Xwezî her zehmetî, mîna bilêvkirina vê çîvanoka ku bû serik ji vê nivîsê re, zehmet bûya,
Xwezî her zehmetî, wekî bilêvkirina vê zûgotinoka ku bû serik ji vê nivîsê re, zû ji holê rabûya,
Xwezî her rastî, tenê bi qasî rastiya di naveroka vê qinika ku bû serik ji vê nivîsê re, tehl bûya,
Xwezî, xwezî, zwezî...
Lê mixabin, ez jî dizanim, bi xweziya mirov nagihe baqê keziya...
Lê, rastî çi dibe bila be, dîsa jî divê mirov hest û ramanan derîne holê. Bidêre li ber bê. Belkî çavin, belkî guhin, belkî dilin haydar bin. Piştî ku kurma heram, qurmê qul kiriye, çi ji derve be, çi ji hundir; mixabin kurmê qurm qul kir...
Ji raman, ji pêşniyar, ji rexne, bertek û êşê bêtir û bi wê detir...
Ji rastiya jiyana rojane, rastiya berbiçav û şênber; dîmenek ji dîmenên pêvajoya welêt, belkî ji bo nezan û xeşîman, belkî ji bo çavên kor, dilên sar û belkî ji bo guhên kerrrrrr!
Kurma heram, gav bi gav, kêlî bi kêlî, wekî kuliyan êrîşkar, mîna gur keftaran hov û har; bi dizî, eşkere, li her derê, her tim û her car, hundirê qurmê xwar û xwar.
Desthilatdarên kurdan, bi hemû rê û rêbazên karîger ên jiyanane û modern, li nav daristana kurdiya kurmancî û dimilî de, kurmê xwe berdana hemû daran. Şerekî giran e, talan bûn stran, çîrok, çîvanok, zarava, devok. Li bajar û gundên kurdan, di polên dibistanan de terqîna kurdiyê tê xwendin, hevok bi hevok.
Ligel rastiya ku siyaseta desthilatdariya Tirkiyeyê bi her gava ku diavêje, dixwaze kurdan wekî her carê, dîsa ji nû ve bixapîne,
Ligel rastiya ku ramana rawestandin, lawazkirin û heta henekpêkirinê ye, hemû mebesta wan,
Ligel ku qoşxaneyeke tirşika sar e ku dilê tirşikçiyan sar, zikê wan têr dike be jî hemû berhemên wan,
Divê em tiştekî bikin, tiştekî ku hemû xefkên wan xera bike, tiştekî ku napoxa wan di serê wan de biteqe û virên wan belawela bibin, tiştekî ku nêta wan a gemarî bêhn bide, di bêhna genî de bifetisin, tiştekî wisa ku seriyên gêj, dilên sar, çavên kor, guhên ker, kurdên haramzade... bi rastiya xwe, bi rastiya jiyanê, bi mirovbûna xwe bihesin.
Dibistan dîsa vebûn, aşê bişaftinê ji nû ve û lezgîntir dêbigere. Pêvajoya bişaftinê êdî ji heft saliyê hate çar-pênc saliyê. Mebesta herî mezin a guhertina pergala perwerdehiyê ya ku wekî 4+4+4 bi nav dikin, hîn zûtir û bêtir hêrtina zarokên kurd, di aşê bişavtinê de ye. Li hemberî vê xapînê, li hemberî vê siyaseta genî, divê çi bê kirin?
1- Bi her awayî lihemberderketina fêrkirina kurdî, di nav saziyên pergalê de, çi dibistan, çi zanîngeh û ...
2- Ji bo xerakirina xefkên pergalê bi hêzeke mezin xwestina dersa kurdî li gorî ku ew dibêjin. Bi qeflan, bi hezar û mîlyonan. Wan bifetisînin bi daxwaz û awaz û ...
Mîna ku di gotina pêşiyan de hatiye gotin, dibe ku her du jî ne rast bin, mîna ku li jor simbêl, li jêr jî rî heye. Di wê baweriyê de me ku ev mijar bêtir û bi kîtekît bê nîqaşkirin.
Ji ber ku rewş her diçe ber bi xerabiyê ve diçe,
Ji ber ku her diçe avzêmkek ji rûbarê kurdiyê ziwa dibe,
Ji ber ku bêrawest kurm qurm qul dikin,
Li bajarekî mîna bajarê Amedê, li dibistaneke ji rêzê, di poleke seretayî de; ku ji çil zarokên pênc- şes salî yên ku dê û bavê wan kurd in, heta bi gotineke dayikekê ku li hemberî pirsa min, ku min got, ma hûn ne kurd in ku keça te bi kurdî nizane? Ku wê jî ji min re got, belê wele, em kurd oxlî kurd in, lê mixabin, ne keça wê jinika ku digot, em kurd oxlî kurd in û ne sî û neh zarokên din, ji bo mastereyê, yek jî bi kurdî nizane.
Xwezî ev dîmen , ev rewş tenê ya vê pola ku ji çil zarokan pêk tê bûya. Di dibistana ku ez jî tê de dixebitim de, ligel pola min pazdeh polên yekem hene. Nêzîkî şeş sed zarok. Yek bi yek, ez li polan geriyam, min ji zarok û mamosteyan pirsî; tevahiya hejmara zarokên kurdan, ji nav şeş sed kesan, yên ku bi kurdî dizanin, negihan dehan. Di şeş sedî de, ne deh!
Xwezî ev dîmen tenê dîmena dibistana me bûya.
Xwezî ev rewş tenê rewşa bajarê me bûya.
Mixabin, ez baş dizanim ku piranî bi vî rengî ye. Yên ne wisa ne jî, hin bi hin ber bi vê encama kambax ve diçin. Kurma heram, li her derê belav dibe. Ne bajar hiştin û ne jî gund. Ne zevî hiştin û ne jî daristan. Ku wisa biçe, ji niha û ne gelekî ve, dê xaka kurdiyê bibe goristan.
Ji ber vê yekê, ji ber vê yeka tekane rewş, pêvajo û encam. Ku mesele mesela siyaset û sekn û helwest û vîn û stratejî û rêbaza azadiyê û her wiha serketina têkoşîna welatekî be, min qebûl e her tişt. Min qebûl e, ji ber ku ku azad bû welat, ha deh sal bi şûn de, ha bîst sal. Çiya heman çiya ye, zevî heman zevî. Lê ne heman ziman e, piştî pênc, deh, bîst salan, tu ziman. Jixwe di pêvajoyeke wisa de ku her diçe kurm zêde dibin û li her derê belav dibin; û qurm jî kêm dibin...


