Diyarname
"Bi Dizîka Were" navê pirtûkek helbestan e. Pirtûk ji aliyê Occo Mahabad ve hatiye nivîsandin û ji Weşanên Nayê derketiye.
Li nav qada nîgaşî, yanê di nav tora civakî de ew gelek tê nasîn, gelek helbestên wî têne belavkirin lê kes nizane ew kî ye. Ji ber ku heta niha kesî ew nedîtiye. Em qala Occo Mahabad dikin. Niha ew bi pirtûkek din ê helbestan li pêşberî xwendevanan e. Em yeka din dibêjin ji ber ku heta niha 4'ên din derxistibû ligel ku hê jî kesî ew nedîtiye.
Li gor agahiyên di pirtûkê de Occo Mahabad di sala 1977'an de li Wanê hatiye dinê. Li Stenbolê zanîngeh xwendiye. Di hin kovaran de helbest û nivîsên wî hatine nivîsinb Ji birî van wergera metnên fîlman kiriye, li ser xebatên teknîkî de kûr bûye, ji bo ev jiyana teknîkî bê fêmkirin e-pirtûkek jî amade kiriye. Heta niha bi navê "Helbestên Dînik" (Weşanên Ava, 2012), "Êşên Qehbik" (Weşanên Do, 2013), "Rodkinên Binevşê" (Weşanên Do, 2016), "Dem" (Weşanên Na, 2017) çar pirtûkên wî derketine û îsal jî pirtûka wî ya bi navê "Bi Dizîka Were" derket.
Ew helbestên xwe bi zimanekî sade dinivîse û ev sadebûn di nav tora civakî de balê dikişîne. Her wiha hinên ku helbestên wî xwendine û wekî deng li nav tora civakî belav kirine jî hene.
Vaye parçeyek ji helbestekî wî:
...
Çi zemanekî bênamûs e
Sextekar bûne rêzdar
Diz bûne xwedî mal û şexsiyet
Kujer bûne zilamên esîl û hêja
Qûnek û dêlik bûne namûskar
Gur û çeqel bûne dost û yar
Yên bêxeyset bûne mirovperest,
Emrê evîn û sewdayê bûye pênc roj
Êdî xêra dê û bav
Kur û keçan nayên dîtin.
Mixabin cih û war nemane
Ji bo mirovên ku
Dixwazin civateke paqij ava bikin
- Bi Dizîka Were / Occo Mahabad/ Weşanên Na / 60 rûpel / 2018