Zimanzan Necmiye Alpay hat tewqîfkirin
Diyarname
Di çarçoveya lêpirsîna Ozgur Gundemê de zimanzan Necmiye Alpay jî hatibû binçavkirin. Ew îro ji aliyê 8'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê ve hat tewqîfkirin. Ji ber ku Alpay jî endama lijneya þêwrê ya weþanê bû bi îdîaya "endama rêxistinê ye" hat tewqîfkirin.
Li gor nûçeya Canan Coþkun a di rojnameya Cumhuriyetê re Alpay di bin çavan de wisa gotiye: "Min berê di Radikal û Milliyetê de jî nivîsiye, ji bo teror û þîdet nebe ez her ketim nev tevgerê. Baweriya min ew bû bi weþandina Ozgur Gundemê dê pirsgirêka kurd çareser bibe, dê ev gav pêþî li pevçûn û mirinan bigire min piþtgirî da rojnameyê."
Alpay bi daxwaza xwe çû îfadeyê bide dozger lê dozgerî bi gotina "þik heye ku bireve" ew tewqîf kir.
Berê jî Gerînendeyê Weþanê yê Ozgur Gundemê Zana Kaya, Berpirsê Karên Nivîsaran Înan Kizilkaya û nivîskara rojnameyê Asli Erdogan hatibûn tewqîfkirin.