Höchst i. Odenwald bajerekî Almanya yê li eyaleta Hessenê ye. Digel ku hejmara şêniyan ji 10 hezarî derbas nabe jî, bi sedan kurd jî li wir û li gundên girêdayî heman bajarî dijîn.
Kurdên li Höchst û derdora wê dijîn bi giranî ji gundê Hosêr yê girêdayî Cizîra Botan in. Sedema bicihbûna hoseriyan ya li Höchstê gelekî baslkêş e; Dema di sala 1961´an de protokola hatina karkerên tirkiyeyî ya Almanyayê di navbera hikumeta alman û ya tirk de hat îmzekîrin, di wan salan de çar ciwanên ji Hoserê jî hatin Almanya. Ew hemû li Höchstê hatin bicîhkirin, ji ber fabrîqeya lastîkên Pirelli li wir e û diviyabûn li wir kar bikin. Digel ew ji bo çend mehekî an salekî hatibûn jî, wan di salên 70´an de jin û zarokên xwe jî dan anîn û êdî bûn höchstî.
Dûvre jî pêla serîlêdana penabertiyê ya kurdan ya li Almanya destpêkir û her kesî qista xizmên xwe dikirin. Ji ber vê yekê kesê serî li penabertiyê dida adresa xizmên xwe yên li Höchstê didan rayedaran û bi vî awayî li wir dihatin niştecihkirin. Kesên daxwaza wan pêk jî nehatiba, piştî mafê rûniştinê li Almanya distandin, diketin di nav hewla xanî dîtina li Höchstê an derdora wê.
Mirov carcaran ji bilî nifşê duyemîn yên kurdên Höchstê, pêrgî nifşê sêyemîn jî tê ku di Pirelli de kar dikin. Kêm kes hene ku ji bo demekî di Pirelli de kar ne kiribin û hêjî bi dehan kes li wira kar dikin.
Taybetiyeka din ya kurdên li Höchstê ew e ku ew kevneşopiyên xwe yên kurdî berdewam dikin. Di rojên cejnan de hemûkes mal bi mal digerin û cejnên hev pîroz dikin. Gelek caran mewlûdên xêrê tên dayin û her wiha di piraniya malan de her dem kesên ku wacîbeyên xwe yên olî pêk bînin hene.
Hêjayî gotinê ye ku li piraniya malan televizyonên kurdî û tirkî tê temaşekirin û nûçeyên di derbarê Almanyayê de bi xwe jî ji wan tv´yan distînin. Kesên navser kêm bi almanî dizanin û ji ber sedemên li jor pêwistiya fêrbûnê jî nabînin. Ez bi xwe bûme şahidê çend bûyerên ku kesên bi zorê ji bo kursên almanî dihatin rêkirin û wan kesan qaşo bi sedama tendûristiyê rapor standin ku neçin kursan. Tişta herî sosret jî ew bû ku wan kesan ev yek mîna serkeftina xwe li dîwanan bilêv dikirin. Ez dibêjim bi zorê, ji ber ger ew neçumana kursên zimên, dê miaşê wan yê dewletê dida bihate birîn.
Piraniya malbatên kurd yên wira ji xwe re xanî kirîne û ev jî tê wê wateyê ku ewê nevegerin welêt.
Digel ku niha nifşê kurdan yê sêyemîn li Höchstê mezin dibe, ev nû 3-4 kesan karîn herin zanîngehê. Heta niha reqebetek ya dêûbavan ya ku zarokên wan kar bikin û gelek pereyan kom bikin hebû lê belê ez bawer dikim êdî hêdî hêdî wê çanda reqabeta xwendinê di nava wan de bicih bibe.
Çend kesan bi hêviyên mezin di sala 2006´an de komeleyeke bi navê „ Komelaya Dostaniyê ya Kurd û Almanan ya Höchst i. Odenwaldê“ damezirandin û xebatên komelê hêjî didomen. Komeleyê heya niha nekariya zêde projeyên xwe yên civakî û yên li ser entegrasyonê pêk bînin, ji ber kadroyên wan yê di vî warî de bikaribin xebatê bimeşînin kêm in. Lê belê kurdên wira bi xêra wê komelê ji tiştekî ve kêfxweş in: Xizmên kesên miriyên wan li welêt an dereke din çêbibin, taziyeyên xwe li komelê dideynen û di vî awarî de herkes şikirdar e. Hem cîh fireh e û hem jî pirsgirêka ku almanên cîranên wan ´rehetsiz´ nemaye.
Berê dema kesek ji welêt bihate ewropa, mirovan digot „hêjî bîhna welêt ji filankes tê“. Ji bo min jî bêhna welêt ji Höchstê tê. Çiqas diçim Höchstê, wekî piçekî bêhna welêt jî di nava dûyê fabrîqeya Pirelli hatibe min.
zekiozmen@hotmail.com


