Diyarname
Piştî ku diyar bû dê hilbjartin 1'ê sermawezê çêbibe HDP'ê bang li hilbijêrên xwe kir ku ger wan navnîşana xwe ya nû ranegihandiye midûriyeta nifûsê bila heta 28'ê mehê, roja înê êvarê herin midûriyeta nifûsan û navnîşana xwe ya nû ragihînin.
Kesên ku piştî hilbjartina 7'ê pûşperê navnîşana xwe guhartibe gere herin nifûsê û ragihînin wir. Dema heta 28'ê mehê ye. Ger xwendekar li bajarek din dimînin û li mal dimînin divê ew jî navnîşana xwe ragihînin. Ger du navnîşanên kesan hebin, 1'ê sermnawezê li ku derê bin gere herin wê derê wekî navnîşan diyar bikin ku bikaribin dengên xwe bidin.