logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

ÇAVDÊRIYÊN QEYDKIRÎ

  • Dîrok: 24/01/2019
“Ji bo ku mirov êşê fêm bike, divê berê mirov bi xwe êşiyayî be, an na bêwate ye”
“Êşâ kesê dinê rasterast û bi teqezî em nikarin hîs bikin, divê em hîs nekin jî, çimkî wekhevîbûn welew hundirîniyeke wisa dibe ku xeter e û wêranî be. Êşa me êşa ên din e, temam, feqet êşa ên din divê wekî êşa ên din bimîne. Esil wekhevîbûn(eynîbûn) encax di awayeke neeynîbûnê de ye ”(1)
Dema Michelangelo ji kevirên xwe yên mermeran peykerê Mûsa çêkir û qedand, hema hema dikira dîn bibûya, ji ber ku peykerê xwe bi rih kiribû, bi hest kiribû, zindî kiribû, loma jî Michelangelo dikira hişê xwe bixwara, xwe ranegirt û rahişt çakûcê xwe avêt peykerê xwe û got: "Rabe serxwe û bimeşe, biaxive, an na Xwedêyo divê tu rihê min bistîne." Yanê Michanlenjelo ew qasî peyker bi rasteqînî-zindî afirinadibû aqilê mirov disekinî, peykerê xwe xwedîrih û xwedîhest kiribû loma xwe ranegirt û got gerek tu rabî serxwe û biaxivî, bimeşî. Tew peykerçêkirina ji mermeran jî gelekî dijwar e, halbûkî tu hewka çakûcê xwe li mermer xîne, dê parçe parçe bibe, îcar peykersazê me bi mermeran peykerê xwe afirandibû, heta damarên peykerên xwe jî çêkiribû, damarên canê wî ji mermeran derxistibû holê. Hişê mirovî ranagire û hilnagire, hişê mirov disekine… Ma qey ne neheq bû gotibû Xwedêyo were rihê min bistîne…"
Îcar bo çi min behsa çîroka peykersazê xwe kir, min xwest ku bêjim, heke mirov çîrok nivîsand divê bi rih bin, divê bihest bin, heke tew mijar li ser şer û hilweşandina bajaran, rûxandin, hedimandinên bajar û navçeyan be, divê teqez û teqez hest û rih di çîrokan de hebin, heke mijara çîrokan piştî hilweşandin û rûxandinên bajaran-navçeyan û derûniya kesa-n be, derûniya gelekî (miletekî) be, divê baş bên rêsandin û dahûrandin, divê baş bihata çavdêrîkirin, gerek hemû çîrok xwedî rih û hest bûna… Feqet piraniya çîrokên me, bêrih û bêhest in, mîna mirov biçe tenê ji xwe re çavdêriyên xwe bike, paşê vegere û rasterast binivîse. Halbûkî piştî vê barbariyê, wehşetê, hovîtiyê û hwd din, divê dîtin û çavdêrî bêtirîn bihata şayesandin, bêtirîn kitekitên derûniya kes û gel bihata şayesandin, gerek mîna tabloyeke wênesazekî bihata hûnandin. Paşê jî dema me çîrokên "Belkî Îşev Binive" xwendin divê xweber hêsir di çavên me de biherikiya ser çîrokên ku "Belkî Îşev Binive" lê ne wisa ne. Feqet dema ku ez behsa hêsiran dikim, ez behsa zikşewatê welew dilpêşewatandinê nakim, ez behsa kûrahiya çîrokan dikim, kûrahiya êşê, kûrahiya tirsê, kûrahiya hilweşandina hişên kes-an û miletekî dikim. Hest, hêsan hatine nivîsandin, hevdilînî hêsan pêkhatine, jixwe hevdilînî heta ku mirov bi xwe nejî pêk jî nayê, mirov nikare rasterast wê hestê bijî, divê tu bixwe bijî, an na bêwate ye. Em bixwe ên din in, feqet em bi xwe jî ên din kêm fêm dikin, halbûkî divê mirov êşa xwe baş bizanibe û bizanibûya, êş gerek ew qas hêsan nehatiba rêsandin. Di dema şer de trajediyên wisa, tirsên wisa bi gel û kesan re derûniyên patolojîk û rewşên paradoksal ava dike, feqet ravekirin û kûrahiya rewşa şer û piştî hilweşandina bajar û navçeyan kûrahiya çîrokan kêm mane. Halbûkî di wê serdemê de hema hema gelek kes ji hêla derûniyê ve, derûniyên patalojîk, derûniyên kaotîk û derûniyên paradoksal jiyan, jiyane. Loma jî dema ku em li çîrokan dinêrin em pêre derûniyeke patalojîk, derûniyeke hilweşiyayî û hedimî, derûniyeke paradoksal û şopa derûniyeke giran em nabînin, tenê em di wêneyên ku hatine kêşandin de van derûniyan dibînin, feqet  çend hevokên ku derûnîgiran jî di hin çîrokan de hebûn, mînak in:
Ji çîroka "Ya mirî li malê bû" 
1) "Roja çarê gelek bêhn ket termê wê, me bi werîsekê dahêlikand di kolanê de" (r.28)
Ji çîroka "Kurdê Bêdeng"
2) "heşt roj in nikarim biçim malê. Jin û zarokên min 400-500 metreyan ji min dûr in lê ez nikarim xwe bigihînim wan."
3) "Du termên gêncan li mizgeftê ye, lê ti kes nikarin wan binax bikin" (r. 44)
Ji çîroka "Kurmên termê wî"
4) "Bi rojan termê wî li wê derê maye. Kirm ketine laşê kurikî"(r.81)
Di çîrokan de hema hema hevokên herî bi bandor ev her çar hevok bûn, heta mirov dikare bêje kûrahiya çîrokan di van hevokan de bûn. Bifikirin ku hûn ji bo meytê xwe "Werîs" dişixulînin, bifikirin ku "Kurm" têkeve meytê we û mirov nikaribe biçe meytê xwe bîne, bifikirin 8 rojan mirov nikaribe xwe bigihêjîne "Zarok û Jina" xwe û bifikirin ku mirov nikaribe "Meytê" xwe binax bike, a ev trajedî ye, hovîtî ye û wehşetiya mirovan derdixîne holê loma dema ku min behsa çîrokbihestkirinê û çîrokbirihkirinê dikir min behsa van rewşan dikir, ji ber ku rewşên wisa encax derûniya şer diyar bike, şer eşkere bike, çîrok bibe xwedî hest û birih, bi rewşên wisa encax em derûniya kesên xwedî meyt fêm bikin û dahûrînin, îcar dema em li hevokên li jor dinêrin em fêm dikin ku trajediyek, barbariyek, wehşetek û desthilatdariyek hovane li dar bûye û tirs hebûye… lê dema em bi giştî li çîrokan dinêrin, mirov dibêje qey tiştekî asayî qewimiye, tu xisar û zerar tune ye, yanê bi şêwaz û teknîkek lawaz çîrok hatine vehûnandin, halbûkî divê bi dengekî herî xurt, bi teknîk û şêwazeke herî xurt,  bi naverok û bi hevokên herî xurt bihata rêsandin, bila mirov bizanibûya birajî barbarî, tirs, hilweşandin, hovîtî, rûxandin, hedimandin û hwd hene. Feqet tenê em ji wan çar hevokên li jor û ji wêneyan fêm dikin wehşetiyeke herî xedar, desthilatdariyeke herî dijwar û xedar li holê ye. Wêneyên çîroknûsên me teqez ji çîrokên wî serkeftîtir in. Bi qasî em trajediyê û pêgên barbariyê di wêneyan de dibînin em di çîrokan de nabînin.
Em hin mînakên şer bidin: Pablo Pîcasso di tabloya xwe ya "Guernîca’yê” de bi şêwaz û teknîkek herî xurt trajedî, êş û weheşetî rêsimandiye. Wêne bi xwe çîrokek herî hêja û serkeftî ye. Wêneyê me êşa heywên, êşa mirovan êşa alavan  giş berbiçav kirine, wehşetî û hovîtî li ber çavên me raxistiye, mirov van hestan gişan hîs dike, îcar di çîrokên “Belkî Îşev Binive” de ev hest kêm in, halbûkî divê hestên herî zêde gerek ev bûna. Helbet wêne û çîrok ne heman tişt in, çiqas ne heman tişt bin heman demê de heman tişt in jî.
Em werin ser wênesazekî din, wêneyê wênesaz Goya, yê bi navê "Serîrakirina Gel" de jî heman rewş li dar e, wehşetiya Serdema Spanyayê li ber çavên mirov raxistiye, çimkî di wî wêneyî de jî heman wehşetî, hovbûn û desthilatdariyeke xedar heye, loma ev wêne jî van hestan bi mirovî dide hîskirin.
Em mînaka xwe ya herî dawiyê jî bidin: Pirtûka bi navê “Deftera bîranîna Anne Frank". Di vê pirtûkê de peyam û nameyên gelekî hêja hene, derûniyên rewşên wehşetê û hovitiyê di pirtûka xwe de berbiçavkiriye. Behsa wextê xwe yê qampê dike, Anne Frank jî di serdema şer de jiyaye, di serdema Hîtlerî de jiyaye û bîranên xwe di pirtûkê de komkiriye. Feqet dema ku mirov vê pirtûkê dixwîne mirov hovîtiyê, tirsê, trajediyê, wehşetê û desthilatdariyê fêm dike. Li ber çavên me bi awayekî eşkere raxistiye. 
Mînakek ji pirtûkê: Van Daan got: “Wê çaxê em radyoyê ji holê rakin.” Mêrê wê ket navbera axafinê: ”Em bavêjin sobeyê.” 
Yekî din got: “Piştî ku em hatin girtin şûnde, wê çaxê bila qe radyoyê jî bibînin.” (2)
Dixuye ku radyoyek tenê bê çiqasî rewşa wan eşkere kiriye, tenê ji bo radyoyekê ew qasî nîqaş danîne, îcar di vê bîranînê de gelek rewşên tirsnak û trajîk hene. Yanê bi kurtasî divê bêtirîn çîroksaziya wan çîrokan welew çîrokên çavdêrîbûyî, bêtirîn xwedî bi hest û rih bin, li gor qewimînên rasteqîn ev çîrokên me pir hêsan mane, helbet rojnamegerî û çîroknûsî ne heman tişt in feqet di heman demê de ji hêla dîtinê ve hinekî jî hevpariya wan heye. Di bûyerên rasteqîn de mirov mecbûr e, serê xwe, laşê xwe, bedena xwe, rihê xwe, hestên xwe, hişê xwe û bi hemû organên xwe, xwe biêşîne, çîrokên êşê ne ew qasî hêsan in, em qala “Êşê” dikin.
1- Jacques Derrida, Gramatolojî, wergêr, İsmet Birkan, weşan, BilgeSu
2- Bîranîna Deftera Anne Frank, weşanên Papîrüs, wergêr, Can Yücel
Hin Nivîsen Nivîskar

'Dîn û Şîn' û gotina 'Xwedê Mir'

  • 06 Rêbendan 2024

“Ji bo dînîtiyê, berî sedsalên berê redkirina xwedayan bû, lê di sedsala 19'emîn de model hate guhertin û mirovan xwe wekî Xwedê dîtin,...

Çîrokên Serîrakirinê û Pizdank

  • 17 Tebax 2019

Çîrokên Bizdanka Yaqob Tilermenî ji du sehneyan pêk te, sehneya yekemîn sehneyeke vebêjeriyê ye, ya duyemîn jî şanoya lehengên jina ne. Di herdu sehneyan...

Arezûya bav û desthilatdarî

  • 24 Gulan 2024

Di civaka kurdan û bindestan de, bav tim li ber çavan hût e, xurt û desthilatdar e. Desthilatdariya bavan a di hundir malbatan de, derûniyên cihêreng yên têkçûyînê bi xwe re çêdike. Atmosfera derûniya...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Dokumentera Dr. Şivan û roja me

ad

TMMOB: Roj û niv vala derbas bû

ad

Konseya Ewropayê Xelata Mafên Mirovan dan Nadia Murad

ad

Don Kîxot vê carê li Rihayê bi kurdî axivî

ad

Xelata Aştiyê dan nivîskar Carolin Emcke

ad

Seroka Parlemena Katalanyayê bi kefaletê tê berdan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname