LUQMAN GULDIVÊ
Perwerde ku erka civakê ye, çawa çêbû ku ji destê civakê hema hema bi temamî hat standin? Çawa dewletê li gora dilê xwe, li gora dewam û beqaya xwe ev erk bi ferd malbat û qismî civaka derveyî xwe re parve kir?
Ji bersiva van pirsan ya muhimtir, neçariya pirsan bixwe ye. Pirs bi xwe re tespîtên cidî li ser ferd, civak û dewletê dike. Ew di heman demê de îşaret bi peywenda pêkhatina sîstema perwerdeyê ya serdema me jî dike. Dewlet bi her awayî diyarker e, ji ber ku ji aboriyê heta bi cejn û şînê, dewlet li cihekî ye ku tevayî têkiliyan kontrol dike, wan bi rê ve dibe. Gava em berê xwe didin destpêkê, ango destpêka destwerdana dewletê, em bîr û baweriyên sîstematîk, destpêkên teolojiyê dibînin. Civak û yek bi yek ferdên wê divê fêr bibin ku ji bilî dinya derve ya sirûştî, dinyaya ku ew di hizra xwe de bi hestên xwe tê digihiştin, dinyayeke bi darê zorê çêkirî heye ku bi tenê bi sertewandina civakê li ber dewletê mumkin e ku civak li ser piyan bimîne.
Ev fikra besît bi serê xwe, guhertineke heta hingê nedîtî ya civakê bû û di asta şoreşê de bû; helbet di peywenda şoreşa çandinî û kedîkirina heywanan de ev dijşoreşek bû ku pêşî civakên di bin hikmê xwe de qaneh bike. Dîsa jî lawaziya dewletê heta bi serdemên dereng, yên nû dewra civakê ya sereke di perwerdeyê de misoger dikir.
Lê di sedsala 16'an de bi peydebûna protestaniyê re, paşê bi guhertina dewletê û dêra katolîk re, ferd û civak ber bi duriyanekê ve çûn ku li aliyekî xêr û bêra civakî û li aliyê din kara zêde ji bo bijartiyan hebû; ya ku li vir wê ji bo bijarteya duyem xwe bi ser me de dadaya û ne wekheviya civakî misoger bikira saziya dewletê bi xwe bû.
Di vê peywendê de perwerde hem ji qanehkirin û qaîlkirina civakê derdikete pêş, ku hîna jî para bêhtir li Ewrûpayê di çarçoveya saziya dêran de bi rê ve diçû. Jixwe guherînên piştî sedsala 18'an ên li Ewrûpayê wê reng bidana sîstema perwerdê ya dewletî li seranserê dinyayê.
Baş e, çi kir ku hevsarê perwerdeyê bi temamî ji destê civakê biçe? Ji bo vê mirov dikare sê navan hilde: dewleta netewe û îdeolojiya wê; artêşa dewleta netewe; û “şoreşa pîşesaziyê" û karkerên li keviyên bajaran. Dewleta netewe diviyabû bike ku xelk bi vê nasnameya nû qaîl bibe; ji heman dewletê re eskerên ji zimanê wê yê fermî fêm bikin diviyan; herî dawî jî ji fabrîkayên wê re karkerên qet nebe xwende û dikarin talîmatan fêm bikin lazim bûn.
Bersiva dewletê jî ew bû ku ferza dewletê di beşa duyem a sedsala 19'an de deyne. Li vir berjewendiyên ferd û civakê nînin, ferzên dewletê hene. Ji ber wê jî rêya herî erzan tercîh kirin: disîplîneke eskerî û sîstemeke îmtîhanan. Herdu jî ferd û pê re civakê bê îrade dikin. Li Rojava ji ber ku bi vê xisleta îmtîhanan tê zanîn, ew ji sîstema perwerdeyê hatin derxistin. Di heman de lêgerînên demokratîkkirina perwerdeyê bi beşdarkirina malbat, şagirt û kom civakên cihê dewam dikin. Ev jî xebereke xêrê ye ku wê dewleta her şax berdide sînordar bike. Aqûbet li serê deverên din
guldive@yahoo.fr
15.01.2018, Yenî Ozgur Polîtîka