Zinarê Xamo
Kovara Zarema îro xatir ji xwendevanên xwe xwest û dawî li weşana xwe ya fizîkî anî; êdî ewê li ser kaxetê neyê çapkirin û wekî kovar nekeve destên xwendevanên xwe.
Li gorî agahiya berpirsiyarên kovarê belav kirine heger bikanibin ewê dijîtal derxînin.
Di nav van çend salên dawî da li welatê me şertên aborî, şertên belavkirinê û abonetiyê hatine guhertin, her kovar û rojname nikane jiyana xwe bidomîne. Kovar û rojnameyên aboriya wan pir ne xurt be tên girtin.
Hêvî dikim ”Kovara Zarema” jiyana xwe bi rengekî dijîtal bidomîne.
Hebûna kovar, rojname û kitêbên kurdî pir-hindik dibin sebebê xwendina kurdî, heger ew jî tunebin însan ewê ji temasa bi kurdî re qut bibin.
Bi xêra Hawarê, Ronahiyê, Şivanê Kurmanca, Memê Alan, Mem û Zînê û şiîrên Cegerxwîn (Sewra azadiyê) bi hezaran kurd fêrî xwendin û nivîsandina kurmancî bûn û wan jî nivîsî, hin kovar û rojname derxistin.
Min bi xwe di destpêka 1970'î de cara pêşî kurmanciya latînî di Sewra Azadî de dît û xwend. Dûre jî min Hawar dît.
Bi vî hawî kurmancî hinekî zindî ma û bere bere belav bû.
Yanî heger ne ev çend kitêb û kovar bûna însanan nikanîbûn fêrî xwendin û nivîsandina kurmanciya latînî bibin. Yên ji van kitêb, kovar û rojnameyan fêrî xwendin û nivîsîna kurmancî bûn wan jî hinekên din fêr kirin.
Ji bo wê jî çi dîjîtal, çi jî wekjhi kaxit kitêb, rojname û kovarên bi kurdî çiqas pir bin hewqasî baş e, kurdî zindî dihêle, xwendevanan çê dikin.
Kovara Zarema di gulana sala 2014'an de dest bi weşanê kir, hetanî niha 16 jimar derket.
Ji bloga wî Hindik-Rindik hatiye girtin