Diyarname
Vê mehê di çarçoveya "Rojên Fîlmên Kore" de 5 fîlmên bijarte derdikevin pêşberî temaşevanan.
Ak Sanat ku li Taksîma Beyogluya Stenbolê ye û her meh bi çalakiyên cur bi cur derdikeve pêşberî temaşevanan vê mehê "Rojên Fîlmên Kore"yê xistiye nav bernameya xwe. Îsal 2'yemîn car e tê li dar xistin. Di nav bernameyê de 5 fîlmên bijarê ji Koreyê têne nîşandayîn.
Bername bi vî rengî ye:
- Fîlmê derhêner "Ode to my Father /Pesin ji bo bavê min", roja 8'ê mehê, saet 15, 22'yê mehê saet 19'an de tê nîşandayîn.
- Fîlmê derhêner Lee Seok-hun "Himalaya", roja 8'ê mehê saet 19 û 22'yê mehê saet 15'an de tê nîşandayîn.
- Fîlmê derhêner Kang Hyo-Jin "Wonderful Nightmare/ Kabûsek Mikemel", roja 10'ê mehê saet 15 û roja 17'ê mehê saet 19'an de tê nîşandayîn.
- Fîlmê derhêner Ahn Jae-Hoo, Han Hye-Jin "The Road Called Life /Rêya ku jêre jiyan tê gotin", roja 10'ê mehê saet 19, roja 17'ê mehê saet 15'an de tê nîşandayîn.
- Fîlmê derhêner Park Dae-min "Seondal: The Man Who Sells the River / Seondal: Zilamê çem difroşe" roja 15'ê mehê saet 15 û 19'an de du caran tê nîşandayîn.


