Amed
Stada Amedê ya mezin ev salek e erdê wê nayê çêkirin, giya nayê çandin, lîstikvanên Amedsporê ji mecbûrî di wê sehaya erd wekî axê de dilîzin. Ev yek jî dibe sedema başnelîstin, windakirina pûanan, seqetbûna lîstikvanan. Li ser vê yekê îro Endamên Rêveberiya Amedsporê û endamên Lijneya Îştîşareyê ya Bilind a Amedsporê li ber Midûriyeta Spor û Ciwanan a Bajêr hatin ba hev û bangî îstîfaya midûr kirin.
Serokê Lijneya Îştîşareyê ya Bilind a Amedsporê û Serokê DTSO'yê Mehmet Kaya axivî û daxuyanî xwend.
Va ne çend gotinên ji daxuyaniyê:
- Ligel hemû bêderfetiyan jî Stada Amedê hatiye kirêkirin lê bi awayekî zanebûn nayê çêkirin, loma bûye reqîbê me yê mezin.
- Ji serê serdemê ve Amedspor mecbûr maye maçên xwe li derve bilîze.
- Ne tenê lîstikvanên me, em naxwazin lîstikvanên reqîbên me jî ji ber vê sehayê seqet bibin.
- Di hefteya duyemîn a serdemê de Serokê TFF'ê birêz Îbrahîm Haciosmanoglu jî hebû, rezaletek çêbû, Haciosmanoglu jî bang li rayedaran kir ku bi awayekî lezgîn seha bê sazkirin.
- Wekî Rêveberiya Amedsporê ji serê serdemê ve me her bang kir ji bo çareser bikin, lê wekî ku ev prsgirêka tenê ya Amedsporê be guh nedan, mesele her bi paş ve xistin. Ev pirsgirêk ne tenê ya Amedsporê ya hemû bajêr e.
- Li bajarên din di 6 mehan de stadê ji sifirê çêdikin lê li vir ev nêzî salek e pirsgirêka giyayê stadê çaresernekirine, ligel hemû bangên me yên diyalogê jî bersiveke erênî nedane.
- Ev tiştê diqewime wekî cezakirineke bi zanebûn û qestî ye. Ji ber ku Midûrê Spor û Ciwanan ê Bajêr peywira xwe neaniye cih em bang lê dikin ku îstîfa bike.