logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Mazlum Ebdî: Artêş wê nekeve gund û bajarên kurdan
  2. Ji bo peymana HSD û Şamê kî çi got?
  3. Kovareke nû bi kurdî, ‘Bizot’ derket
  4. Va ne xalên peymana HSD û hikumeta Sûriyeyê
  5. Balyozê Îsraîlê serdana ofîsa Rêveberiya Xweser a Berlînê kir

Veysel Vesek

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Veysel Vesek

Veysel Vesek

Du Stran û Varyantek

  • Dîrok: 26/07/2023

 Strana “Heyla Bêzo” li herêma Botanê gelekî berbelav e û ji qewlê hostayê nemir Cegerxwîn ve strana “Berdîlanê” ango ya dawetê ye. Ev strana ku min zarokatiya xwe de ji ber kiribû, berî salekî min carekî din li gundê Bafê ev stran, wekî vîdeo Bafê qeyd kir. Berî wê jî min gotinên wê nivîsî bûn. Varyanta  “Heyla Bêzo” ya min qeyd kirî, min li ser kanala xwe ya youtubê jî par ve kir. Gotinên wê wiha ne:

Heyla Bêzo[1]

Heyla bêzo heyla bêzo

Heyla bêzo l’te bêzarê

Bêzo sêv a sêv a sêv a

Tolê sêv a l’gulya darê

 

Mi Bêzo dît l’kan’ya şiriko

Mi Dêlê dit l’kanîya şiriko

Dastak cêr a yek şerbik a

Dastak cêr a yek şerbik a

Te xira kir mala kurika

Te xira kir mala kurika

 

Bêzo dît l’kan’ya kawkaba

Dêlê dît l’kan’ya kawkaba

Dastak cêr a yek lewlab a

Dastak cêr a yek lewlab a

Te xira kir mala azaba

Te xira kir mala azaba

 

Heyla bêzo heyla bêzo

Heyla bêzo l’te bêzarê

Bêzo dît kanya kawkaba

Tolê dît kanya kawkaba

 

J’pelê gûzê j’pelê gûzê

Kirasê meymo j’pelê gûzê

Min kirîbû min kirîbû

Min kirîbû par payîzê

 

 

 

Heyla Bêzo heyla bêzo

Heyla Bêzo l’te bêzarê

 

J’pelê darê j’pelê darê

Kirasê Meymo j’pelê darê

Min kirîbû min kirîbû

Min kirîbû par biharê

 

J’pelê ketê j’pelê ketê

Kirasê Meymo j’pelê ketê

Min kirîya j’binxetê

Kirasê meymo j’pelê kete

 

Vêca hostayê nemir Cegerxwîn, di berhema xwe ya bi navê “Folklora Kurdî” de, ev stran wekî du stran nivîsî ye û şirove kiriye. Di dawiya pêşgotina Cegerxwîn de tarîx wekî sala 1965 hatiye nivîsîn, yanî cara ewil ev berhem salan 27/11/1965’an de hatiye nivîsandin. Pirtûk di sala 1988’an de ji Weşanên Roja Nû derketiye. Seydayê nemir, ev stran di beşa “Helbeste û Berdîlan” de wekî du stranên cuda nivîsiye. Cegerxwîn ev her du stranên “Berdîlan” kengî û ji kê qeyd kiriye nenivîsiye. Di rûpelê 48’an de strana “Ji Pelê Darê”, di rûpelê 93’yan da, strana “Heyla Bêzê” nivîsîye. Hostayê helbest û gotinê, her du stran jî wekî stranê govendê-dawetê, dîlanê ango “Berdîlan “ binavkirine. Strana “Ji Pelê Darê” Wiha ye:

 

Ji Pelê Darê[2]

 

Ji pelê darê, lê ji pelê darê

Kirasê Meymo, ji pelê darê

Min dirûtî lê par biharê

Kirasê Meymo, lê ji pelê darê

Sed pîroz bî lê bejna yarê

Kirasê Meymo, lê ji pelê darê.

 

Ji pelê gwîzê, lê ji pelê gwîzê

Kirasê Meymo, lê ji pelê gwîzê

Min dirûtî lê par payîzê

Kirasê Meymo, lê ji pelê gwîzê

Sed pîroz bî li bejan qîzê

Kirasê Meymo, lê ji pelê gwîzê

 

Ji pelê ketê, lê ji pelê ketê

Kirasê Meymo lê ji pelê ketê

Min dirûtî, lê ji bo dawetê

Kirasê Meymo, lê ji pelê ketê

Sed pîroz bî, lê li bejna te tê

Kirasê Meymo, lê ji pelê ketê

 

Ji pelê bîyê, lê ji pelê bîyê

Kirasê Meymo, ji pelê bîyê

Min dirûtî, lê bi derzîyê

Lê kirasê Meymo, lê ji pelê bîyê

Sed pîrozbî, lê li te zerîyê

Lê Kirasê Meymo, lê ji pelê bîyê

 

Strana duyemîn “Heyla Bêzê” di rûpela 93an da hatîye bicî kirin û li gorî strana ewil gelekî kurte. Stran wiha ye.

 

Heyla Bêzê[3]

 

Heyla bêzê, li te bêzarê!

Çelemçîtî da ber şarê

Sêva sorê, li gulîya darê

Lawno! Lêxin bînin xwarê!

 

Bêzê kevoka beleke

Firek da xwe çû feleke

Yarê bêzê sed û yeke

 

Bêzê kevoka sipî ye

Firek da xwe çû banî ye

Yarên bêzê sed û sî ye.

 

Cegerxwînê nemir her du stran jî şirove kirine û mijar û gotin ji hev veçirandine. Şiroveyên Cegerxwîn gelekî levhatîne û zanîna wî ya li ser folklora kurdan dide xuya kirin. Lê di vê nivîsarê de em dixwazin bersiva vê pirse bibînin (dibe ku em nebînin jî). Gelo ev du stran ewil yek stran in û piştre ji hev veqatiyane; an du stran in û piştî sala 1965’an yanî piştî berhevkirina Cegerxwîn, di nava gel de hatine pêve kirin?

 

Strana Me di sala 2022’yan de li gundê Bafê ji Hemedê Osmên qeydkirî wekî xuya dike, ji her du stranên Cegerxwîn nivîsî wekî du beşa di nav xwe de dihewîne. Mirov dibe qey her du stran (Ji Pelê darê û Bêzê) di wext re bûne yek stran û varyanteke nû çêkirine. Cegerwîn her du stran berî sala 1965’an berhevkirine. Her çiqas çavkanî û herêm nenivîsandibê jî, ji gotinan herêm wekî Botan xuya dike. Strana me qeydkirî jî herêma Botanê ye. Dibe ku Cegerxwîn bixwe ev stran bihîstibe û not kiribe. Û xuya dike strana me di sala 2022’yan li gundê Bafê wekî vîdeo qeydkirî ji her du stranên Cegerxwîn qeydkirî çêbûye û di nava zemên de wekî varyanteke nû derketiye holê. Helbet di navbera stranên Cegerxwîn qeydkirî de û ya di 2022’yan hatî qeydkirin hinek cudahî û eynîbûn jî hene. Navê strana “Heyla Bêzê” ya Cegerwîn nivîsî bi wextê re bûye “Heyla Bêzo”. Dibe ku devoka Botanê jî hatibe guhartin. Lê wekî Cigerxwîn jî nivîsî ye, “Bêzê” Bêzo, navê keçekê ye û yarê wê avêtiye ser evîna xwe. Di varyanta pêvebûyî ya di sala 2022’yan de hatiye qeyd kirin de gelek guhartin hene. Gotinên strana 2022’yan de hatiye qeydkirin û ya berî sala 1965'an de ji aliyê Cegerwîn ve hatiye qeydkirin du rêzik eynî hene: “Heyla Bêzê li te Bêzarê,” “Lawno! Lêxin bînin xwarê…./  Her wiha di varyanta Cegerxwîn de Bêzê wekî keçeke tolaz hatiye teswîr kirin û stranbêj gotiye “Yarên bêzê sed û yeke../ yarên Bêzê sed û sî ye. ..” Lê di strana “Heyla Bêzo” ya me di sala 2022’yan de qeydkirî de, Bêzo ne keçeke tolaz e; Bêzo tenê bi sipehîtiya xwe mala ezaba xira dike.

Di varyanta me di sala 2022’yan de qeydkirî, Heyla Bêzo çar kita ne û bi tevahî ji 22 rêz in. Strana “Ji Pêla Darê” ku behsa Kirasê Meymo dike jî 12 rêz in, yanî bi temamî 34 rêz in. Di strana 2022’yan de hatiye berhev kirin û ya di pirtûka Cegerxwîn de, gelek rêz eynî ne.  Mînak:

Ji pelê darê, lê ji pelê darê

Kirasê Meymo, ji pelê darê

Min dirûtî lê par biharê

Kirasê Meymo, lê ji pelê darê

Sed pîroz bî lê bejna yarê

Kirasê Meymo, lê ji pelê darê.

Di vê kitayê de tenê “Min dirûtî” ji qeyda 2022’yan cuda ye û bûye “min kirîbû.. Dîsa strana seydayê Cigerxwîn nivîsî ya 2022’yan berferehtir û bi temamî 24 rêz in û 4 kita ye.

Hem strana Cegerxwîn de hem jî ya me 2022’yan qeydkirî de stran li ser keça bi navê “Meymo” ji aliyê hezkiriyê ve hatiye gotin. Wekî ku, Cegerxwîn jî nivîsî ye derdê stranbêj kirasê Meymo ye. Lê di strana Cegerxwîn nivîsî de stranbêj terzî ye û kirasê Meymo didirû, di qeyda 2022’yan de stranbêj kirasê Meymo ji hinekan dikirê.

Strana me di sala 2022’yan bi navê “Heyla Bêzo” qeydkirî de rîtm û awaz ya govendeke giran e. Rîtma stranê nayê guhartin. Seydayê Cigerxwîn jî di pirtûka xwe de; ji bo strana “Heyla Bêzê”; Ev helbeste, ( wî weke helbeste binavkirirîye) di ber paleyê ra tê gotin û giran tê gotin. Herwekû govendê jî li ber digerînin û dîlaneke giran li ber dikin.” Nivîsî ye.

Wekî encam ez dikarim vê bêjim; her du stranên ku Cegerxîn wekî “ Ji Pelê Darê” û “Heyla Bêzê” nivîsî destepêke de stranên cuda ne.  Her çiqas rîtma stranan yek jî be, ji ber ku navê du keçên bi navê Meymo û Bêzê-Bêzo cuda hene; du stran hatine pêvekirin. Helbet di nava folklora kurdan gelek caran, stranbêj an jî çîrokbêj, dikarin gelek çîrok û stranan bi pêve bikin û bikin yek stran an jî çîrok. Li gorî qenaeta min jî, piştî seydayê Cegerxwîn ev du stran berhevkirin, li Botanê her du stran bûne yek û varyanteke nû çêkirine. Ev varyanta nû jî wekî “Heyla Bêzo”  ji me re maye.

 

Çavkanî;

1-     Folklora Kurdî, Cigerxwîn, Weşanên Roja Nû. 1988

2-     Kanala Folklora Kurdan  https://youtu.be/ezef11DGC_U     

 

Nîşe: Stranên Ji Pirtûka “Folklora Kurdî” çawa hatibin nivîsîn me wisa nivîsî.

 

 

 

 

 

 



[1] https://youtu.be/ezef11DGC_U   Kanala Folklora Kurdan

[2] Folklora Kurdî, rp 48, Cigerxwîn, Weşanên Roja Nû, 1988. Ji arşîva Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ya dijîtal

[3] Folklora Kurdî, rp 93, Cigerxwîn, Weşanên Roja Nû, 1988. Ji arşîva Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ya dijîtal

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Komara Tirkiyeyê çawa qedexe danî ser rojnameya Roja Nû?

  • 04 Avrêl 2025

Ji bo guhdarîkirinê:     Komara Tirkîyê di sala 1923’an de hatiye ava kirin. Ji dema hatiye avakirin heya niha astengiyên li ser weşangeriya kurdî berdewam dikin. Sebebên vê gelekî cihêreng in. Ji ber...

Li ser strana “Serî Zavano” çend gotin

  • 03 Sibat 2024

Strana “Sarî Zavano” bêhtir li herêma Botan li ser zavê tê gotin. Lê di eslê xwe de stran bi her awayî, amadekariya dawetê vêdibêje. Û her hewa...

Di 'Xizala Tewfûr Begê' de şêweya gotinê

  • 20 Pûşper 2023

Çîroka “Xizala Tewfûr Begê” dengbêjê nemir Silo Koro gotiye. Me ji kasetekê ew deşîfre kir. Mixabin ji ber xirabûna kasetê, di du sê deran de...

Hemû Nivîsen Veysel Vesek

Veysel Vesek kî ye?

Nivîskar û parêzer Veysel Vesek di sala 1979’an de li Hezexê, gundê Bafê hatiye dinê. Dibistana seretayî û ya navînê li navçeya Hezexê xwendiye. Li Ceyhanê lîse qedandiye û paşê xwendina xwe li Amedê li Zanîngeha Dîcle, di beşa Fakûlteya Hiqûqê de temam kiriye. 
Wî, di dema xwendekariya xwe ya zanîngehê de dest bi nivîsandina kurdî kiriye. Helbest û nivîsên wî di kovarên wekî Kulîlka Ciwan, Zembîlfiroş, W, Tîroj, Hawara Botan û di rojnameya Azadiya Welat de hatine weşandin. Di komxebata “Ferhengên Têgihên Hiqûqê“ de wekî hiqûqnas ked daye. Di kovarên Aşdad û Dadistanê de ku li ser hiqûqê ne û bi kurdî ne gotarên wî hatine çapkirin. 
Vesek berhevkariya foklora kurdî dike û ew bi xebatên xwe yê li ser folklorê û dijîtalîzekirina folkora kurdî tê naskirin. Herî dawî di kanala Folkora Kurdan ya li ser youtubê da “Projeya Dijîtalîzekirina Folkora gundê Bafê” bi rê ve bir/dibe. Veysel Vesek li Mêrdîne dijî, bavê du zarokan e û parêzeriyê dike. 

Youtube Me

diyarname podcast#podcast#news# #diyarname #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast #booktok #books #diyarname #pirtûk #news #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast#L werger#diyarnamenûçe#çandhunerkovar# #pirtûkênkurdî

news

diyarname podcast Claudette Colvin ku di 86 saliya xwe de mir çi kiribû?

news

diyarname podcast#pirtûkênkurdî #weşanxane#çapkirin#pirtûk# #diyarname20salîye

news

diyarname nûçe Podcast 2025: Hemû pirtûkên bi kurdî: Ji par zêdetir in #booktok

news

diyarname podcast 2025: 1180 nûçe, 204 vîdeo #diyarname #pirtûkênkurdî #books

news

diyarname podcast Fûara Pirtûkan a Çûkûrovayê didome #booktok #diyarname

news

diyarname podcast#diyarname Nivîskarê navdar Daniken mir #booktok #pirtûk #pirtûkênkurdî #books #

news

diyarname podcast#Romaneke nû 'P.Z 40' derket#welatdilken#diyarname20salîye

news

diyarname podcast#diyarname #news #nûçe #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #podcast #

news

diyarname podcast #Tawanên Enfalê di pêşangeheke wêne û belgefîlman de tê nîşandan #pirtûkênkurdî #

news

diyarname podcast 5 #diyarname #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #film #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast@ #diyarname #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #film#diyarname20salîye

news

Dîmenên ji îro...

news

diyarname podcast #diyarname #pirtûk #books #barackobama #booktok

news

Hejmarek taybet li benda we ye

news

diyarname podcast#nûçe #çandhuner #diyarname #pirtûk #books #pirtûkênkurdî #pirtûkênkurdî #film

news

Di xwendina pirtûkan de 13 saniye û 49 saniye

news

Meseleya 'Kêmîna Mykonos' û bûyera Dr. Sadiq Şerefkendî

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

  • Omer Dilsoz
news

Berxweş

  • Mesûd Qeya
news

Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin 

  • H. Kovan Baqî
news

Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

  • Hogir Berbir
news

Destpêk

  • yeqîn h.
news

Pêlên Lacîwerd

  • Dilşêr Bêwar
news

10 hezar girtî bên berdan Tevgera Kurd wê bikaribe çi bike bo wan?

  • Cemil Oguz
news

Çîroka Zarokên Rojê û Agirî

  • Kadir Stêra
news

Dilê min di nav refên tozgirtî de ma

  • Hogir Berbir
news

…dayikekê didirû ji dengê min re

  • H. Kovan Baqî
news

Ezê Bikim

  • Mesûd Qeya
news

Rexneya rexneyê

  • Omer Dilsoz
news

Toza Çîl Spî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

  • Cemil Oguz
news

Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê 

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Hevserok û mebûsên HDP'ê çûn ber deriyê Kizilayê

ad

Berendamên Wanê

ad

Lîstikvan Nur Surer xelata xwe da Dayikên Şemiyê

ad

Mîtînga Batmanê bi beşdariya 10 hezaran dest pê kir

ad

Ji nav dîrokên afîşên sînemayê

ad

Steven Spielberg dest bi fîlmê nû yê ‘Indiana Jones’ dike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Mazlum Ebdî: Artêş wê nekeve gund û bajarên kurdan

  • 30 01 2026
news

Ji bo peymana HSD û Şamê kî çi got?

  • 30 01 2026
news

Kovareke nû bi kurdî, ‘Bizot’ derket

  • 31 01 2026
news

Va ne xalên peymana HSD û hikumeta Sûriyeyê

  • 30 01 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname