Di dîroka mirovahî û her wiha ya cîhanê de, ziman her tim bûye navgîna têkilî û her wiha bûye sembola hin rewş û taybetmendiyan.
Ji van kirûya têkilî û ragihandinê tiştekî giyanewerî û her wiha gerdûnî, ew qas jî xwezayî ye. Ya din, ango kirûya sembolîzebûn taymetmendî ye. Ew li gorî cih û civakan diguhere. Hin alî, ji bo cihêtiya xwe ji civakê, ji gelemperiyê diyar bikin, zimanekî cuda yan zimanekî taybet bikar anîne. Ziman jixwe re kirine mîna nîşaneyekê, mîna behreyekê, mîna bikêriyekê ku ew ji civakê, ji raya giştî veqetîne.
Wekî mînak, di dîrokê de, desthilatdarên frensî, di nav xwe de ne bi frensewî lê bi latînî; malbata çarên rusan, di nav xwe de ne bi rûsî lê belê bi frensewî; osmanî di nav xwe de ne bi tirkî lê bi zimanekî çêkirî û tevîhev ku jê re “zimanê sarayê” dihate gotin, diaxivîn.
Ku em li rewşa kurdan li Kurdistanê binêrin jî em dîmenên bi vî rengî dibînin. Kurd, di bin desthilatdariya tirkan de, gelekî hewl dane (didin) ku bi tirkiyeke xweşik biaxivin ku tirk jî nikaribin bi tirkiyeke wisa xweş biaxivin. Her çiqasî bindestiyê ev yek li me ferz kiriye ku em mecbûr in ji bo bidestxistina jiyana xwe em fêrî zimanê serdestan bibin jî, zimanê serdestan her tim bûye wesfê cudatiyek ji ya rêzê.
Ev kirû derûniyeke wisa ava kiriye ku êdî em dibin evîndarê serdestên xwe (helbet di vir de mebest ziman e) û em xwe piçûk bibînin û her weha em ji “xwe” birevin.
Li hêla din jî têkoşîneke dijwar li hemberî serdestan ji bo bidestxistina azadiya gel. Di pêvajoya vê têkoşînê de bêşik e ku ji bo mafê ziman gelek berdêliyên gewre hatine dayîn. (Her çiqasî bi awayekî birêkûpêk, bi şênberî li zimên xwedîtî nehatibe kirin jî, ev wisa ye.)
Li vir ji bo zimanê kurdî tişta herî xetere û neyînî ew e ku ziman bi xwe bûye hêmaneke polîtîk. Hemû hewldanên ji bo ziman û yên li hemberî pişaftinê û her wiha ji bo geşkirina zimên dirûvekî siyasî wergirtin. Û mixabin, ev yek ji bo zimanekî bêsiûdiyek e ku ziman ji hemû rewş û bingehên xwe yên xwezayî dûr dixe. Wisa dibe ku mirovên ji siyasetê dûr ên ku di civakê de hatine pasîvîzekirin (tebitandin) ji axaftina bi zimanê xwe jî direvin.
Di vê kêliya ku em dijîn de, gava em li bakurê Kurdistanê dinêrin, ji her hêlê ve ziman ketiye nav aloziyekê û bûye derdekî ku dermanê wî gelekî zehmet e. Û ew qasî jî dilbiêş e. Du nivşên ciwan di nav zeviyên zimanekî dî de diçêrin û ev yek her kêlî wan ji hemû bingehên xwe yên neteweyî bi dûr dixe.
Ji ber vê yekê ye ku kurd azadiya xwe ya rêvebirî, siyasî bi dest bixin jî ji bo serfiraziya kurdî şerekî dijwar, pêvajoyeke dirêj divê. Mirov dikare di rojekê de welatekî ji bin dagirkeriyê rizgar bike lê rakirina zimanekî ji nav nivîna mirinê ne hêsanî ye. Ji ber ku di wî laşê mirî yan nexweş de, kelepora hezar salan veşartî ye û ew giya ne di rojekê, mehekê, salekê de şîn dibe; ew berhema keda demên pir dirêj e.
Ji ber vê yekê şerê rizgariya zimên ji nû ve dest pê dike.


