Di destpêka romana “Şampazê"de mijar koçkirin dixuye, lê paşê babeta me vediguhere rengekî din. Di romanê de malbatek ji ber dewletê ji gundê xwe bar dikin û tên li Qezê niştecih dibin, lê belê destê dewletê bi şêwazeke din di stûyê malbatê de ye. Dema ku ji gundê xwe bar dikin bi şûn de, demek dirêj li Qezê wext dibihurîne, feqet hew dibînin ku rojekê deynê wan ên ceryanê tê, feqîran li xwe ecêbmayî dimînin, divên me dev ji dewletê berda lê dewletê dev ji me beraneda. Em ji ber wan reviyan me koçkirin, lê destên wan tim di stûyê me de ma. Em li Qezê ne lê deynê ceryanê ji me re tê, mala vikîvala û xerabe û deynê elektrîkê hatiye. Taliya talî dewlet vê malbatê û ên weke vê malbatê bi her awayî cezakirin dide. Dewlet alaveke desthilatdar e, nêr e, nahêle ên ketî hilmê bistîne, ev karê wan yê taybet, loma deshilat e.
Di romanê de karekterê serleheng di malbatê de sermiyan e û navê wî destnîşan nekiriye, yanê di malbatê de karekterê (Sermiyanê malê) me heye, lê navê wî ne eşkere ye. Çima gelo? Ev bi serê xwe pirsek e, helbet nav ne girîng e, lê çima navê karekter welew sermiyanê malê navê wî veşartî maye? Welhasil karekterê me hemû zêrên bûk û qîzên xwe ji wan deyn distîne bo ku deynê ceryanê bide. Dema ku Karekterê me diçe maliyê li kesekî xweşgoyî (Adilê Taloqî) rast tê, wexteke dirêj bi hev re dibihurîne lê talî xweşgoyê me sermiyanê malê (karekterê me) jê rê derdixîne.
Karekterê me li maliyê bi Adil Taloqî re dinase, Adil yekî xweşgo ye, dikare maran bi peyv û gotinên xwe ji qulên wan derîne. Piştî vê li hevrasthatinê Adil xwe bi awayekî berfireh bi karekterê me dinasîne, divê ez cîranê te Seydayê Evdil Celîl dinasim û dest pê dike tayê xwe bi derzî vedike û dirêj dike ji bo ku sermiyanê me qanih bike. Welhasil gelek çîrokan dihûne û karekterê me ji rê derdixîne, divê pereyên xwe bide min ez ê deynê te bi nêvînêvî bidim û biqedînim. Karekterê me ecêbmayî dimîne, hinekî dikeve şikê, lê dîsa jî Adil bi xweşgotinên xwe karekterê me tîne ser rêya xwe û wî dixapîne. Hemû pereyên wî dixwe. Paşê diyar dibe ku navê wî Adilê Beradayî ye.

Dema ku sermiyanê me pereyê xwe teslîmî Adil dike diçe nav kulfetê xwe, hevsera wî jê ra dibêje te çi kir ew jî hemû çîrokê jê re dibêje. Jina wî ecebmayî dimîne û divê te çawa baweriya xwe pê aniye. Ew jî divê Cîranê me Seydayê Celîl nas dike û êvarî ew ê tevlî xwarina me bibe, ew ê bibe mêvanê me. Welhasil vana heta dereng dimînin tu kes nayê. Dest pê dikin xwarina xwe dixwin.
Paşê Karekterê me diçe cem Seyda Celîl, li wir rewşa Celîl dibîne dikeve şikê divê gelo ez meseleya xwe jê re bêjim an na? Talî çîroka xwe jê re vedibêje, her diçe çîrok zêdetir dirêj dibe. Lê karekterê me dev ji meseleya xwe bernade û dide dû şopa Adilê Taloqî, Welew Adilê Beradayî. Halbûkî Adilê Beradayî bi eşîrî û bi malbatî kone ne. Jina wî jî heman tiştan dike. Welhasil Adilê Beradayî bi dînîtî dikir û bi baqiltî dixwar. Kî çû ye û hatiye xapandiye. Karekterekî serketî ye. Belê karekterekî nebaş dixuye, lê heqê rola xwe bi cî aniye, heqê rola xwe dayê. Karekterekî zîrek e û xweşgo ye. Loma jî herkesî jê bawer kiriye.
Xweşgobûn di hûnera feylesofan de hene. Ji vê hûnerê ra dibêjin Retorîk. Di serdema Sokrates û Platon û Arîsto û hwd de xweşgoyî serdest bû. Feqet xweşgoya wan li ser heqîqet, zanistiyê û rastiyê ye, lê karekterê me xweşgotinên xwe ji bo berjewendiyên xwe û bi şêwazeke nebaş bikartîne, loma karekterê me karekterekî dijcivak e. Derveyî karekterên din e. Katekterekî serketî yê neyînî ye. Xweş hatiye hûnandin. Lê karekterê me yê ku hatiye xapandin bêtir safik e, du karektrên dijberî hev du ne, du karekterên berevajî hev in. Lê sermiyanê malê dev ji Adil beranade û li dû pêga wî dikeve, diçe ku li çîrokeke wî guhdar dike, li ku konê xwe vekiribe bi hinekan vedaye, Adil ji bakur, başûr, rojhilat û ji rojava bigre heta gelek dewerèn din gelek kes xapandiye. Loma karekterekî xurt û şampaz e. Çû ye ku fena xwe li kesan kiriye. Her carê kî li pê heqê xwe geriyabe jî dîsa jî ew ji rê derxistine. Ti kesî serî pê dernexistiye. Milet êdî hevza xwe jê kiriye.
Dema ku karekterê me li dû şopa wî dikeve giş jê ra dibêje ji bo Xwedê tu me naxe nav vê mijarê em giş hevza xwe ji wî dikin. Me destê xwe dayê piyê me jî bi xwe re biriye loma bila nêzî Xwedê be bila dûrî me be. Her kesî êdî sofa xwe jê kiribû. Lê karekterê (Sermiyanê malê) me yekî rikdar bû. Digot ilim gerek ez wî di nav lepên xwe xînim. Ez ê talî wî zevt bikim. Lê karekterê me Adil karekterekî kone ye, çavên wî her dem li fen û fûtanbûn. Hosteyê xapandinê bû. Karekterekî zîrek e. Dizane ew ê çawa mirovan bixapîne, xapandin ji xwe ra kiribû sinhet, loma ti kesî nikarîbû serî pê ra derxista, heta dewlet lê heyirîbû.
Îcar karekterên kone zîrek in an na? An jî mirovên Zîrek kone ne an na? Yanê têkiliya her duyan bi hev re hene an na? Bi serê xwe divê van têgehan bên dahûrandin.
Îcar em dikarin bêjin mijar Zîrekbûn û Konebûn e gelo? Armanca nivîskar bi saya Adil dixwaze me hişyar bike, an jî dixwaze bêje bi saya vî karekterî gerek hûn fêrî şikdariyê bibin. Armanc em fêrî şikdariyê bibin welew divê em şikdar li tiştan û meseleyan binêrin. Armanc bawerî û ne bawerî ye. An jî armanc koçkirina malbatekê û piştî koçkirinê tiştên ku tên serê malbatên wisa safik, an jî berawirdiya konebûna karekterên bajêr û saftiya karekterên gundane...
Zehmetiya bajaran û deq û dolabên bajaran li ber çavên me raxistiye. Dewletê ji hêlkê zordarî lê kiriye, miletê wî hêlkê fen û fûta xwe lê kiriye. Yanê li jor simêl û li jêr jî rî, lê heyirî maye, lê belê karekterê me yekî hêzdar û xwedî dozdar e, dev ji doza xwe beranedaye û şopa xwe domandiye heta dawiyê.... lê belê talî Adil li tê dadgehkirin lê nahêle kes nêzî wî bibe, ne diyar e, hat cezakirin an jî ne cezakirin, roman wisa diqede, aqûbeta Adil Çetin ne diyar e, belê li dadgehê jî navê wî wisa ye. Welhasil ji jin revandinê bigre heta gelek tiştên din di vî karekterê me de hebû.
Sînorî karekterê me ne diyar bû. Karekterekî bêtixûb e. Helbet gelek karekterên din jî di romanê de hebûn lê belê karekterê me yê serleheng Adil bû, paşê jî sermiyanê malbatê bû, ji ber ku mijar bi her du karakteran têkîldar û girêdayî bû. Loma serlenhengên me her du bûn, lê belê serlehengê esîl Adilê navguher û guhlîvîn bû.
Nivîskar Sadiq Ûskan karekterê me yê guhliv û kone xweş hûnandiye. Esil her du karekter jî baş hatiye hûnanin. Em dikarin bêjin demek mirov dikare bi gotinan û xweşgotinan herkesî ji rê derxîne, an jî mirov dikare însanên qels, nezan û safik ji rê derxîne. An jî mirov dikare bi xweşgoyan mirovên jîr û zana û bi bingeh ji derxîne gelo? An jî divê bawerî çawa be? Di vê serdemê de bawerî maye gelo, an jî mirovên safik mane an na? Jiyaneke bi şikdarî jiyîn gengaz e an na? Jiyana bi şikdarî ne dînîtiyeke gelo? Ev serdema ne serdemeke şikdar e gelo, an jî em di heyameke bêbawerîyê de najîn gelo? Welhasil mirov dikare gelek pirsan bipirsin....
Encam:
Mijar: Desthilatdarî (bi her awayî), bawerî, şikdarî, konetî, zîrekbûn, xapandin û hwd.
Şêwaz: Reel, çavdêrîbûn û realîst
Karekter: Rasteqînên bi xeyalan xemilî ne. Yanê karekterên me kana xwe ji rastiyê werdigirin, lê bi sêwirandinê hatiye xemilandin...


