Pêşengeha Frankfurtê ya Pirtûkan nîvê meha derbasbûyî li dar ket. Lê belê ji ber êrîşa li ser Rojava ev pêşangeh zêde nekete rojeva medyaya kurdan. Her wiha li pêşangehê vê carê bi navê kurdan tenê standa Wezareta Roşenbîrî ya Başûr hebû û ew jî dubareya salên darbasbûyî bû.
Di destpêkê de ez dixwazim hinek agahdariyên îstatîstîkî bidim û dû re werim ser merema xwe;
Mêvanê vê carê yê pêşangehê dewleta Norwecê bû. Ev welatê ku ji derdora 5 mîlyon şêniyan pêk tê, 900 pirtûkxaneyên ji gel re vekirî, 300 pirtûkxaneyên zanistî û bîst pirtûkxaneyên herêmî û netewî yên xwedî hemû cureyên arşîvên çapkirî di nava xwe de dihemîne.
Li Pêşangeha Frankfurtê ya îsal zêdeyî 7 hezar dezgehan berhemên xwe dan nasandin û bi giştî 302 hezar mêvan jî çûn serdanê.
Heta niha gelek caran weşanxaneyên kurdan tevlî vê pêşangehê dibûn. Lê beşdara ev bi salan e hema bêje bênavber tevlî dibe Wezarata Roşenbîrî ya Başûr e. Wezaretê dev ji kevneşopiya xwe berneda û îsal jî standek vekiribû.
Di jiyanê de mirov dibe xwedî tecrube û bi pêş ve diçe. Lê belê li gor dixuye ev standart ji bo Lijneya Wezareta Kurd a her sal beşdarî vê pêşangeha bi perestîj derbas nabe. Dîsa wekî hersal standeke teng û bêrêkûpêk kirê kiribûn. Semînerên di nava standê de bi rê ve birin ji profesyonaliyê dûr bûn. Ne cih hebû, ne teknîka ku mêvan bikaribin dengê wêjevanên beşdar yên wekî Bextiyar Elî bikin. Wekî her carê bi min re hesta ku armanca van biraderan beşdarbûn e û xilas.
Di wêneyên xwarê de ku standên welatên cuda hene û min li derdora standa Kurdistanê girtine, tê dîtin ka her welat çi qedir û qîmetê dide beşdariya vê pêşangehê.
Xelk bi standên xweşik û balkêş hewl didin hem wêje û hem jî welatê xwe li vê derê bidin nasîn. Ji bo nasandina wêje, wêjevan, welat û geştiyariyê ev der cihê bidestxistina prestîjê ye. Lê ji bilî gezoya ku amadekarên standa Kurdistanê li mêvanan belav kirin, mixabin tişteke ku bikaribim bibêjim ev xweş bû di bîra min de nema.
Li ser vê meselê salên berê jî li pêşangehê bi wezîr û rayedarên Wezareta Roşenbîrî re axivîbûm. Îsal jî li ser navê wezaretê Dr. Salar Osman beşdar bû. Min bi şermî heman çîrok ji wî re jî dubare kir. Ew jî wekî hemû beşdarên salên berê di wê baweriyê de bû ku bi mesrefeke ne bilind dikarin standeke bi rêkûpêk û bi prestîj ji bo carên dî amade bikin. Her wiha soza ku wê li wezaretê vê yekê bike di rojevê de jî da.
Ez niha behsa xeyala ku Kurdistan jî wekî Katalonyayê ku berî çend salekî bûbû mêvana fermî ya heman pêşangehê nakim. Ji xwe danînberheva agahdariyên li banî yên derbarê binesaziya pirtûkxaneyên mêvana îsal ku Norwec bû, besî wê yekê ne ku em hewla xeyaleke wisa nedin xwe. Lê beşdariyeke bi rêk û pêk ku dikare karîzma û prestîja kurdan li wir bilind bike, pêkan e û qet ne xeyal e. Tenê hinek mesref û cidiyet jê re lazim e.
Fotoyên ji fûarê:
- Standên Fûara Frankfûrtê
- Standên Fûara Frankfûrtê


