logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Şengul Ogur / Qaqibo

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Şengul Ogur / Qaqibo

Şengul Ogur / Qaqibo

Mîmariya Helîm Yûsiv

  • Dîrok: 05/11/2011

Zimanê Helîm Yûsiv ê ku di çîrokên xwe de bi kar aniye qet balê nakîşîne ser xwe. Heke em wekî formalîstên rûsan bibêjin zimanê wî ne zimanekî rêxistinkirî yê li dijberî zimanê rojane ye. Formalîstên rûs teoriya xwe li ser dijberiya zimanê rojane ava kiribûn. Li gorî wan heke ziman balê bikişîne ser xwe ew zimanekî edebî ye.

Wekî Terry Eagleton gotî li gorî formalîstan dema ku em li hevokeke wekî; “Ey bûka bêdengiyê ya destlênebûyî” rast bên em bi carekê re fêhm dikin ku em di atmosfereke edebî de ne; em ji bêrêjeyiya di navbera şanîdêr û şanîkirî de fêhm dikin ku ev ziman balê dikişîne ser xwe û dijberê zimanê rojane ye.
Heke em li gorî vê pênaseya formalîstan biçin ango em edebiyatê li ser dijberiya zimanê rojane ava bikin teoriya formalîst qada sepanîna xwe tenê dikare di helbestê de bibîne  û di çeşnên din ê edebî de wê biteqine.

Helîm Yûsiv bêyî ku zimanekî dijberê zimanê rojane bi kar bîne piraniya çîrokên xwe bi zimanê rojane saz kirine. Heya ji wî hatiye jî ew dilsozekî zimanê rojane ye.

Niha heke em li gorî formalîstan biçin, çîrokên Helîm Yûsiv nakevin ber helsenganginên edebî loma zimanê wî balê nakişîne ser xwe. Gelo bi rastî jî wisa ye? Ango ji bo ku Helîm Yûsiv dildarekî zimanê rojane, pêgirê zimanê rojane ye, çîrokên wî ne edebî û balê nakişînin ser xwe?

Na, tam jî ji bo ku zimanê Helîm Yûsiv - di nav çarçoveya formalîstan de – “balê nakişîne ser xwe” zimanê Helîm Yûsiv balê dikişîne ser xwe û xwendevên neçar dihêle ku çîrokên wî peyv bi peyv werin xwendin.

Li gel ku zimanê ku Helîm Yûsiv di çîrokên xwe de bi kar tîne zimanê rojane ye jî çîrokên Helîm Yûsiv berhemên edebî ne û berhemên ku dikevin nav “edebiyate qenc” de.

Di vê nivîsa xwe de li ser çîrokeke Helîm Yûsiv a bi navê “Peymaneke bi Ezraîl re” li gel ku bi zimanê roje nivîsiye  jî em ê hewl bidin  bê çawa balê dikişîne ser xwe û çawa  dibê berhemeke edebî, edebiyateke qenc.

Dema ku ev çîrok were xwendin tê xuyan ku yek peyveke ku ji vê çîrokê were avêtin nîn e, belê, yek peyv jî. Ango di vê çîrokê em li peyveke “zêde” rast nayên.
Tê gotin ku ji Rodîn ê peykartraş pirsîne bê ka gelo ew peykerên xwe çawa çêdike wî jî bersiv daye dema ku ew tişta zêde ji kêvir davêje  peyker ji ber xwe ve dertê meydanê.

Belê çawa ku heya di kêvir de tişta “zêde” hebe ev zêdehî li hemberî têkûzbûna berhemê dibe asteng, jê re dibe kelem û nahêle “peykerê di kêvir” de xwe derxîne meydanê, di edebiyatê de jî peyva zêde nahêle ku berhema edebî bigihîjê qonaxa dawî û ew pêk bê. Ji bo vê jî çawa di peykertraşiyê de huner bi ji kêvir avêtina parçeyên zêde pêk tê, edebiyat jî bi ji axaftina rojane avêtina peyvên zêde pêk tê.

Di berhemeke edebî de hemû peyvên “zêde” ên ku bi kêrî sazkirina avaniya wê neyên li pêşberî edebîbûna wê dibin asteng û derbê li asta berhemê dixin.

Ji bo vê jî wêjevanek divê di wê hewldanê de be ku yek peyva zêde jî di berhema xwe de bi cih neke. Dema ku em li çîroka navborî ya Helîm Yûsiv dinêrin, em dibînin ku çîroknivîskar di çîroka xwe de cih nedaye yek peyva zêde jî. Ango bi hostatiya peykertraşê ku tişta di kêvir de zêde jê diavêje û bi vî awayî berhema xwe pêk tîne, Helîm Yûsiv jî hemû peyvên zêde yê ku dema çîrok bi devkî, bi axaftinê were gotin wê werin bikaranîn ji çîroka xwe avêtiye.
Naxwe teoriyeke edebî divê ne li ser dijberiya bikaranîna zimanê rojane were avêkirin lê divê di berhemeke edebî de li ser pîvana çiqas peyv, hevokên zêde hatine bikaranîn were avakirin.
Heke di berhemeke edebî de bikaranîna peyv, hevokên zêde hebin em dikarin bibêjin ku ew berhema edebî ji edebîbûnê bi dûr dikeve, dikeve nav edebiyate neqenc de.

Belê, heke em li gorî van pîvanan nêzî çîrokên Helîm Yûsiv bibin, bi taybetî jî nêzî çîroka bi navê “Peymanek bi Ezraîl re” bibin, li gel avabûna çîrokê ya bi zimanê rojane jî, di çîrokê de bi cihnedana yek peyva zêde jî em dikarin bibêjin ku çîroka Helîm Yûsiv di nav kategoriya edebiyatê de cih digire; di nav “edebiyata qenc” de cih digire.

Di vê çîrokê de em li mîmarîyeke bêhempa rast tên; mîmariyeke wisa ye ku dema ku yek peyv, belê yek peyv jî ji vê avaniyê were kişandin hemû avanî wê ji hilweşe, birûxe.

Wekî dawî her çiqasî di zimanê Helîm Yûsiv de li gorî formalîstan bêrêjeyiyek di navbera şanîdêr û şanîkirî de nebe jî, rêjeyiyek di navbera şanîdêr û şanîdêran de heye; rêjeyiyeke wilo ye ku bi vê rêjeyê bi ti awayî nikare were lîstin. Ev jî ji bo edebîbûna berhemekê, ji bo ku di nav kategoriya “edebiyata qenc” de were bicihkirin bes-sedem e.

gernus@msn.com

***

Nivîsa eleqedarê vê nivîsê:

- 'Benîşto'yê Helîm Yûsiv

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Ji zimanê resen wergerî astengek e

  • 22 Rêbendan 2010

Rewşa kurdan ya nivîskî rewşeke taybet e, derasayî ye. Hejmara pirtûkên kurdî yên ku di sed salekê de çap bûne, di nav miletî de di du sê rojan de...

Li darê din e miletek li ser darê lingaye îro

  • 20 Kewçêr 2009

Li ser darê lingaye îro miletekLi darê dinêDa ku pêşwazî li “kevokên aştî”yê bike. Li ser darê lingaye îro miletekLi darê dinêDa ku...

Deriyê şeşan

  • 15 Adar 2009

Dema ku deriyê şaneşînê bêyî vîna xwe vekiribû, nizanibû ku dê ev derî vekirin wî ber bi ku ve bibe. Bêyî ku haya wî jê hebe, bê...

Hemû Nivîsen Şengul Ogur / Qaqibo

Şengul Ogur / Qaqibo kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Huner û Ziman li Atolyeya Hunerê bi hev re hatin!

ad

Biryara tehliyeya Şaredarê Esenyurtê Ozer hat dayîn

ad

Bi hezaran kes herikîn qontara Cudî

ad

DÎHA'yê bersiva Serokwezîr Erdogan da

ad

Xelata Mikemeliyê dan Derviş Zaîm

ad

“Adetên Kurdan” bi erebî derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname