Di van rojên dojehî de min bi dehan caran pirsa ka gelo kurdên li Ewropayê çima tiştekî ji bo Cizîrê nakin ji kesên li Cizîrê û yên ji neçarî bajar terikandî bihîst.
Min tu carî nekarî bersiveke ku dilê wan hênik bibe bidim…
Ya rast, ya ji destê girseya kurdên li Ewropayê hat kirin û dikin.
Kurdên li Ewropayê ji roja karesata Şengalê ve li ser piyan e.
Bi metirsiya ketina Kobanî re carnan heta sibehan li qadan li ser lingan bûn.
Meş û xwepêşandanên kurdên Ewropayê yên ji bo Cizîrê û bajarên din ên Bakur hatin lidarxistin ji yên dema piştî 14’ê reşemiya 1999’an ne kêmtir in. Di aliyê naveroka çalakiyan de heta niha tenê cudahiyek heye; Kurdan vê carê serî li metodên tundiyê û dagirkirina bi zorê nedan…
Divê em vê jî bêjin; Siyaset û medyaya ewropî bi awayekî vekirî piştgiriya çalakiyên ji bo Şengal û Kobanî kirin. Raya giştî ya Ewropî sempatiya xwe ji bo çalakgeran diyar dikirin. Polîsan heta dawiyê hevkarî bi çalakgeran re dikirin.
Lê di çalakiyên ji bo Cizîr û bajarên din ên Bakur ên hatin wêrankirin de ev piştgirî nehat dîtin. Welatên Yekîtiya Ewropayê ji dema destpêkirina wêrankirina van bajaran ve ji ber siyaseta xwe ya penaberan bûne dîlên hikumeta Tirkiyeyê. Ev yek dibe sedem ku piştgiriya kurdan ji Ewropayê hêvî dikirin vê carê bi dest nekeve.
Ev aliyekî meseleyê ye lê divê em berê xwe bidin aliyekî din;
Bicihbûna kurdan a li Ewropayê 50 sal derbas kirin.
Hejmara kurdan êdî li van welatan bi mîlyonan e.
Lê belê metodên kurdan ên bilêvkirina daxwazan ji roja ewil ve nehatine guhertin; Meş, xwepêşandan, grevên birçîbûnê, çalakiyên rûniştinê û belavkirina belavokan…
Tişta ez dixwazim bêjim ev e;
Eger ev 50 sal bin ku kurd li Ewropayê û hê jî sazî û rêxistinên kurdan nekarîbin metodên nû yên ku bala raya giştî bikişînin ser rûdanên li Kurdistanê biafirînin…
Eger hê jî sazî û rêxistinên kurdan tevneke dîplomasiya xurt û lobiyê li Ewropayê ava nekiribin…
Eger sazî û rêxistinên kurdan li Ewropayê mobîlîzekirina girseyên kurd wekî rêbazeke serkeftî dibînin…
Û eger hê jî sazî û rêxistinên kurdan ên li Ewropayê ferq nekiribin ku piraniya takekesên beşdarî xwepêşandanan dibin, ji bo ku wijdana xwe rehet bikin li qadan amade dibin…
Kurdên li Ewropayê jî mixabin wê nikaribin bersiveke bi hêvî bidin xelkê ji welêt hawar dike.
Divê sazî û rêxistinên kurdan ên li Ewropayê li xwe mikur werin ku bêkêr in. Divê qebûl bikin ku eger şermek hebe, ev şerm a wan e. Û divê kumê xwe daynin ser masê û yan êdî rê bidin kesên ji van karan fêm dikin û yan jî deriyê sazî û rêxistinên xwe bigirin û biçin li mala xwe rûnin.


