vînê derxin holê. Ji bo şer bidin rawestandin me biryar da ku di nav hikumetê de cih bigirin."
1- Diyar e ev ne hikumetek ji bo şer e û ne Hikumeta Şer e. Hikumetek e ku Tirkiyeyê bibe hilbijartinê, ji bo hilbijartin adil derbas bibe wê tevbigere (tevbigere negere ew tiştek din e). Em bibêjin HDP ket navê û dît ku dibe Hikumeta Şer, ma îstîfakirin zehmet e?
2- Em bibêjin hikumeta şer e. Tu di nav de nebî jî heman hikumeta şer e, lê tu di nav de bî belkî tu bikaribî hinek muxalefetê bikî, tu bikî ku ew ji ser wê rê vegerin. Lê niha tu nikarî wê jî bikî. 
3- Dê hikumet Tirkiyeyê bibe hilbijartinê, tu cih bigirî belkî tu bikî ku hinek adil tevbigerin, tu cih negirî jixwe hemû raye di dest wan de ye, dê wekî berê bi ya xwe bikin.
Û 4- Cihgirtina di nav hikumetek wisa de ne bi daxwaza AKP'ê ye, bi ked û têkoşîna ku te daye ew maf ji bo te hatiye. Cihgirtin nabe piştgirî ji bo polîtîkayên AKP'ê, berevajî dibe ku tu bikaribî dijî van polîtîkayan derê.
Bi kurtahî: EMEP'ê pêşî golek avêt qeleya xwe û dûre jî avêt qeleya HDP'ê. Û dubare: Ger berê EMEP'ê bigota em cih nagirin, dê Demirtaş ne qala 78 mebûsî, dê qala 77 mebûsî bikira û niha dê ne 2 mebûs, dê 3 mebûs di nav Hikumeta Hilbijartinê de ba.
Bi ya min EMEP'î bixwe divê vê biryara EMEP'ê û Tuzelî şermezar bikin.
***
Em niha  hin xeyalan bikin: Îro li Geverê sivîl hatin kuştin. Mebûsên HDP'ê çûn lê demek dirêj nehiştin bikevin navçeyê. Dema 3 wezîrên te hebin ne wekî mebûs, wekî Wezîr tu dikarî li ber deriyê Geverê bî, ev jî tiştek din e.
Wezîr çi be bila bibe, 2 meh ji bo hilbijartinê, mehek jî heta hilbijartin xilas bibe û hikumetek nû çêbe, herî hindik ev hikumet dê 3 mehan bidome û di van 3 mehan de ew wezîr belkî bikaribe hinek tiştên baş jî bike.

Welhasil, qewlê pîra min re got; "Ez çi serê we biêşînim", çi bibêjim jî ji niha û pêde bêfêde ye.

***
Têbinî: Min dê vê hefteyê li ser Serokatiya Mesûd Barzanî binivîsanda, lê ev ket navberê, belkî hefteyek din...

Hin Nivîsen Nivîskar

Notên vir de û wir de

  • 06 Avrêl 2010

Ez dema bi gelek tiştî re eleqedar dibim, Diyarê Me vala dimîne. Ev yek min diêşîne. Lê di heman demê de di vê valahiyê de not jî zêde dibin. Emê vê...

Evîndariya yekem

  • 23 Gulan 2007

Hûn rûniştîne, hevaleke we tê cem we. Pêşî hûn fêm nakin mesele çi ye, dûre hûn ferq dikin ew wekî çivîkek hatiye xwe daniye û...

Soneyên Shakespeare di Cîzmeyê de winda bûn

  • 12 Tîrmeh 2021

Li dinyayê gelek kesên bi aqil hene ku heta îro berhemên wan mane û hê belkî bi sedan salên din jî di rojevê de bimînin. "Hunera Şer" a Sun Tzu her...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

"Apê Îrbom" diçe Dubaî

ad

Bertolucci jî wefat kir

ad

Newşîrvan Mistefa hat oxirkirin

ad

Îmamoglu: Gundê Cevîzlî çi be, Amed jî ew e

ad

Bill Gates xelata Gandhî girt

ad

Chan: Kî dermanê Corona bibîne ezê 860 hezar dolarî bidimê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname