Diyarname
Derhênerê navdar ê îtalî Bernardo Bertolucci di 77 saliya xwe de wefat kir. Wî gelek fîlmên girîng pêşkêşî sînemaya îtalya û dinyayê kirin.
Rojnameya îtalî Carriere della Sera ragihand ku derhênerê navdar wefat kir. Bernardo Bertolucci ev demek dirêj bû li nexweşxaneyê dihat dermankirin lê nekarî êdî ber xwe bide.
Bertolucci kî ye?
Bertolucci di sala 1941'ê de li Parmayê hatiye dinê, di sala 1961'ê de dema derhêner Pier Pasolini nas dike jiyana wî diguhere û dikeve nava sînemayê.
Di fîlmê Pasolini yê bi navê "Accatone" de cîgiriya derhêner dike û paşê yekem senaryoya xwe bi navê "La Commare Secca" dinivîse. Fîlm li Venedîkê bi ser dikeve û ji vê hêzê digire.
Fîlmê "1900" li dinyayê belav dibe
Di sala 1964'an de "Before the Revolution"ê dikişîne. Bi navê "Once Upon A Time In The West", "The Spider's Stratagem", "The Conformist", "Last Tango in Paris" dikişîne lê herî zêde bi fîlmê xwe "1900" navdar dibe. Fîlmê ku di sala 1976'an de dikişîne, serlîstikvaniya wê Robert De Niro û Gerard Depardieu dikin. Fîlmê ku çîroka du jenerasyonên çepgir û faşîst derdixe pêşberî temaşevanan hem dike ku Bertolucci li dinyayê navdar bibe, hem jî fîlmê wî bi herfên zêrîn di nav sînemaya dinyayê di cih digire.
Herî dawî 'Ez û Tu' kişand
Bi "La Luna", "Tragedy of a Ridiculuos Man" navdarBûna xwe didomîne û di sala 1985'an de bi navê "The Last Emperor" li ser împaratorê dawî yê Çînê Pu Yi fîlmekî nû dikişîne. Ev fîlm jî dike ku gelek bandorê li qada sînemayê bike ji ber ku wê salê tam 9 Oscaran bi vî fîlmî bi dest dixe.
Paşê di sala 1990'î de "The Sheltering Sky" sala
1992'yan de "Little Buddha" û di sala 1995'an de "Stealing Beauty" dikişîne.
DerHêner Bertolucci herî dawî di sala 2012'Yan de fîlmê "lo E TE / Ez û Tu" nivîsand û kişand.