logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

Romana Felsefîk, Mîtolojîk û Zanînê

  • Dîrok: 03/04/2022

Dema min dest bi xwendina vê romanê kir, min got qey ez pirtûkeke lêkolînî dixwînim. Çimkî di romanê de ji tehma wêjeyê zêdetir tehma zanînê, zanebûnê, felsefê û mîtolojiyê hikumdarî li metna me dikir. Nivîskar li pê afirandina jiyanê, li pê heqîqetê û rastiyê ketiye. Loma ji romaneke wêdetir dişibe romaneke lêkolînî û zanînê. Nivîskar li pê qinê jiyanê ketiye û berê xwe bi çiyayê Cudî vekiriye, li pê şopa Keştiya Nuh û afirandina xwezayê û ketiye xema mirov çawa bû, niha çawa ye, divê mirov çawa be û divê mirov çawa bijî, berê çirûskên çavên hiş û aqilê me bi wir ve vedike. Haya me ji mirovetiya me, dîroka me çêdike. Em ji romanê çend mînakan bidin:

“Tewrat û Încîla pîroz de tê gotin ku Keştiya Nebî Nuh li ser çiyayê Agirî sekiniye, lê di warê zanistî de di sala 1920'an de lêkolinerê îngilîz ê bi navê Sir Charles Leonard Wooley di encama lêkolînên xwe de tespît dike ku ji Basra heta Mezopotamyaya jorîn av rabûye û piştî vê tofanê keştiya Nebî Nuh li ser Çiyayê Cudî sekiniye. “(rp, 33) Dema em li vê paragrafê dinêrin em fêm dikin ku nivîskar di romana xwe de behsa lêkolînên zanistî û felsefî û olî dike. Loma ji romaneke wêdetir, romaneke lêkolînî ya zanistî ye. Meriv tehma romanê wêdetir, tehma zanîn, zanistiyê û lêkolînan jê werdigire. Yanê heke kesekî bixwaze tama dîrokê, jiyanê û mirovatî çawa çêbûye û afiriye dikare serekî li vê romana dîrokî bide. Loma romaneke têrtijî zanistî û dîrokî ye.

“Di Qu'rana pîroz de di sûreya Hûdê, ayeta 44'an de dibêje keştiya Nebî Nuh li ser Çiyayê Cudî rawestiyaye. Li gorî hinek belge û alimên ola îslamê navê gundê “Heştêka" yê li quntara Çiyayê Cudî ji aliyê Nebî Nuh ve hatiye avakirin.” (rp, 33)  Dema em li vê paragrafê dinêrin, em fêm dikin nivîskar cuherî wî tijî ye. Di pîstîk û tûrikê xwe de tijî xwarin û arvanên zanîn û zanistiyê kiriye. Loma romaneke felsefîk, zanistî û mîtosîk e.

Heştêka wateya wê li gor agahiyên romanê ji heştê pêxemberan tê, girêdayî Heştekan gundê Çilmira jî tê wateya çil mêr û çil jin e û bi vî awayî Heştêka navê xwe wergirtiye. Li gor romanê di tabletê Sumeriyan de berî zayînê 3700 berê behsa keştiya Nebî Nuh kiriye.

“Li gorî hin belgeyên nivîskî yên dewleta Asûrî jî tê gotin: Berî dewleta Medan bi 200-300 salî baweriya Mazdayî di nava eşîrên Med de belav bûbû.” Feylesofê Yewnan Eflatûn( Platon) Zerdeştî wekî damezirînerê baweriya Mazdayî pênase dike. Ramanwerê Franseyî Kont de Volney jî di derbarê vê mijarê de dibêje: “Bihuşt û dojeh, guneh û xêr, başî û xirabî tev ji pirtûka Avestayê derbasî pirtûkên yek-olî bûne.”(rp, 37)

Xaleke din a girîng jî navê Mazdayî ye: Maz di lehçeya kurdî zazakî de tê wateya “Em” û ji xwe pêveka “da” yê di lehçeya kurmancî û dimilî de tê heman wateyê. Gava her du dibin yek tê wateya “Em da.” Di vê çarçovê de Em-da, Xweda, Ez-da, Yez-dan wateya wan tev yek in. Koka têgeha êzîdî bi xwe jî ji “ez da" tê, lê ji ber ku gelê êzîdî misilmanî qebûl nekiriye û serî li ber desthilatdariya ereban netewandiye, bi armanca reşkirin û tewanbarkirinê ji kesê xwediyê baweriya êzîdî re gotin qewmê "Yezîd" ango "Yezîdî": bi vî awayî wan xwest ku girêdana gelê êzîdî bi kujerê Hz. Huseyîn lawê Mûawiye Yezîd re bidin çêkirin.(rp, 37)”  Dema em li van her du paragrafên xwe dinêrin, nivîskar di der heqê olan û mît û kok û asasên kurdan de tespît û lêkolînên xwe li ber çavên me radixîne. Me hay ji rewş û dîroka me dike. Me agahdar dike, em ji ku hatine û niha em li ku ne ji me re behsa wê dike. Her wiha ji xeynî mijarên lêkolînî û zanistî, her wiha di romanê de behsa evîna Rustem û Zeynebê jî têkirin. Rustem Nêçîrvan e, ji eşîra Bilindan e, biraziyê Mîr Elîxan e. Rustem yekî jîr û jêhatî ye. Ew û Zeynebê li Qesra bilindan hevdu dinasin. Ji hevdu hez dikin, lê bavê Zeynebê li hember Rustem e, ji ber ku dibêje zewaca êzidiyan û ya misilmanan nabe, talî Zeynebê xwe diavêje Gola Xezalan ya bêbinî û winda dibe. Helbet Rustem xwe berpirsyarê xwekuştina Zeynebê dibîne. Welhasil di vê qesrê de gelek tişt diqewimin. Li gor naveroka romanê di vê qesrê de behsa serxwebûnê, Kurdistanê û azadiyê û hwd tê kirin. Em dikarin bibêjin di temamiya romanê de mijarên di vê qesrê de qewimîne serdestî li metna heyî kiriye. Yanê di vê qesrê de sewta dengbêjan û çanda folklorîk serdestî li naveroka romanê ya heyî kiriye. Bêhna efsûniyê, eşqê, qehremaniyê, estetîkê, xweşikbûn û pakbûnê û hwd ji sehneyên ku li qesrê diqewimî û qewimî bû dihate, yanê sehneyên qesrê yên di romanê de diborin ji sehneyên din xweştir û edebîtir e. Ango wêjetîtir e.

Di sehneya me ya din de jî têkoşîn û vegotinên karakterê me yê Zinarîn hebû. Zinarîn ji Şirnexê ye û  şervanek e û behsa jiyana şervaniyê û zanîn, lêkolîn, têkiliyên wan û şerê wan dike. Lê em zêde karakterên xwe di romanê de nabînin, li paş perdê mane, zêde ne di rojeva romanê de ne, ji ber axavtin û vegotinên nivîskar yên zanistî û zanînê em li karakterê xwe zêde rast nayên, bi jêbirê hatine jêbirin.

Zanîn û zanistî li serê karakterên me bûne jêbirek loma jî nahêlin di rojeva romanê de bimînin, nivîskar karekterên xwe jibirkiriye, li pê zanîn û lêkolînan ketiye û werîs û kindira karakterên xwe di destê zanîn û lêkolînan de berdaye. Rişma zanîn û zanistiyê ketiye destê nivîskar û nivîskar nahêle karakter hulmê bistînin, bilîzin. Çimkî nivîskar ji karakteran wêdetir, ji romaneke wêjeyî wêdetir, ji mijar û karakteran wêdetir li pê şopa lêkolîn û heqîqetê ketiye. Loma bi ya min ev ne roman e. Pirtûkeke lêkolînî ye û hêja ye. Lê di warê roman û wêjeyê de meriv nikare bi dilê rihetî heman tiştî bibêjin.

Ez dikarim bibêjim lêkolîneke kurtedîrokî, kurtemîtosîk kurtefelsefîk, kurteolîn û kurtejiyanî û hwd. Yanê nivîskar ji karekterên romanê ji Zinarîn û Siyamed wêdetir nivîskar li pê heqîqeta jiyanê  ketiye, li pê şopa zanîn û perwerdeyiya şexsî ketiye, mirov dikare çawa bijî, an jî divê mirov çawa bijî, jiyan çi ye, divê çi be û çawa be, mirov çi ye, gerek çawa be? Lêpirsînên bo jiyaneke bi qalîte û bi vîn gerek mirov çawa be, em ji ku hatine, em kî ne, bav û kalê me kî ne, kî ji bo me şer dike, şervan kî ne, divê çawa be, têkoşîn çawa ye, divê çawa be, vîn çi ye û divê çawa be? Helbet gelek pirsên din jî di bingeha vê romana zanistî, lêkolînî, oldarî û mîtosîk û felsefîk de heye.... Her wiha di romanê de behsa her çar pirtûkên pîroz dike, behsa pêxemberan, her çar melekan û hwd dike. Mînakên di romanê de behs kiriye: Zerdeşt, Mazda, Înnanna, Enkî, , Lilît, Habil û kabîl, Premeteus, Nebî Nûh, Mem û Zîn, Binevşa Narîn û Cembelî, Siyabend û Xecê, Mîrze Miheme, Teyrê Sîmir û hwd dike. Behsa Efrîkayê û mirovên ewil dike. Welhasil nivîskar berê me bi heta şaristaniya sumeriyan vedike. Nivîskar haya me ji dîrokê, mirovbûn û mirovatiyê çêdike. A rast nivîskar dibêje xwe binasin. Xwe û xwebûna xwe ya resen ava bike.

- Qesra Bilindan / Şîraz Işiq / Weşanên Belkî / 2014 / Roman 

 

Hin Nivîsen Nivîskar

HESPÊN EFSÛNÎ

  • 21 Sermawez 2021

Teoriya M.Flaubert a li ser romanûsiyê wiha ye, divê em ji derve dest pê bikin. Çimkî jiyana mirovan berî herî tiştî a temaşekirinê ye û ji  bo çav...

Di psîkoanalîzmê de xwe-bûn û îd

  • 24 Adar 2023

“Li gor Freûd, dabeşeke ezitî-xwebûnê ne teqez be jî divê hinekî derhişîn e, heta dibêje piraniya wê derhişî ye, yanî ne wekî...

Anatomiya Fermana Dîtiran

  • 10 Rêbendan 2023

“Difikirim wê çaxê di tarîgewriyê de siyek im.” Belê Varjabed karakterê vê çîrokê di tarîgewriyekê de Siyek...”Di...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ambargoya sînorê Bakur-Rojava hat têkbirin

ad

Maçên yekemîn ên Lîga Şampiyonan hatin lîstin

ad

TUÎK’ê zimanê Xwebûnê înkar kir

ad

Amedsporê peymana teknîk dîrektor Ersun Yanal betal kir

ad

Ocalan: Bingeha têkoşîna nû fikir, bîrdozî û siyaseta demokratîk e

ad

Kirimê bi referandûmê biryara xwe da

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname