Diyarname
Payîz meha amadehiya ji bo zivistanê ye ku yek ji van amadehiyan jî çêkirina dims, bastêq, benî û tiştên wisa ye. Bi taybetî meha rezberê/îlan û kewçêrê ev tişt têne kirin. Û niha ji Mêrdîn, Şirnexê heta Amedê û bajarên din dem dema mehseran e; dema çêkirina bastêqê ye.
Ev foto jî ji vê xebatê ye ku Ajansa Mezopotamyayê li gundê Eskar a Pasûra Amedê kişandiye.


