logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Kurdên bi tirkî rûyê xwe pûdra dikin(!)

  • Dîrok: 09/11/2020
Siyasetmedar!
Li Hewlêrê rûdine daxwazkarê avakirina dewleta kurd e, lê vê bi tirkî dike; li Hewlêrê bi tirkî aqil û şîretan dide kurdê Culemêrgê, Şirnexê, Îdirê, Mûşê yê bi tirkî kêm zane; ya rastî aqil û şîretan nade wan, dide kurdê li Amedê, Stenbolê, û kurdên(Îrlanda)yê, yên bi tirkî pir dizanin…  
Meriv qey dibêje bangî wan kurdan dike, erê bangî wan dike lê dixwaze wê bangê tirkê Enqere, Stenbol bibîze, çima? Bo bêje bes ez karim bibim nûnerê van, paye heqê min e û lê zêde dike, dibêje Enqere binêre bi tirkiya xwe nîşan didim ku tu têkiliya min bi kurdî re, bi kurdê hê asîmîle nebûye, bi kurdî dijî re tune ye!..Yanê heke li yekî/ê digerî, vaye ez li vir im…
Yê li Amedê dijî jî wisa ye, yê li Enqere û Stenbolê jî, yê li Ewropayê rûdine jî.
Bi tenê xeyalekî vî cure siyasetmedar heye; rojekê televîzyonekî tirkan mîkrofon dirêjî wan bike û wan wekî aqilmend û siyasetmedarê kurd pêşkêş bike…
Yan jî li derdora siyaseteke kurd; belkî rojekê dor were wan jî…  
Bes di tiştekî de şaraze ne, çi dem dewleta tirk TIREKê dike-bike, lê hûr dibin wê tirê analîz dikin; ‘bêhna çi jê tê, dengê wê çiqas olan da û hwd.’ Û yek jî hin jê fesad in; di navbera hêzên kurd de fesadî kirin (fîtnetî) hunera van e… 
Tu eleqeya wan bi kurdan re bi kurdî re tune ye. Ji ber ku têr bi kurdî nizanin rojeva kurdan a rojane, jiyanî ne bala wan de ye.  Xwe şivan kurdan jî kerî dihesibînin!.. 
Li hesabên wan ên medyaya sosyal binêrin, malper, rojname, nivîskar û hwd. ên ew dişopînin ên Enqere, Stenbolê ne, yên tirkî ne; hûn nivîskar, malper, an rojnameyeke li Qamişlo, Hewlêr, Kirmanşah ew dişopînin nabînin. Çimkî rojeva wan li Stenbol Enqereyê diyar dike…
Ne tenê yên dişopînin, tiştên dinivîsin, parve dikin jî bi tirkî ne. 
Hunermend!
Şanogerê/a kurd e, muzîkjenê/a, hunermendê/a kurd e, kurdbûna wî/ê ne ez ew dibêjin! Lê belê kurdbûna wan bes li ser dikê ye, dema strandinê de ye, dema ‘huner’a xwe pêşkêş kirinê de ye! Piştî ji ser dikê, li ber mîkrofon daketin kûlîsê, çûn Cafeyekê, yan çûn mal kurdiya di jiyana wan de jî diqede; bi zar û yara xwe re, bi hevalê/a xwe yê/a kurd re bi tirkî didin distînin.
Ne ez ew dibêjin em hunermendên kurd in, lê hesabên wan ên sosyal medyayê tiştekî din dibêjin! Di hesabên wan de jî hûn hesabekî nivîskar, şanoger, hunermendekî/ê ji Duhokê, Amûdê, Sînê, heta yên ji bakur bi kurdî jî pir kêm dimînin dişopînin. Lê belê giş şaredarê Stenbolê dişopînin…
Dibe wekî îstîsna hesabê weşanxaneyeke, malperek, rojnameyeke kurdî ya ew dişopînin hebe lê ew ne bo ew zanibin ka ji wan weşanxaneyan çi pirtûk çap dibin, ka di wan malper û rojnameyan de çi nivîs-nûçe belav dibin, xêr, bo ji wan deran şopîneran bikşînin hesabên xwe, belkî jî bo rojekê pirseke wiha li wan hate kirin karibin bersivekê bidin e. 
Yên ew dişopînin, tiştên dinivîsin, parve dikin jî bi tirkî ne. Ger bi şaşitî yan ji neçarî hevokek bi kurdî nivîsî bin, parve kiribin bo meriv ji wê hevokê têbigihîje divê meriv Celadet Bedirxan be…
Nizanin pirtûkên kîjan nivîskarê kurd li kîjan weşanxaneyê çap dibin an bûne… 
Yek jî, li sosyal medyayê bi tesadûfî vîdeoyek-wêneyekî kurdên çiyayî yên cîhana sêyemîn li ber çavên wan nekeve, hema dibin kesê li Marsê av kişf kirî…
'Çîn mali’ rewşenbîr-entel!
Dema dibêjim 'Çîn mali' rewşenbîr, asta rewşenbîriya wan hûn bipîvin, lê ew xwe ne Çîn mali bi rastî wekî ku kurd konenlî rewşenbîr dizanin, dihesibînin...
Di nav kurdên rû pûdreyî de yên herî sosert, komîk ev cure ne!..
Van pîleya asîmîlebûnê, entegresayonê borandiye, êdî xwe ji ‘wan’ dihesibînin! Meseleya pûdreya bi tirkî jî di vir de derdikeve pêşberî meriv. Wan zimanê xwe bi tikî pûdre kirine, hizra xwe bi tirkî pûdre kirine, rûyê xwe bi tirkî pûdra kirine û bi wî rûyê xwe yî pûdra pê de diweşe ji mîrzayên xwe re dibêjin, binêrin em ji we gewriktir in.
Vê reşikî û gewrikiyê ji kê didizin ji hêjayekî mîna Fanon! 
Lê hizrên Fanon ên “Di derbarê Çanda Netewî de” çapa Avestayê rûpel 188, qet behs nakin. Çi ku Fanon di wê beşê de behsa dirûyên vê Çîn mali rewşenbîran dike, rûyê wan ê dirû derdixe holê. Ew qas bêhed bi nav de terin haya xwe ji xwe tune ne; gor Fanon, bi ziman, bi derûniya serdest-merivê gewrik dijberîbûyîn jixwe li Fanon tecawîz kirine(!)
Li ku behsa Fanon dikin li bajarekî merivê ‘gewrik-kolonîst’. Bi kîjan zimanî behsa Fanon dikin, bi zimanê merivê ‘gewrik-kolonîst’. Çima Fanon, ji ber ku li cîhanê navekî bi xwedî prestîj e. Çima bi Fanonekî kurd yê mîna Nûrî Dêrsimî vê nakin? Çima ku ne ew wî nas dikin ne jî prestîjek wî li cem wan û merivê ‘gewrik-kolonîst’ heye. 
Dema vê dikin çi navî li xwe dikin, dibêjin em antî kolonîst in! Çima ne dij-mêtînger, yan dij-dagirker lê antî kolonîst? Çi ku antî kolonîst têgeheke bi mij e, çarçove fireh e, yanê tirkan eciz nake, statuya wan a li Kurdistanê venabêje…
Çima dewsa antî kolonîst raste rast nabêjin dagirker-mêtînger, çi ku dizanin hêngê tirkên bi sikura wan bigrin, an pêhnekê li qûna wan xin bêjin, de bihcemin li bajarê me…
Çima antî kolonîzmê bi Fanon dikin lê ne bi Osman Sebrî? Çi ku him pê nizanin hem xetereya xwe tune, hem di rastiyê de armanca wan ne xelasiya kurdan e!..
Loma, dema dibêjin kolonî meriv dibê qey behsa Papûagîneyê dikin!.. Kenê kûçikan pê tê…
Yên vê dikin, yanê Çîn mali rewşenbîr kî ne, yên bo di KPSS de bi ser kevin bi şev û roj ewkê li xwe diqetînin, da li deriyê merivê gewrik-kolonîst gepek nan-karekî bidest bixin.
Hinan bi dest xistiye, lê hin kurmik in, nekirine ber golikan jî…
Lê ya rast derdê wan ne Fanon e, derdê wan prestîj e, derdê wan ji hêla gewrikiyê ve ji gewrikê kolonîst re (di bikaranîna tirkî, hizirîn û derûniya bi tirkî de) ketina rikkêşiyê-rekabeta gewrikiyê ye, hewla xwe ispatkirinê ye.
Li hesabên wan ên sosyal medyayê binêrin, ên ew dişopînin jî Stenbol kokenlî ne; nivîskarên wan in, hunermendên wan nin, Duvar’ên wan in, Karinca’yên wan in, bi tirkî ne ne bi kurdî ne. Çi ku kurdî bo van Çîn mali rewşenbîr-entelan bes mezeyeke dema li Cafe-meyxaneyeke li Beyogluyê rûniştinê ye. 
Ji xwe re dibêjin em nivîskar in, rojnameger in, hunermend in, rewşenbîr in, entelektuel in ‘kurd in’! Salê mehê encax nivîsekê lê dikin, ew jî bi tirkî, bo di Duvarekî de were weşandin da hem di çavê kurdê mîna xwe de mezin bixuyin, hem ji tirkê gewrik kemalîst re bêjin; vaye ez li vir im, (eger kurtlerle iligili ‘iletişim, manipule ve etkileme’ çalışmalarınız için eleman lazimsa!)
Yên wan jî, hesabekî full kurdî yê wekî Rea Teze, Diyarname, Amîdakurd, Çandname û hwd. ê ew dişopînin tune ye; çi ku ew qas bi kurdî nizanin, çi ku jê fam nakin; çi ku ne kurd, ne Kurdistan, ne jî kurdî di bala wan de ye.
Bi tenê ne yên dişopînin, tiştên dinivîsin, parve dikin jî sedî not û neh bi tirkî ne.  
Stenbol-Beyoglu nebe hîç in. Li ser navê kurdan hin tiştan dibêjin lê haya wan li rojeva kurdên Sulêmaniyê, Îlamê, Dêrka Hemko, Cizîrî tune ye. Çi ku derdê wan ne kurd in derdê wan BI REŞIKIYA FANON XWE GEWRIKKIRIN e, û bi wî halê xwe yê trajîk, ehmaq, komîk û nesamîmî xwe bi merivê gewrik, tirk-kolonîst şîrîn nîşandayîn e, ispatkirin e.   
Jê re bêje werin li ser axa xwe bi zimanê xwe vê rewşenbîriyê-enteliyê bikin wê bi serê heft bavên xwe sond bixwin, rûyê xwe yê bi tirkî pûdra kirî şanî me bidin ku gewrik in, ne kurd in..
Encam:
Xewnreşka ew ên li jor e, ditirsin rojekê kurd hay ji yên xwe hebin, ew bê ‘ilgi’, bê paye û nan bimînin. Loma tu car bi çavê nivîskar, hunermend, helbestkar û rewşenbîr li kurdê kurdî nanêrin!.
Nizam, qey di nav kurdan de, bi zar û zanîna xwe rewşenbîr tune ne? Ew cure ‘kurd’ Çîn mali rewşenbîr, entel çawa li me peyda bûn, dibê hin kumê xwe deynin ber xwe û…   

Hin Nivîsen Nivîskar

We kîjan Kurdistan divê?

  • 20 Rezber 2020

Li cihê ew cewherê bi nirx; estetîk lê tuneyî hovîtî lê desthilat e, bi hêz e!Li ser rûyê vê dinê kesên wiha, komên wiha, civakên...

Rahmê û Evdiyê Milhem

  • 12 Sibat 2015

Îskan paşayê ku soza Rahmê dabû Evdiyê Milhem û bi pêlewaniya wî dijminên xwe yek bi yek têk biribûn, li ser cila neheqiyê rûdine soza xwe dixwe...

Mîzaha bindestan û barbarî

  • 01 Gulan 2020

Tê bîra min, dema em hê gundî bûn-li gund bûn ji şevbihêrkan bigre ta dawetan, ji şîna bigre ta pêvçûnan û ta çend ciwan û kalepîr li...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

‘Di Seyahatnameyan de Kurdistan’bû mijara dosyayê

ad

Sancar: Emê jiyaneke wekhev û azad saz bikin

ad

Klîba Hefteyê: Ji Dîwan-a Dubeytî

ad

Zarokên Mûsa Anter jî di grevê de ne

ad

PÇDK'ê piştgirî nedana Dr. Fûad Masûm dê Buçak çi bigota?

ad

Buhaya pîdeyê diyar bû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname