Li Ewropayê rojnamegerî yek ji pîşeyên ku mirov xwedî gelek delfetên cuda ye. Bi riya vî pîşeyî gelek derî dikarin bê astengî werin vekirin. Zû bi zû kesek, şîrketek, saziyek, an hikumetek li Ewropayê astengiyê ji rojnamegeran re dernaxe. Her çiqas sedema bingehîn ya vê yekê mîsogeriya di zagonan de be jî, sedemeke din ya vê yekê jî “xweparastina ji beleya rojnamegeran e.”
Ev tiştên li jor hatine behskirin hê ji bo piraniya rojnamegerên kurdan ne derbasdar in. Binêrin, hefteya borî li navenda Ewropayê bi dehan rojnamegerên kurd ên li Roj TV kar dikin bi lêdanxwarin, tehdît û heqaretê re rû bi rû man. Ev rojnamegerên kurd ên ji jopên polîsên belçîkî nesîbên xwe standin, di nava civaka kurd de xwedî prestîj in û bi nav û deng in. Civaka kurd hurmeteke mezin dide wan û bi peyva “mamoste” xîtabî wan dike.
Gelek ji wan ji bilî karê rojnamegeriyê xwedî berhemên wêjeyî yên wekî roman û fîlm in. Bi gotineke din; rengekê din yê vê êrîşê li dijî rewşenbîr û rewşenbîriya kurd çêbûye. Digel vê yekê jî nûçeyên li ser bûyerê ji hêla weşanên navneteweyî ve wekî nûçeyeke rûtîn ya “diserdegirtina wargehên terorê” derbas bû. Helwesta dezgehên ragihandinê yên kurdan û ya rewşenbîrî jî di vê çarçoweyê de bi serê xwe babete din e.
Aliyê din yê babetê yê fermî jî ev e: Berdevka Dozgeriya Giştî ya Belçîkayê Lieve Pellens ji rojnameya Rûdawê re operasyona li dijî Roj TV û dezgehên din yên kurdan wisa rave kiriye: “Yekem, gelek rêxistin li Belçîka - lê belê li welatên dî jî - zorê didin ciwanan da ku tevlî refên PKK’ê li çiyan bibin. Duyem, rêxistin ji bo fînansekirina PKK’ê ji malbatan bi zorê pere distînin. Sêyem, bi rêya Dengê Mezopotamya peyamên kodkirî ji şervanan re tên şandin.”
Ger em vegerin sêrî û daxuyaniya berdevka Dozgeriya Giştî ya Belçîkayê jî li ber çavan bigrin, ev encam diderkeve holê: Sedema êrîşê ne wekî ku berdevka serdozgeriyê dibêje ku meseleya peyamên kodkirî yên radyoya Dengê Mezopotamyayê ne. Sedema rastiya vê êrîşê di helbesta Ehmedê Xanî ya ji berî sêsed salan nivîsiye de hatiye kodkirin:
“Ger dê hebûya me îttîfaqek / Vêkra bikira me înqiyadek / Rom û Ereb û Ecem temamî / Hemûyan ji me re dikir xulamî”.


