Navê welatê ku bûyer lê pêk hatibû UK bû. Wateya U yê ne li tu deran e. K,seretîpa navê welatê wan e. Tu kesî ne heyîna welatiyên UK'eyê ne jî navê welatê UK qebul dikir. Her kî welatiyên UK'ê navê xwe yan jî navê welatê xwe bikarbîanîna bi carekê re winda dibû. Li gorî bîr û baweriyan ev navê welatiyên UK'ê û navê welatên UK'ê navekî bêqidoş, navekî lanetkirî bû û ji ber vê sedemê jî bi hezaran welatiyên ku navê xwe û navê welatê xwe UK bikar dianîn ji nişke ve winda dibûn. Kesî nizanibû ku ji nişke ve ew bi ku ve çûbûn û çi ji wan hatibû. Ji ber vê sedemê jî welatiyên UK'ê da ku xwe ji vê bêqidoşiyê rizgar bikin û da ku ji nişke ve ew jî winda nebin, ev navê UK'ê li welatê xwe kiribûn.
Li gorî ku dihate gotin, êdî Xwedê jî hew ev welat didît û heyîna wê qebûl dikir. Ji bo wê jî, demeke gelekî dirêj Xwedê ewr bi ser ezmanê UK'ê de nedişand.
Ji ber ku Welatiyên UK'ê hemiyan debara xwe bi çandinî û xwedîkirina ajalan dabîn dikir û ji ber ku ev demek dirêj bû ku dilopek baran jî bi ser xakên UK'ê de nedibariya ne zad şîn dihat ne jî çêrî. Ji bo vê sedemê jî welatiyên UK'ê ji neçariyê, da ku qûtên xwe yên çend mehan dabîn bikin, havînan berê xwe didane Welatê Dî ku lê şepirze dibûn. Lewma; welatiyên Welatê Dî, ew hem gelekî erzan didan xebitandin û bi ser vî halî de jî, bi dijûnên xwe ew biçûk diêxisitin. Dema ku ji bo bixebitin diçûn Welatê Dî, welatiyên Welatê Dî ne dihiştin ku welatiyên UK'ê têkevin nav bajarên wan. Ji bo van sedeman jî, ber bi Welatê Dî ve çûyîn û li wir xebitîn ji bo welatiyên UK'ê mirin bû. Lê her havîn dîsa jî berê xwe didan Welatê Dî.
Gelek sal wiha bihurîbûn ku li welatê UK'ê baran nebariya bû û welatiyên UK'ê neçar mabûn ku berê xwe her havîn bidin Welatê Dî. Lê salekê dema ku welatiyên UK'ê ji xewê hişyar bûbûn û li ezmên nihêrîbûn ji ya ku dîtibûn bawer nekiribûn û şaşo maşo bûbûn. Belê, ya ku li ezmên dîtibûn ewr bûn; ewrên gewr, ên ku xwe bi baranê bar kiribûn. Ê ku çav li ewran kiribû di ciyê xwe de lîlandibû û govend girtibû. Lewma dê êdî ji neçarî berê xwe ne dabûna Welatê Dî.
Wê rojê tu kesî tu kar ne kir û hema ji xwe re li ezmên û li ewrên li ezmên mêzandibû. Wê rojê baran nehat lê dîsa jî bêhna welatiyên UK'ê hinekî fireh bûbû.
Roja din dema ku ji xewê hişyar bûbûn dîsa ezman mişt ewr bûn; ewrên gewr, mişt baran.
Lê vê carê her kesî ling dabû xebatê. Her kes li zeviyên xwe belav bûbû û tov li zeviyên xwe direşandin. Hinekan ji wan genim, hinekan ceh, hinekan nîsk...hema kê çi bidîta li zeviyên xwe direşand.
Wê rojê dor li nîvro ezman reşa tarî bû û bûbû xure xure tavan. Wê rojê zeviyên vî welatî, çiyayên vî welatî têr baran bûbûn. Lê da ku zeviyên wan şîn bihatana pêdivî bi baraneka din jî hebû.
Welatiyek ku navê wî Kurdî bû, da ku zeviyên wî baştir û zûtir şîn bên zeviyên xwe zibil kiribû û li benda barana diduyan mabû. Ku barana diduyan bi ser vê zeviya zibilkirî de bibariya dê genim qamek bilin biba, wiha difikirî Kurdî.
Kurdî piştî ku zeviya xwe zibil kir û hat malê got:
- Heke îro baranek bi ser vê zeviya min a zibilkirî de bê, ku sibê ez hişyar bûm ezê zeviya xwe kesk bibînim.
Û Kurdî piştî vê gotina xwe ling da diayan. Heta nîvê şevê wî dia dikir û hema bi carekê re bi xure xure tavan. Bi xure xure tavan re Kurdî rimekê hilçenî. Lê zû bi ser xwe ve hat û bi dengekî bilindtir da ku baran bibarê diaya xwe berdewam kir.
Wê şevê bê navber çend saet baran bariyabû û ji bo wê jî Kurdiyê me bi dilekî aram serê xwe danî ser balgihê xwe û di xewa şêrîn ve çû. Di xewê de çend caran xwe bi xwe re diaxixî û digot:
- Dê sibê zeviyên min kesko kesko bin, dê sibê zeviyên min kesko kesko bibin...û xirênî ji qirika Kurdî dihat.
Kurdiyê me bi dîkê sibehê re ji xewê hişyar bû. Bi peroşiyek mezin dixwest biçe li zeviyên xwe ên ku kesk bûne binêre û hilmeke hênîk ji wê keskahiyê ber bi hinavê xwe ve bikişîne.
Kurdî, çend kulm av li çav û rûyê xwe kir û çû serê bên, ji wir awirek da zeviya xwe. Ev çi bû! Zeviya wî qet kesk ne dixuya. Dev ji keskbûnê berdin ji zeviya wî deqên sipî sipî dixuyan. Seran ser zeviya Kurdiyê me sipî bûbûn. Bi meraqek mezin ji bên daket û berê xwe da zeviya xwe da ku fêhm bike ku ew sipîtiyên ku li zeviya wî xuya dibin çi ne.
Dema ku gihîşt zeviya xwe ji ya ku dîtî bawer nekiribû. Ewên ku ji dûr ve wekî deqên spî li zeviya Kurdî xuyanî dibûn hestî bûn; hestiyên însanan. Li deverine jê qoqên serê însanan kom bûbûn, li deverine jê hestiyên dûvik, li devirane hestiyên kabokan, hestiyên tilîkan...
17/03/2009


